logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  2. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  3. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
  4. Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!
  5. Lîstikvan Sam Neil mir
news-details

Bret McGurk, Qasim Suleymanî û Iraq

Bret McGurk navê wî wekî nûnerê Obama ku li hemberî DAIŞ’ê têdikoşe hat bihîstin. A niha jî wek nûnerê Trump tê zanîn. L

  • Dîrok: 07/09/2018
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Ercan Sezgîn

Bret McGurk navê wî wekî nûnerê Obama ku li hemberî DAIŞ’ê têdikoşe hat bihîstin. A niha jî wek nûnerê Trump tê zanîn. Lê di esasê xwe de ne nûnerê kesan e, wek nûnerê dewleta DYA’yê yê Rojhilata Navîn e. Piyek wî li Bexdayê, yek jî li Hewlêrê ye. Carna li Kobanê bi YPG’ê re hevdîtinan dike, carna li jî Enqereyê bi Tirkiyeyê re hevdîtinan pêk tîne.

Qasim Suleymanî jî serleşkerê hêzên Qudsê yên Îranê ye. Lê di demên dawî de, wek nûnerên Îranê yê Rojhilata Navîn derket pêş. Ew jî li hemberî Bret McGurk, hevdîtin li ser hevdîtinan dike. Piyek wî li Şamê ye, yek li Yemenê ye. Geh li Necefê bi Sîstanî re diaxive, geh li Hewlêr bi Barzanî re diaxive.

Di 12’yê gûlana 2018’an de, li Iraqê hilbijartin çêbûn. Di ser hilbijartinan de 4 meh derbasbûn lê hîn jî hikûmetek nehatiye avakirin. Avakirina hikûmeta Iraqê, bûye têkoşîna navbera Îran û DYA’yê. Ji ber vê yekê jî Bret McGurk û Kasim Suleymanî di nav hewldanan de ne. Herdu jî dixwazin hikûmeta Iraqê li gor berjewendiyên dewletên wan bê avakirin. Di hilbijartinên Iraqê de, Koalisyona Sairun bi ser ket. Koalîsyona Sairun ji aliyê Mukteda El Sadr ve tê destekkirin. Mukteda El Sadr jî yek ji serokê şîiyên Iraqê ye. Hem li hember Îranê ye, hem jî li hember DYA’yê ye.

Duh parlamentoya Iraqê ya nû, cara yekem hat gel hev. Di civîna yekem de, serokê parlementoyê û serokkomarê Iraqê tê hilbijartin. Dema serokkomar hate hilbijartin, divê di navbera 45 rojan de peyvîr bide yekî ku hikûmetê ava bike. Wek tê zanîn li gor makeqanûna Iraqê, serokê parlementoyê ji siniyan, serokkomar ji kurdan, hikûmet jî ji şîiyan tê avakirin. Ji bo serokê parlamentoyê sinî bereyek avakirinê. Lê li ser yek namzedî li hev nakin. Ji bo serokkomarî yê ji kurd ne yek in. Kurd jî di nav xwe de parçe ne. PDK û YNK’ê di nav xwe de karbeşiyek kirine. Serokkomarî ji YNK’ê re, serokê Herêma Kurdistan jî ji PDK’ê re ye. Berê hate gotin ku dê zavayê Hêro Talabanî bibe namzed. Lê paşê jî Pavel Talabanî daxuyanî da û got ku namzedê wan Behrem Salih e. Behrem Salih ji YNK’ê qetiyabû û bereyek demokrasiyê ava kiribû.

Ji bo avakirina hikûmetê, hevdîtinên dizî û vekirî berdewam dikin. Koalîsyona Sairun ku Sadr pêşengî dike, koalîsyona Nasir ku Ebadî pêşengî dike û koalisyona neteweyî ku Ammar El Hekim pêşengî dike, daxuyanî da ku wan li ser avakirina hikûmetekê li hev kirine. Lê ji bo avakirina hikûmetê hejmara wan têrê nake. Gelek kurd û siniyan jî bikin nav xwe. DYA dixwaze hikûmeta Iraqê bi vî rengî were avakirin. Lê li hember vê yekê Îran jî dixwaze koalisyona El Fetih ku Hadî Amirî pêşengî dike û koalisyona dewleta Kanûn ku Nûrî El Malîkî pêşengî dike hikumetek ava bikin. Serokê koalisyona El Fetih Hadî Amirî daxuyanî da ku ger hikûmetek li derveyî wan were avakirin, ew qebûl nakin û dê mudaxele bikin. Hadî Amirî di heman demê de serokê Heşdî Şebî ye. Kurd jî di nav her du aliyan de diçin û tên. Kîjan alî destek bikin dê ew alî hikûmetê ava bike. Hejmara parlamenterên kurd di parlementoya Iraqê de 60 kes in. Lê bi yek dengî tevnagerin. PDK û YNK hevdîtinan dikin lê hê jî tu tişt bi ser nexistine. Pêşveçûnên başûrê Kurdistanê jî bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye.

Li Iraqê hemû tişt li bin guhê hev ketine. Dê Bret McGurk û Amerîka bi ser bikeve yan Qasim Suleymanî û Îran? Nediyariyeke siyasî heye û ev jî bandorê li aborî û civakê dike.

04.09.2018, E-rojname

Parve Bike

Youtube Me
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Li Stenbolê alarma berfê, dibistan hatin betalkirin

ad

Ferxo û awazek kevin

ad

Ji bo 150 rojên Roboskiyê çalakî

ad

Heyeta KCD'ê çû serdana Barzanî

ad

Nahêlen Nûdem derbasî Rojava bibe

ad

Ji bo Kûpaya Cîhanê ya 2018'an pişke hat kişandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike

  • 14 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026
news

Keşeyên Bûdîst ji bo 'flort'ê bûn navbeynkar!

  • 13 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname