Samî Tan
Her wekî çawa pêşiyên me gotî, “Çil çîrokên hirçê hene, her çil jî li ser hirmiyê ne” ê me her tim di rojeva me de ziman û perwerdehî heye. Her çiqas nivîsên min ên di vî quncikî de bi giranî siyasî bin jî kar û barê min têkoşîna parastin û pêşvebirina kurdî ye. Di nîveka meha çûyî de me li Amedê Komxebata Ziman û Perwerdehiya Kurdî li dar xist. Ji her çar parçeyê welêt mêvanên me hebûn. Ev hefteya çûyî em li başûrê Kurdistanê bûn. Ji ber vê yekê min derfet nedît nivîsa xwe hefteya çûyî binivîsim. Em li bajarên Başûr Hewlêr û Silêmaniyê geriyan. Me xwest em pergala perwerdehiya wan a bala nas bikin. Bi vê mebestê em çûn serdana beşên kurdî.
Li Silêmanî hema bêje me piraniya mamosteyên beşa kurdî re hevdîtin kir. Bi alîkariya mamoste Merîwan Dewlet me bi wan re hevdîtin kirin. Di serî de Dekanê Koleja Zimanan Prof. Dr. Mohammed Dilêr Emîn û Berpirsê Pirtûkxaneya Navendî ya Zankoyê Mihemed Kasas hemûyan em bi dilgermî û kêfxweşî pêşwazî kirin. Mamoste Kasas ji pirtûkxaneyê gelek pirtûk diyarî me kirin. Li Hewlêrê jî Serokê Beşa Kurdî ya Zanîngeha Selahaddîn em bi dilgermî pêşwazî kirin, wî gelek pirtûk beşê diyarî me kirin. Em ji hemûyan ji mêvandarî û dilgermiya wan spasiyên xwe pêşkêş dikin.
Piştî vê destpêkê em dikarin der barê rewşa beşên kurdî yên zanîngehan de hinek bîr û boçûnên xwe diyar bikin.
Li gorî agahiyên ku mamosteyan daye, her beşê derdora 300 xwendekarên wan hene. Hejmar jî xwendekarên master û doktorayê hene. Kurdî di nav Koleja Zimanan de cihê xwe digire, statûya Beşa Kurdî ji wan berztir nîn e. Mixabin bi qasî ku me dît, prestîja zimanê kurdî jî ji zimanên din bi taybetî îngilîzî kêmtir e. Dema ku mirov bala xwe dide pirtûkên waneyan jî bi piranî pirtûkên kevn in, bi piranî di salên 1970-80’yî de hatine çapkirin, pirtûkên nû pir kêm in. Her wiha avahiyên zanîngehan pir kevin in, nemaze avahiya Beşa Kurdî ya Selehaddîn mirov nediwêrî di derenceyên wê re hilkişe. Tevî ku beşên teknîkî xwediyê cihên nû û nûjen in, beşên zimên di vê rewşê de ne. Her wiha tevî ku li her du bajêr jî gelek avahiyên nû çêbûne jî avahiya Zanîngeha Silêmanî hê jî wekî berê ye. Tiştê dilsojtir ev e ku prestîja wan zanîngehan zêde ne bilind e û kesên ku derfetên wan hene zarokên xwe dişînin zanîngehên taybet. Tiştê herî xeter jî giregirên hikûmeta federal zarokên xwe dişînin, dibistanên Fetullah Gulen.
Ji bilî zanîngehan em li hinek saziyên rewşenbîrî geriyan. Li Silêmaniyê Binkey Jîn di warê arşîv û dokumantasyonê de xebatên gelekî hêja dike. Mamoste Hilmî Salih û Siddiq Salih di warê dîrok û kelepora kurdî de xebateke gelekî hêja dikin. Di vî warî de gelek gilî û gazinên Hilmî Salih ji saziyên rewşenbîrî yên Bakur hebûn. Wî digot,”Gelek belge di pirtûkxaneyên Tirkiyeyê de hene, lê belê kes tu xebata berhevkirina wan nake.”
Her wiha Enstîtuya Kelepora Kurdî jî di warê kelepora kurdî, nemaze jî folklorê de gelek xebat kirine û gelek berhemên giranbuha çap kirine.
Li Hewlêrê jî Akademiya Zimanê Kurdî di warê zimanê kurdî de berhemên baş amade kirine. Lê belê der barê Akademiya Zimanê Kurdî de rexne û gazin jî pir in. Gelek kes wisa bawer dikin ku akademî şayanî navê û bi qasî derfetên xwe xebatê nake û berheman dernaxe. Her wiha helwesta serokê wê ya soranîperest jî tê rexnekirin.
Bi kurtasî rewşa xebatên kurdî li Başûr ev e. Gel bi awayekî suriştî bi kurdî dijî, hema bêje hemû qadên jiyanê bi kurdî ne. Lê di warê bîr û baweriyê de qelsî û lawaziyeke mezin heye. Wekî ku mirovan ji bilî jiyana daringî tu hêvî û armanc nebin xuya dike. Ji aliyê çandî û felsefî ve civak ji bandora hêzên derveyî re vekirî ye. Ev jî cihê metirsiyê ye.