Diyarname
Fotoyê rojê ji Amedê tê û li ber jî emê yekê ji Stenbolê deynin ber. Pêşî ya li Amedê:
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin destê kayûmê de ye hin tabelayên kuçe û kolanên bajêr nû kirin. Lê ji hemû tabelayên kuçe û kolanên bajarên din tiştek nû kirin: Ala Tirkiyeyê danîn ser tabelayan. Heta niha li tu bajar û navçeyê, li tu derê ala Tirkiyeyê bi ser tabelayan de nîn bû, gava yekemîn li Amedê ji aliyê kayûmê ve hat avêtin.
Di fotoyê ku ji Amedê hatiye de navê kuçeyê, li ser ala Tirkiyeyê, li bin jî navê Şaredariya Bajarê Mezin hatiye nivîsîn.
Û di fotoya duyem de me ji Stenbol, Sêwas û Sakaryayê çend tabela hilbijartin.


