Luqman GULDIVÊ
Doh li Mexmûrê sala nû ya xwendinê dest pê kir. Zarok wê saleke din a xwendinê bi kurdî û kurdewarî bixwînin. Carê bi minasebeta destpêka xwendinê li bakurê Kurdistanê jidil yan jî ne jidil, hin çalakî dihatin kirin, hinan daxuyanî dida, jinan jî daxwazin dikirin. Daxwaza ku niha piraniyek li serê mitabiq e, “Bila kurdî bibe zimanê fermî”. Gava ku ev daxwaz bi awayekî xurt dihat gotin, piraniya xelkê navçeyên bakurê Kurdistanê bi kurmancî yan jî bi kirmanckî dipeyivîn. Bajar meseleyeke din in, lê navçe hîna warê kurdiyê bûn. Niha êdî kurdî li gundan û li kêm navçeyên bakurê Kurdistanê li mal e. Hindik ma kurdî li bakurê Kurdistanê bêwar bimîne.
Lê li ÅŸûna ku doz xurtir bibe, dengê xelkê êdî kêmtir derdikeve. Ew hêviya ku bi “fermî”ya dewletê ve hat girêdan, jixwe ma li wir: “Divê kurdî bibe zimanê fermî.”
Erê bavo erê, lê berê sembolîk bûya jî di destpêka dibistanê de asîmîlasyona li dibistanên dewleta Tirk dihat protestokirin. Îsal deng ji kesî nehat, kesî bîr nebir ku bi gotinan be jî, vê asîmîlasyona di çarçoveya qirkirinê de protesto bike. Ev ne jibîrkirineke bêguneh e: Ev bêkêriya gunehkariyê ye.
Dewlet wê çima zimanê te bike zimanekî fermî? Heger tu zorê bidiyê û tu nîÅŸan bidî, ew nikare te qir bike, hingê ew ê ji bêgavî ber bi aliyê te ve gavan biavêje. Wekî din ti rêya din li ber te nîn e!
Yanî berî ev daxwaz bi vî rengî ji dewleta Tirk bê kirin, lazim bû, eynî wekî li Mexmûrê, kurdî bibûya zimanê fermî yê civakê. Gava ez vê dibêjim, ez behsa helwestekê dikim: Mirov dibistanên dewletê wekî mekîne û çerxên asîmîlasyonê bi nav bike û wiha di wan bigihîje; mirov li mala xwe, li kolana xwe, li sûka xwe, li gundê xwe, li bajarê xwe kurdî teÅŸwîq bike; mirov li civînên xwe yên civakî, siyasî û çandî, li partiyên xwe yên siyasî, li komeleyên xwe û li her warî pêÅŸî kurdî ji bo xwe bike zimanê fermî…
PiÅŸtî ku te ev helwest nîÅŸan da, jixwe asîmîlasyon êdî bêkêr e. Wê çaxê dewlet wê neçar bimîne gavan biavêje. Lê îsal, em xwedî helwesteke ew çend qels û lawaz bûn, bi rastî jî êdî ew helwest ji ecêb û sosretan bû. Xuyakirina kurdî li nava meydana amî, bihîstina wê li nava bajar û bazaran, teÅŸwîqa herî mezin û garantiya herî xurt a têkoÅŸîna li dijî asîmîlasyonê ye. Gava ku me li nava xwe zimanê kurdî nekir zimanê “fermî” yanî kurdî nebe zimanê sereke yê daxuyaniyên me, zimanê sereke yê çapemeniya me, zimanê sereke yê çalakiyên me yên çandî, helwesta me ya beramberî zimanê me wê bibe helwesteke neerênî. Helwesta neerênî jî nîÅŸanî asîmîlekeran dike ku ew bi ser dikevin.
BaÅŸ e, heke tu di karekî de bi ser bikevî, tu wê jê biqerî? Gelo te yeqîn e ku dewleta Tirk di warê tunekirina kurdî de serketî be û jê vegere, bibêje, “eyb e, ÅŸerm e, guneh e, ez vê asîmîlasyonê nekim, ne însanî ye! Ez kurdî bikim zimanê fermî…” Ma ev karê aqilan e?
Em kinerê li meselê bixin: Li Amedê qeyûmê ku îradeya amediyan dagir kiriye, karî pêr bi hezaran ciwanan li ber stranên qirkirina çandî li Meydana Deriyê Çiyê kom bike. Ew meydan ji bo doza kurdî tijî nebe, kes guh nade kurdan û tu kes jî nabêje, wele ev doza “zimanê kurdî bila bibe zimanê fermî heq e”. Ji bo ev doz bibe dozeke heq, divê jidil aliyên siyasî, civakî û çandî yên têkoÅŸîna kurdan xwedî lê derkevin.
Ozgur Polîtîka