logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
news-details

Nirxandinek li ser “Dûvpişk bi xwe ve nade”

Ev romana bi navê “ Dûvpişk Bi Xwe Venade” ji aliyê nivîskar Edîb Polat ve hatiye nivîsandin. Weşanxaneya Evrenselê ew ç

  • Dîrok: 23/03/2011
  • Beş: Serbest

Amed Kanî

Ev romana bi navê “ Dûvpişk Bi Xwe Venade” ji aliyê nivîskar Edîb Polat ve hatiye nivîsandin. Weşanxaneya Evrenselê ew çapkiriye. Ji du sed û sî rûpelî pêk hatiye.
Dema xwendekar dest bi xwendinê bike, wê rastê teknîkeke nûjen di destpêkê de were. Mirov dikare bêje ku ew roman wekî fîlmê sînemayê bi dîmena dawî ya rûdawê dest pê dike. Ev destpêk bi şayesandineke seyr û serkeftî mirov dikişîne nav rûdawa ku dişibe serpêhatiyeke balkêş. Ji şayesandina destpêka romanê hinek mînak: “Parçeyek ewr yê ku niha li alî rastê bû, bibû şêrekî li ser terriya xwe rûniştî, lê pirça sermilk û terriya wî li nav ewran gilokan çê kiribû. Wî devê xwe ji ronahiya rojê re vekiribû, dixwest hemî tîrêjan daqurtîne. Ev ne ewrên havîna navîn bûn ku mîna kirasên hiriya pez bin, lê niha mîna kincên bûkaniyê yên sipî tenik û zelal bûn. Telpek ewrê li ser lotika alî çepê, mîna siya mirovekî bû, parçeyê bin piyên wî li nêzîkî aso ketibû şiklê bersinga keçekê. Serê bersinga keçikê sorî kurr û bi gupik bû. Hemî ewr bi qursên mîna xwînê lewutîbûn.” Di vê şayesandinê de hunera tenasubê heye, ji ber ku roman ji serî heta dawî qala kuştinên kiryarên wan goya nediyar ku di eslê xwe de ji alî nivîskar ve tê diyarkirin û ew jî xwînrêj in. Ev destpêk (Dawiya rûdawê) bi vê pirsa Prof. Dr. Mervan Şen diqede: “Tu û vê derê? Çend sal derbas bûn ku me hev nedîtiye?”
Ji vir bi şûnde roman, wekî çîrokeke ku bi devê pîrejineke kurd tê vegotin hatiye honandin. Dîsa dikarim bêjim tenasubeke hunerî heye, hem bûyer bi çekên dûvpişk diqewimin, hem dûvpişk bi pîrejinê vedide, hem pîrejin hiriyê bi teşiyê dihone û hem jî nivîskar bi tevna romanê bûyeran dihone. Niha jî em dikarin li ser lehengê romanê rawestin: Hilbijartina leheng Ekremê Duhokî tiştekî gelek balkêş e. Ekrem Duhokî ji Başûrê Welêt e, ji Duhoka rengîn e, di nav refên pêşmergeyan de ji qetlîama Helebçê reviyaye hatiye li Amedê li Welatê xwe bûye dîlê qampekî. Ev hilbijartin yekîtiya welêt jî tîne holê, ku kurd sînorên li ser singa welatê xwe nasnakin.
Kesê duyemîn ku bi Ekrem re ji Başûrê Welêt hatiye Yezdan Zaxoyî ye, ku bi eslê xwe ji Bakurê Welêt e. Di nava rûdawê de wekî îtîrafkarekî cî digire. Kesê sêyemîn jî Merwanê Devse ye ku di dawiya romanê de wekî profesorekî bijîşkî dertê hember me. Yek ji lehengên sereke Refik e ku di bûyerê de û di berxwedanê de gelek girîng e.
Ev roman bûyerên ku di dîroka nêzîk de gelek bandor li ser neteweya kurd kirine digre dest xwe û bi teşeya romanî dihone. Yek jê hatina pêşmergeyan e û ya din jî jenosîda kurdan ku bi kuştina Wedat AYDIN hate destpêkirin e.
Hinek teybetmendiyên din yên romanê ev in:
1- Mirov dikare bêje roman romaneke realîst e, ez wekî kesekî ku di temamê jiyana xwe de niştecihê Amedê bûme, bi qasê danasîna nivîsvan min ne dukana Korûsif, ne çarşiya şewitî, ne Minara Çarnig, ne Dêra Meryemayê, ne xan û mizgeftên Amedê nasiye.
2- Roman ji aliyê çanda kurdî ve dewlemend e, gotinên pêşiyan di ciyê xwe de hatine bikaranîn.
3- Roman ji hêla olan ve xweşbînî ye, deh fermanên Tewratê bigre heta çarmîxa Îsa  bîreweriyên misilmanan û hwd.
Kurteya Rûdawê: Di salên ku Pêşmerge tên Amedê de sê kes (Ekrem Duhokî, Yezdan Zaxoyî û Mervan Şen) bernama Partiyeke Kurd werdigerînin tirkî, ji ber vî karî Ekrem tê darizandin, lê di vê navê de ew ji bo xwendina mastirê li Zanîngeha Dîcleyê ye û bi keçeke tirkmen ya bi navê Aycan re pêwendî daniye, paşê ketiye hefsê û derketiye, hevaltiya wî û Refikê serokê partiyeke kurd li Amedê heye, di pêvajoyê de Refik tê kuştin. Yezdan jî bûye “îtîrafkar” û dîtiye kê Refik kuştiye. Di xwepêşandana cenazeyê Refik de Ekrem û Aycan birîndar dibin li nexweşxanê rastê hev tên û bi hev şadibin. Paşê serokê JTM’ê Birrek û “Îtîrafkar” dikevin pey şopa Ekrem ku wî bikujin. Ekrem direve Enqereyê û Aycana ku ji Enqerê ye li wir dibîne, ji kêfan wisa bi hev şadibin ku Aycanê dibe jina Ekrem, lê ev nayê hesabê dê û xwişka Aycanê ku di dema reva Ekrem a Swîsrê de îxbara Ekrem dikin û Ekrem ji hêla Birrek û hevalên vî ve tê kuştin û tê avêtin nava Deryaya Egeyê. Piştî hemû bûyeran “Îtîrafkar” Yezdan tê mala Pîrejina çîrokbêj û  nasnameya Refik dide pîrejinê, dibêje “erê ez îtîrafkar im, lê ne xayîn im.”  


Nîşe
: Nirxandinên din yên derbareyê romanê de:
-Nivîsa Fehîm Işık weke pêşgotin di pirtûkê de cih digre.
-Nivîsa Helîm Yûsiv di malperên Kurdî de. (Rojeva kurdistanê, netkurd, welatperwer.)

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 18 04 2026

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

news
  • 15 04 2026

‘Bazirganê Xeyalan’ û Xerckirina Jiyanê

news
  • 13 04 2026

Di zimanê kurdî de bingeha yekkîteyî

news
  • 04 04 2026

20 sal, 20 TL (Vê agahiyê bixwînin)... Hat nûkirin

news
  • 30 03 2026

Şîn, Windabûn û Rewşa Depresîf

news
  • 29 03 2026

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Dewleta Iraqê petrola Kerkûkê difroşe Urdunê

ad

Hunermed Asala Nasrî û strana ‘Ez kevok im’

ad

Kurtefîlm û belgefîlmên pêşbaziyê diyar bûn

ad

BDP li benda alîkariya piştgirên xwe ye

ad

Ji bo aştiyê meşa hêviyê

ad

Salek derbas bû, kesî ji bîr nekir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname