Diyarname
Belê Waliyê Agirî diaxive: "Em neviyên Ehmedê Xanî ne." Belê ev gotina wî ye!
Bi biryarên KHK'ê (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) ji Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Kurdî-Der bigire heta gelek şaxên Navenda Çanda Mezopotamyayê hatin girtin. Yek ji wan saziyan ku bi KHK'ê hat girtîn jî Akademiya Ehmedê Xanî ya ku li Huzurevleriya Amedê kar dikir bû.
Waliyê Agirî Musa Işin di temamkirina restorekirina Mizgefta Ehmedê Xanî de wisa gotiye, "Em neviyên Ehmedê Xanî, Mewlana û Yunus Emre ne û divê em layiqî wan bin."
Wekî notek: Hevşaredarê Agirî Sirri Sakik ji aliyê Hikumeta Tirkiyeyê ve ji peywirê hat girtin û Walî Işin ji dêvla Sakki wekî kayyum hat peywirdarkirin.


