Diyarname
Dawiya vê mehê jî li gelek bajaran çalakiyên çandî hene. Lîstikên şanoyê, gotûbêj û temaşekirina belgefîlman... Fermo çalakiyên dawiya vê mehê...
AMED
- Şano
27 'Rêbendan: Lîstika Şanoya Ar a bi navê "Qral û Travîs" 27'ê mehê li sehneya Şanoya Bajêr a Amedê ye. Lîstik saet 19.30 de tê lîstin.
- Sohbet, îmze
28 Rêbendan: Romana Sîdar Jîr "Duşema Rengîn" nû derket. Ji bo danasîna romanê çalakiyek li Odeya Sanayî û Ticaretê ya Amedê li dar dikeve: Saet 15.00-17.00
*
WAN
- Şano
27 Rêbendan: Lîstik Batman YenîSahneyê ya bi navê "Forsa Şerko" li Wanê derdikeve pêşberî temaşevanan. Lîstik saet 16.00 û 19.30 de, du cara dê bê lîstin.
*
MÊRDÎN
- Lîstika Zarokan:
27 Rêbendan: Lîstika zarokan "Şengê û Pengê" 27'ê mehê li Şaneşîn Performansê tê lîstin. Lîstik saet 15.00'an de dest pê dike.
-Şano
28 Rêbendan: Li heman cihî lîstika bi navê "înfaz" tê lîstin.
- Gotûbêj
28 Rêbendan: Li Mawa kitabê gotûbêjeke bi navê "Li Dora Peyvê Li Dû Çîrokê" heye. Bajar Mîrzeman û Burhan Tek beşdar dibin. Saet 15.00
*
BATMAN
- Gotûbêj
28 Rêbendan: Li Eywana Baroya Batmanê gotûbêjeke bi beşdariya nivîskar Mehmet Dîcle heye. Moderator Rûbar Elî ye. Dicle li ser romana xwe ya nû "Berfa Sor" dê biaxive. Saet 15.00.
*
ÎZMÎR
- BelgeFîlm
Li îzmîrê li Navenda Çanda Fransiz "Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî" heta 28'ê mehê didome. Yên bixwazin, temaşekirin bê pere ye.
*
STENBOL
- Gotûbêj
27 Rêbendan: Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî gotûbêjeke bi tirkî heye: "Di Kurdolojiyê de Rola Kovara Kurt Tarîhî". Gerînendeyê Weşanê yê Kurt Tarîhî Mesut Yegen bi moderatoriya Alişan Akpinar wê biaxive. Saet 16.00
NOT: Çalatiyên haya me jê tune bin hebin û agahî bo me bên, emê belav bikin.


