Diyarname
Li gor komîsyona jinan a DTP'ê dê li du bajaran û 13 navçeyan jinan wekî berendam nîşan bide. Vane ew der:
Li gor komîsyonê bajarên Dêrsim, Qers û li 13 cihên din dê li gor kotaya jinan a di DTP'ê de berendamên şaredariyan jin bêne nîşandayîn.
Komîsyona Kişfkirina Endamên Jinan a Navendî ya DTP’ê Nihayet Taşdemîr li ser hilbijartina şaredariyan a 2009'an navên bajar û navçeyên ku dê jinan wekî berendamê şaredariyê nîşan bidin wisa rêz kir: Dêrsim, Qers, navçeyên Licê, Egîl, Bismil, Baglar ên Amedê, navçeya Bazîda Agiriyê, navçeyên Dêrik û Nisêbînê yên Mêrdînê, navçeya Wêranşara Rihayê, bajaroka Îkîkopriya Êlihê, bajaroka Bostanîçiya Wanê.
Li gor komîsyonê di van bajaran de divê tenê jin ji bo pêşberendamiyê serîlêdan pêk bînin.
Wekî not: Di nav DTP'ê de sedî 40 kota ji bo jinan hatiye veqetandin. Û pirs jî ev in: DTP bi ser sedî re bi destxistina şaredariyan ji xwe re kiriye hedef, ger sedî 40 kota hebe çima tenê li 15 cihan dê jin wekî berendam bêne nîşandayîn? Tişteke din çima navên van deran raste rast hatine eşkerekirin? Dibe ku ji van deran hin cihan gelê wir berendameke jin naxwaze?


