Diyarname
Nivîskar Mihemed Ronahî ku berê berhema “Uldiz û Qijikên Reş” ji farisî wergerandibû, vê carê romaneke kurdî a bi navê “Bendewarên Adarê” nivîsand. Romana ku ji Weşanên Ronahî derketiye qala trajediya malbateke kurd dike.
“Bendewarên Adarê” ku ji 160 rûpelan pêk tê, behsa trajediya malbateke kurd û çand û jiyana Herêma Têrkan a bi ser Pîrana Amedê dike.
Lehengê romanê Mihemed û kurê wî Elî ye. Mihemed kesekî ji rêzê ye. Di derdora evînekê re, sedemên veguhertina 2 nifşan dide der. Romana ku behsa jiyana saleke ya lehengan dike, taybetiyên Herêma Têrkan, civaka wê, nifş û evînên wê jî dike.
Pirtûkên Weşanên Ronahî
Weşanên Ronahî di sala 2009'an de li Amedê hate avekirin û weşanxaneyê heta niha 9 pirtûk çap kirine. Vane pirtûkên ku Weşanên Ronahî çap kirine:
- “Masîreşê Biçûk” / Samet Behrengî / Çîrokên Zarokan
- “Uldiz û Qijikên Reş” (Samet Behrengî / Çîrokên Zarokan)
- Yekîtiya Ewropayê / Feleknaz Uca / Lêkolîn
- Labîrenta Evîna Sêwî / Mehmet Çakmak / Çîrok
- Mestûre / Tosinê Reşîd / Roman
- Kîraze / Solmaz Kamuran / Roman-Werger
- Kulmek Morîkên Şînbirik / Eyup Guven / Roman
- Bendewarên Adarê / Mihemed Ronahî / Roman
- Kurdên Almanyayê / Zekî Ozmen / Lêkolîn


