• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Nivîsênkarên Mêvan

Berê govend hebû

Dîrok : 16 06 2019 | Beþ :

Nivîsênkarên Mêvan

Yeko Ardil

Hefteya borî li Hannoverê Mîhrîcana Govenda Kurdî li dar bû. Di mîhrîcanê de ku cara 32'yan hat lidarxistin, 26 komên govendê beþdar bûn. Ji Parîsê, Zurîhê heta Berlînê bi dehan reqas li gel mamosteyên xwe bi kelecan û bi þanazî tevlî pêþbaziyê bûn. Bi sedan kes jî bi qasî du rojan têr û tijî li govenda kurdî temaþe kirin. Mirov bi hêsanî dikare bibêje, ev xebat yek ji xebatên herî girîng yên kurdên li Ewropayê ne.

Bêguman di dilê mirov de hez û rêzeke bêsinor ji kedkarên vê mîhrîcanê re rû dide. Em ji yên rêveber bigire heta mamoste, þagirt û lîstikvanan ji hemûyan re baqên gulan pêþkêþ dikin û em çavên xwe li mamosteyan digerînin.

Mêrê navsere, bi rih û porê dirêj ê bi timtêleke marjînal li ber çavên me dikeve û çîroka wî bi mîhrîcanê re tevlihev dibe.

Navê wî Yilmaz Beyazgul e, di sala 1966'an de li Gimgima Mûþê hatiye dinê.

Gava dest bi çîroka xwe dike pê re jî dikene û dibêje: "Ez di yek saliya xwe de bûm hunermend” û dewam dike: "Heþt mehî bûm, erdheja Gimgimê çêbû." Ew ligel jinmama xwe, keçmam û birayê xwe yê mezin di bin kavilên erdhejê de dimînin. Jinmam xwe davêje ser wan û jiyana wan rizgar dike. Lê bi xwe jî bi giranî birîndar dibe.

Wisa dest bi hunerê dike Beyazgul!

Belê bi xwe ji wê serpêhatiyê re jî dibêje ‘huner’ ango ji wê karesatê jî mijareke pêkenînê derdixe. Çawa hin stranbêj dibêjin, me di zaroktiya xwe dest pê kiriye, wisa. Piþtî erdhejê fîlmçêkerên Yeþîlçamê tên Gimgimê û li ser erdhejê bi navê Facîaya Gimgimê fîlmekî dikiþînin. Yilmazê piçûk ligel dayika xwe jî di fîlm de roleke piçûk dilîzin.

Lê helbet ev ne tenê henek e, di rastiya jiyana wî de ‘huner’ her hebûye û heye: "Gava zarok bûm min klam digotin. Di wî temenî de apên min rojê kartek didan min. Wê demê 25 quriþ qezenckirin jî ne hindik bû."

"Bavê min, kalê min ji ocaxa pîrên elewî ne. Tembûr li mala me hebû. Min jî dest pê kir û bi xwe fêr bûm. Her çar birayan me lê didan. Her roj li mala me þahî bû. Dê û bavê min jî tevlî me dibûn. 12'ê Îlonê (Rezberê) Gimgim kir cehenem. Wê demê ez xwendekarê lîseyê bûm. Sînema çandeke pir baþ bû li Gimgimê. Rojên çarþeman matîneya jinan bû, diya min jî di nav de jinan dest didan hev û diçûn sînemayê. Em zarok jî bi wan re diçûn."

"Me li dijî xerabkirina 12'ê Rezberê wekî çareseriyeke ji bo ciwanan dest bi xebata govendê kir. Dûre min biryara konservatuarê da û heta zanîngehê dewam kir. Tevgera kurd pêþ ketibû lê civaka ez tê de bûm kesî behsa kurdîtiyê nedikir. Di zanîngehê de ez û Nîda Tûfekçî li ser stranên kurdî yên hatîn dizîn pev çûn. Bûyerên wisa gelek bi serê min de hatin. "Çavkanî û herêm Amed, Celal Guzelses, nota û berhevkarî N.Tûfekçî. Tevde malên kurdan bûn. Li dijî wê jî berxwedanek pêwîst bû."

Ji bo Yilmaz govend gelek û gelek tiþt in û wiha pê de diçe: "Berî ziman derkeve holê mirovahiyê bi zimanê beden xwe îfade dikir. Di rastiyê de deryayek e. Wekî mînak, lîstika ‘Lorî hey lûr an jî qertel’. Di paþxaneya wê de çîrokek heye. Di nav pergala komûnê de gava nêçîrvanan nêçîra xwe dianîn, bi hev re dixwarin. Rojek yek ji wan li rastê heywaneke qertel li ser kombûyîne tê. Qertelên çiyayên Çewlikê jî navdar in. Pencên xwe li patika berxekê didin û bi hewa dikevin. Di nav wan de yek ji wan dixwaze bi tenê bixwe. Piþtre hemû dibin yek û li dijî wî qertelî têdikoþin. Gava ew nêçîrvan vedigerin, behsa wê bûyerê dikin. Bi dans wêna vedibêjin. Mirovahî ji xwezayê, ji heywanan gelek tiþt fêr bûye."

"Govendên me pir cure ne. Li ser masiyan, mirîþkan, bizinan û sirûþtê gelek gotine û li hev anîne. Das, meþk, rêncberî, wekî mînak qimil, qimil xesarê dide çandiniyê, lewra qimil di nav destê xwe de kom dikin û diperçiqînin. Lîstikên bawermendiyê, þahiyê, þer û þînê hene.

Bi govendê tu dikarî nexþeya welatekî diyar bikî. Zeybek nûneriya welatê Grekî dike, Pontos dîsa wisa, Trakya tevde Balkanî ne, Bar a kurdî ji Sêwasê dest pê dike. Yek liv û tevgerek jî bê wate nîn e, divê bên lêkolînkirin. Gelek sir tê de hene."

Û wekî encam: "Niha bi bi giþtî li 80 komeleyan bi qasî 4 hezar kes li ser vî karî dixebitin."

Mamoste simbêlên xwe yên proleter bi lêva jêr ve diþidîne,  porê xwe yê dirêj li ba dike. Diyar e, þanaz e.

Em jî bi vî karî serbilind in, lê ya rastî divê kurd bi govenda xwe hemû Ewropa heta dinê jî bihejînin, li Hannoverê me ew hêza ku hîna derneketiye holê dît.

15.06.2019, Yenî Ozgur Polîtîka

Hûn dikarin li van jî binêrin

Li Gundê Keçelan Xaniyên bin êrdê

Li Gundê Keçelan Xaniyên bin êrdê

16 06 2022

Gumbeta Surmelî Memed Paþa

Gumbeta Surmelî Memed Paþa

05 06 2022

Her helbest diþibe axa xwe

Her helbest diþibe axa xwe

25 05 2022

Keleha Koço

Keleha Koço

06 05 2022

Ev jî hene

Rewþenbîrekî ji welatê min

Rewþenbîrekî ji welatê min

24 12 2019

Welatê wehþan

Welatê wehþan

10 09 2018

Ragihandina azad û krîza global

Ragihandina azad û krîza global

23 04 2018

Çarenûsa Rojhilata Navîn û Kurd

Çarenûsa Rojhilata Navîn û Kurd

06 04 2017

Qewimîneke tirsnak

Qewimîneke tirsnak

19 04 2016

Nivîsên Nû

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Çorê ARDA

HÎÇ, Matematîk û Helbest

Çorê ARDA

Cemil Oguz

‘Her tiþt xweþ e’?

Cemil Oguz

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname