Bûbê Eser
Hûn ya rastî bixwazin roja ku ez ji Zindana Diyarbekirê hatime berdan û heta roja îro min qet û qet rojek ji rojên wan rojan ji bîr nekirine û ez ji bîr jî nakim. Ji ber ku naxwazim ji bîr bikim. Her ku ew roj têne bîra min ez li xebatê germtir dibim. Her ku rêzekê dinivîsînim, beşdarî panelekê yan jî civînekê dibim, yan jî her ku pirtûkekê dixwînim an jî dinivîsînim, wekî min hinek tola xwe hilanî be, dizanim.
Lê dema ku nivîsa braderekî ku ji wê zindanê derketiye dixwînim, ew bêhtir tesîrê li min dike ku ez bikaribim ji bo azadiya gelê xwe tiştekî bikin û ji bo tolhilanîna wan rojan her têdikoşim. Vê carê jî nivîsa birêz Xidir Ûso ya di malpera Rizgerî.org de û bi navê ”Li Zindana Amedê îşkenceya du rojan” dema ku min xwend gelekî êşiyam. Ji nû de wekî mirov çoyekî (dar) li serê hev bixe, li min jî wiha hat û ez xwe bi xwe fikirîm. Ketim nava xem û xelayên bê binî. Çûme Zindana Diyarbekirê. Girtiyên nîv mirî yek bi yek hatin ber çavên min. Bi tade û îşkenceyên wê zindanê jiyam. Ji nû li ser wê rewşê fikirîm. Piştre hinekî ji xwe re giriyam… Da û stend, ponijîm û ketim nava xem û xeyalan. Li Zindanê Diyarbekirê ji nû de bûme mêvan. Bi tade û îşkencayên li wir dihatin kirin ji nû ve jiyam. Bi lêdana her jopekê Gardiyanekî û bi êşa destên xwe, min çirûskên azadiyê didîtin. Her tîbûnek, her birçûbûnekê ez û em bêhtir ber bi azadiya gelê me de dibirin. Ji ber me dizanibûn ku ev birçîtî û bê avî ji bo çi ye. Lê gelo birçûbûn û tenebûna îro ya kesên me yên wê demê, wan ber bi ku de dibin?…
Fikirîm û ponijîm; Gelo ew tade û îşkenceyên ku me dîtin ji bo çi bûn? Gelo ew bê nan û bê av mayîn ji bo çi çû? Helbet ji bo azadiya welêt bû. Gelekî fikirîm ku ew kesên me yên ciwan ketin zindanê û dema bi porên xwe yê sipî ji wir derketin, niha çi dikin? Çawa dijîn? Gelo bi rastî jî îro ew kes çawa têna nasîn? Kî xwedî li wan derdikevin? Gelo li hal û rewşên wan têne pirsin? Gelo û gelo… Bawer nakim ku kes êdî li halê wan û rewşên wan dipirsin. Gelek hatin ji bîrkirin jî....
Divê bê zanîn ku ew kesên me, ji bo miletê xwe, ji bo azadiya gelê xwe berxwedan, ciwaniyên xwe nejiyan. Bi temenên xwe yên mezin ji zindanê derketin. Niha gelek ji wan nikarin bizewicin. Gelek nikarin wê hîs û xweşiya bavtiyê bijîn. Niha gelek ji wan bi zikekî têr bi du zikê birçî li welêt dijîn. Gelo îro rewşa wan kesên me di bala kê de ye?
Eger em miletek bin, eger em bawer dikin ku hemû xebatên ji bo azadiya gel tê kirin hev temam dikin. Û eger em ji berxwedan û serîhildana gelê xwe, wan kesên ku ev tekoşîn di demên herî zorde dikirin, divê neyên ji bîr kirin, bawerbin. Divê em wan kesan bi awayekî baş û rind bipesinînin. Divê em xwedî li wan derkevin. Divê em bi derd, êş û kêmaniyên wan yên niha ve rabin. Lê bawer nakim. Niha ji bilê yên derketine Ewropa yên din bi awayekî gelemperî jiyaneke ne baş dijîn. Gelek ji wan hatin ji bîr kirin û roj bi roj têne ji bîrkirin jî.
Dema em li dîroka welatên cîhanê dinêrin, em dibînin ku ew kesên xwe yên îşkence dîtibin, hinekî di zindanê de razabin, bi awayekî baş xwedî li wan derdikevin. Lê mixabin yên me kurdan ne wiha ye. Ew kesên ku 20-30 salan li wê Zindana Diyarberkê razana îro gelek ji wan hatin ji bîrkirin. Çend kes mabin jî, ew jî bi xêra nas, dost û hin hevalên xwe rûmetekê digirin. Lê ew jî kêm dibe. Eger wiha here piştî çend salekê, wê ew kesên me yên bi rûmet, xebatkar û dilsozên welatê xwe, hemû bêne ji bîr kirin. Heyf e. Divê wiha nebe.
Ey rêxistinên bakurê Kurdistanê yên mayî, komeleyên demokratîk, partî û saziyên bakurê Kurdistanê yên niha hene. Yên dibêjin ku em hîn li ser nigan in. Carekê li xwe bizivirin, bizivirin, bifikirin û bibînin ku bê van kesên me di demên xwe de û di wê Zindana Diyarbekirê de çawa ber xwe didan. Li hember dijmin çawa radiwestiyan, îro ketine çi halî... Gelo vijdanê mirov çawa qebûl dike ku mirov wan ji bîr bike yan jî alîkariya wan neke, bi derd û êşên wan re rane be…
***
Nivîsên Bûbê Eser ên din ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Em çi bikin gelo?
- Bûbê Eser: Eger weşanger hemû zerar dikin çawa ew qas berheman çap dikin?
-


