logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  2. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
  3. Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin
  4. Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin
  5. Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû
news-details

Murad Celalî: Çend pirsgirêkên kujêrê li ber nivîskariya kurdî

Ji bo piranîya nivîskarên kurd, bi qasî ku ez dizanim ciyekî wanê taybet ê ji bo nivîs û lêkolînê hatiye veqetandin tune

  • Dîrok: 22/05/2008
  • Beş: NÎQAŞ

 

Ji bo piranîya nivîskarên kurd, bi qasî ku ez dizanim ciyekî wanê taybet ê ji bo nivîs û lêkolînê hatiye veqetandin tuneye. Lewra piraniya wan ji bo debara xwe û malbata xwe bêgav in di karekî din de –ango karekî bi nivîs û lêkolînên kurdî re ne eleqedar e dixebitin. Ji ber vê yekê xwendin, lêkolîn û nivîsên xwe tenê çaxê ji vî karê xwe vala dibin dikarin bikin. Ji bo mînak ez nivîsên xwe piranî li malê, dinivîsim. Çimkî ez bi piranî nikarim li kar, bi karê nivîs û lêkolînê re mijûl bibim. Lê carna çaxê derfet çêbe –ew jî pir kêm caran- li kar jî van xebatana dikim. A nika vê nivîsê ez li ciyê xebatê dinivîsim. Lê belê ji bo nivîskarek bikaribe li ser mijarê baldar be, karekî baş pêk warê, ev havir, ango ciyê kar û mal, ne ciyekî gengaz e. Seba nivîsê divê ciyekî bêdeng û hisê ku tenê ji bo vî karî tê bikaranîn hebe.

Wekî tê zanîn ji bo lêkolîn û nivîsê çavkanî û dokîman divên. Lê ji ber rewşa heyî çaxê nivîskarekî kurd lêkolînekê bike nikare çavkaniyên di derbarê kurdan de li pirtûkxaneyên fermî bibîne û ji wan îstifade bike. Jixwe rewşa me ya aborî jî ne baş e ku bikarin hemû çavkanî û berhemên pêwîst bikirin. Ji ber vê jî berhema ku ji hemû çavkaniyên pêwîst îstifade nake nabe xebateke baş û serketî. Seba ku lêkolîn û nivîskariya kurdî pêşbikeve û serkeftî be divê ji dokuman û çavkaniyên pêwîst îstifade bike. Ji bo vê jî divê pirtûkxaneya kurdî hebe. Hemû pirtûk, kovar û çavkanîyên bi kurdî û yên di derbarê kudan de têde hebin. A hemû kesên bixwazin bikaribin ji vê sazîya berfireh bi hêsanî û bêpere jê îstifade bikin.

Her wiha ji bo nivîskarek bikaribe coş û kelecan bixebite divê bizanibe ku ew xebat û nivîsên wî yên bên weşandin û bigihêje ber destê civakê. Lewra encax bi vî tehrî mirov dikare bi rehetî û bêwestan lêkolîneke dûr û dirêj bike. Gava kesek dest bi xebatê bike, lê heke bawer neke ku ev ked û xebata wî bê weşandin, a wê hingê hêviya wî dişkê û di vê xebata xwe de bi hewes û dil û can naxebite. Lewra min gelek caran dîtiye ji ber van sedeman mirovan dev ji werger û nivîsê berdane.

Lê belê îro ev yeka gelekî guheriye. Meriv dema bala xwe dide çapemenî û weşangerîya kurdî hêviya mirov xurt dibe. Lewra îro ji bo belavkirina berhemên kurdî nîmetekî mîna înternetê heye. Lewra ji bo malperekê mesrefekî wisa zêde tuneye û mirov dikare bi hêsanî xebat û nivîsên xwe li ser înternetê biweşîne û bigihîne her çar niqarê cîhanê. Her wiha ji bo înternetê wisa sînor jî tune. Bi min divê mirov herî zêde li ser înternetê bixebite. Jixwe mirov dikare înternekê wekî qada ceribandinê û gengeşîyê jî bikar bîne. Ango mirov dikare berhema xwe pêşyê li ser înternetê belav bike û piştî rexne û nirxandinan wê li ser kaxizê bide çapkirin. Ez wisa bawer dikim ku evê ji bo berhemên çakê têkûz bibe rêbazeke qenc. Tiştekî dinê yê înternetê heye, gelekî girîng e nivîskar, xwendevan yekser hev du nasbikin, bi hev du re têkiliyê deynin. Her wiha bi xêra înternetê gelek kesên teze dest bi nivîsê dikin, dikarin nivîsên xwe biweşînin û lewma ev derfeteke pir mezin e. Her wiha çaxê xebatên kurdî li ser înternetê werine weşandin wê hingê kesên nikarin berhemên kurdî bikirin dikarin bi xêra înternetê wana bixwînin û ji wan sûdwerbigirin.

Di hêla din de tiştekî divê bê kirin ew jî ew e ku mirov ji bo karê weşangerîyê sponsoran peyda bike. Ango hinek karmend û dewlemendên bi bîrewerê ku xwe bidine li ber vî karî, ji bo pêşketin û geşbûna weşangerî û pirtûkxaneya kurdî derkevin, wê hingê rewşa xirab dê gelekî baş be. Yek jî divê ev kes yên dewletî bi vê alîkariya xwe hêviya qezenc û karê nekin. Vê tenê ji bo xizmetê bikin.

Pirseke dinê ya ku gotî were çareserkirin jî zimanê berheman e. Dema ziman standart nebe di warê weşan û nivîsandinê de tevlihevî û alozîyên mezin dertên holê. Ji ber vê tevliheviyê kesên ku teze dest bi xwendin û nivîsandina kurdî dikin nikarin zû bi zû fêrbin û ev yek alî ber wan dibe astengeke mezin. Divê ev yeka bi awayekî baş bê çareserkirin da ku rê li ber hînbûn û geşbûnê vebe.

Tiştekî din jî ew e ku em bi xwe jî pirtûkên kurdî bi awayekî baş naşopînin û naxwînin. Paşê em radibin hinekê din tawanbar dikin û hemû gunehan diavêjine stûyê xelkê. Lê tiştekî din jî heye; mirov li ser înternetê danasîn û reklama gelek pirtûkên nû dibîne, lê ji ber ku li Ewropa û yan jî li Başûr têne çapkirin em nikarin ji piraniya wan îstifade bikin. Ji bo çaresariya vê pirsgirêkê divê şîrketeke belavkirinê hebe û pirtûkan bişîne her deverê cîhanê.

Rêja pirsgirêkên nivîskariya kurdî gelekî dirêj e, ev ên sereke ne. Çaxê ev çareser bibin dê rewşeke baş derkeve holê û ji bo çareseriya wan kêşeyên din jî dê bibe pêngaveke pêşîn. Bi hêviya wan rojên xweş…

 

muradcelali@gmail.com

Ji bo kurtejiyana Mûrad Celalî

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ka pêşî kurdî bikin zimanê xwe yê fermî

ad

Kurd û mişkên laboratuaran

ad

Ji bo piştgiriya Weşanên Sîtavê nivîskar tên ba hev

ad

Sedemên girtina rojnameger Merdan Yanardag

ad

Salnameyên NÇM'ê hatin desteserkirin

ad

Belgefîlmê Lady Gaga tê kişandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026
news

Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

  • 27 10 2026
news

Harry Kane û Alexia Putellas xelata Ballon d'Orê girtin

  • 27 10 2026
news

Bingol, Mazidagi, Van, Agri spor têk çûn; Mûş, Entab bi ser ketin

  • 27 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname