Diyarname
Vê hefteyê ji bo nivîskariya kurd hefteyeke xemgîn bûn. Nivîskarên kurd Mahabad Qeredaxî û Elî Abdullah wefat kirin.
Elî Abdullah li Silêmanî wefat kir
Helbestvanê kurd Elî Abdullah Şewnim roja 10'ê kewçêrê di temenê 95 saliyê de li Silêmanî wefat kir.
Helbestvanê kurd Elî Abdullah Şewnim derbarê wêjeya kurdî de 4 pirtûk nivîsandine. Gelek helbestên wî bûne stran.
Helbestvan Elî Abdullah di sala 1925’an de li Helebceyê hatiye dinê, li Zanîngeha Bexdayê Beşa Mamostetî xwendiye. Wî di sala 1942’yan de yekem nivîsa xwe di kovara Gelawêj de weşandiye. Ji wê demê heta niha çend pirtûk nivîsandine. Li ser wesiyeta wî cenazeyê wî li Helebçeyê hate definkirin. Kurê Elî Abdullah Şewnim ê bi navê Peyber Elî, di merasîma definkirina cenazeyê deji bo Rojnewsê axivî û got; “Bavê min hemû temenê xwe bi nivîsîn, helbest û perwerdekirina zarokan ve derbas kir.”
**
Helbestvan Qeredaxî wefat kir
Helbestvan û nivîskar Mehabad Qeradaxî ji ber vvîrûsa koronayê 9'ê kewçêrê li Hewlêrê wefat kir.
Helbestvan, nivîskar, wergêr, aktîvîsta mafên jinan Mahabad Qeredaxî roja 22'yê rêbendana 1966'an li bajarê Kefrê yê girêdayî Kerkûkê hatiye dinê. Helbest, roman, çîrok bi dehan pirtûk nivîsî. Sala 1984'an de Li Kerkûkê Zanîngeh xwend. Di sala 1992'yan de ligel helbestvan û nivîskar Mistefa Germiyanî zewicî û sala 1993'yan li Swêdê bi cih bû. Demek dirêj li Ewropayê ma. Di sala 2005'an de Başûr li ser mafê jinan bû şêwirmenda Nêçîrvan Barzanî.
**
PEN'a Kurd peyam weşand
PEN'a Kurd li ser her du wefatan peyamek weşand û wisa got: "Bi xemgînî em pê hesiyan ku mamoste E.A.Şewnim û Mahabad Qeredaxî li başûrê Kurdistanê, piştî çend rojên nexweşiyê koça dawî kirine. Em li ser navê PEN'a Kurd sersaxiyê ji malbata wan û nivîskarên Kurd re dixwazin."