Diyarname
Roja 06.02.2023'yan, navend Mereş, li 11 bajaran erdhej çêbû. Saet 04.17, pêşî bi meziniya 7.8 û dûre bi meziniya 7.5...
Bi 10 hezaran însan êdî ji xewê hişyar nebûn.
Li gor agahiyên fermî 53 hezar û 537 kes mirin. Li gor agahiyên ne fermî bi ser sed hezarî de...
Di salvegera erdhejê de xelk hê jî perîşan e.
Di vê salvegerê de çend agahî
- Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan di dema erdhejê de gotibû, 'Bila kes xeman nexwe. Pêdivî bi 600 hezar avahiyan heye. Di nav salek de emê hemûyan çêbikin û teslîmê xelkê bikin. Bawerî bi vê gotina dewletê bînin.' Salek derbas bû li gor îstatîstîkên li ber dest sedî dehê avahiyan hatine çêkirin.
- Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel îro li Kirikhana Hatayê bû û bertek nîşanî gotinên Erdogan dan.
- Hevseroka DEM Parti Tulay Hatimoglullari îro civîna koma partiya xwe li Hatayê çêkir. Hatimogullari got, divê bi lezgînî avahiyên wan bêne teslîmkirin. Krediyên wan bêne paşxistin, piştgiriya karker û cotkaran bê kirin. Alîkariyên li hundirê welat û derve hatine ji bo tiştên din neyê xerckirin, ji bo vir bê xerckirin.