Diyarname
Du nivîskarên kurd ên naskirî, nivîskar Helîm Yûsiv û Sîdar Jîr piştî salan ji weşanxaneyên xwe veqetiyan, êdî dê pirtûkên wan li cihên din çap bibin.
HELÎM YÛSIV Û PEYWEND
Nivîskar Helîm Yûsiv ji roja ku Weşanxaneya Peywendê vebûye de pirtûkên wî li cem Peywendê çap dibin. Heta niha roman û çîrokên wî li wir çap bûn. Herî dawî pirtûka wî ya çîrokan "Mêrê Ku Li Teriya Xwe Digere" ji Peywendê derketibû. Niha rêya Helîm Yûsiv û Peywendê ji hev cuda bû.
Helîm Yûsiv li ser veqetîna xwe ya ji Peywendê ji bo malpera me wisa got, "Di vê mijarê de ya herî berbiçav ew e, ku nivîskar her sûcî davêje aliyê weşanxaneyê, wisa jî weşanger her kêmasiyê davêje aliyê nivîskêr. Ez bi xwe li meselê bi vî awayî nanerim. Têkiliya nivîskarekî bi weşanxaneyekê re têkiliyeke du alî ye û gelek tiştên biçûçik hene ku bi demê re tên ser hev, mezin dibin û êdî roja rawestandina ew meşa bi hev re, ew karê bi hev re, digihêje qonaxa rawestandinê û têkilî bi dawî dibe. Ji bo min hinek guhertinên ku ne li bendê bûm di rewşa weşanxana PEYWENDê de çêbûn. Weşanger û ekîba kar hemû hat guhertin û ji bo min berî çend salan, piştî radestkirina weşanxaneyê ji weşangerekî bo yekî din, biryara berdewamiya bi Peywendê re ne hesan bû. Min heta dawî hewil da ku ev têkilî berdewam bibe, lê ji min ve wisa xuya bû, ev têkilî êdî gihîştiye qonaxa xwe ya dawiyê. Mesele bi kurtayî weha bû."
SÎDAR JÎR Û LÎS
Nivîskar Sîdar jî ev bi salan e pirtûkên wî li cem Weşanxaneya Lîs derdikevin. Ji bilî pirtûka wî ya çîrokan a pêşî, hemû pirtûkên Sîdar Jîr ji Lîsê derketibûn. Pirtûkên Jîr ên çîrokan, roman ji Lîsê gihîştibûn ber destên xwendevanan. Herî dawî romana wî "Şerm" ji Lîsê derketibû. Niha Sîdar Jîr ragihand ku têkiliya wî û Lîsê bi dawî bûye.
Nivîskar Jîr û weşanxane bêyî ji hev bixeyidin ji hev veqetiyane ku Jîr wisa got, "Heta roja îro têkiliya di nava min û weşanxaneya Lîsê de têkiliyeke dualî di asta profesyoneliyê de bû û bêguman veqetîna min jî dîsa di heman astê de çêbû. Bêyî dilhiştin û dilmayînekê min biryara xwe ji weşanxaneyê re di asta herî jor de û rasterast bi zimanekî rêzdar ragihand û hêjayî gotinê ye ku Gerînendeyê Giştî yê Weşanxaneyê rêzdar Lal Laleş jî piştî li min guhdarî kir bi famkirineke çak rêz li biryara min girt."
Niha her du nivîskarên me jî azad in û di rojên pêş de dê diyar bibe ku ligel kîjan weşanxaneyê kar bikin.
Diyarname
Di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de ji bo Dora 3'yemîn pişke hat kişandin. Di vê dorê de ji bajarên kurd 7 tîm hene: Malatya Arguvanspor, Gaziantep, 23 Elazig, Muş 1984, Erzurumspor, Diyarbekirspor, Igdir Spor.
Tîmên ku di Dora 2'yan de bi ser ketin, ligel van ji Super Lîgê 10 tîm, ji Lîga 1'emîn 11 tîm, ji lîga 2'yemîn 10 tîm, ji Lîga 3'yemîn 12 bi giştî 68 tîm ketin nava pişkeya Dora 3'yemîn. Îro pişke hat kişandin û reqîb diyar bûn.
Maçên Dora 3'yemîn di navbera 31'ê vê mehê û 2'yê sermawezê de dê bêne lîstin.
Va ne hemû pişke:
- MKE Ankaragucu-Malatya Arguvanspor
- Teksut Bandirmaspor-Armoni Alanya Kestelspor
- Boluspor-Karaman FK
- Adanaspor-Hacettepe 1945 SK
- GMG Kastamonuspor-Ayvalikgucu Belediyespor
- Gaziantep FK-Efeler 09 Spor
- Umraniyespor-Orduspor 1967
- Isparta 32 Spor-Yeni Mersin İdmanyurdu
- Kirşehir Futbol SK-23 Elazig FK
- Somaspor-Talasgücü Belediyespor
- Kuzey Marmara A.Ş. Arnavutkoy Belediyespor-Golcukspor
- İstanbulspor-Kepezspor
- Kasimpaşa - Motolux 68 Aksaray Belediyespor
- Duzce Cam Duzcespor - Kuşadasispor
- Ankara Keçiorengucu - Burhaniye Belediyespor
- Menemen FK - Nevşehir Belediyespor
- Etimesgut Belediyespor-Bigaspor
- Tuzlaspor-Guneş Holding Çankaya SK
- Bitexen Giresunspor-Beyoglu Yeni Çarşi
- Hes İlaç Afyonspor-Muş 1984 Muşspor
- Bitexen Antalyaspor-52 Orduspor FK
- Manisa FK-Pazarspor
- İnegölspor-Belediye Derincespor
- EMS Yapi Sivasspor-Artvin Hopaspor
- Karacabey Belediyespor-Bornova 1877 Sportif Yatirimlar
- Fethiyespor-Tokat Belediye Plevnespor
- Atakaş Hatayspor-Sariyer
- Altay-Aliaga Futbol
- Gençlerbirligi - Mehmet Akif Ersoy Universitesispor
- Erzurumspor FK-Diyarbekirspor
- Tuna Tarım Kirklarelispor-Karakopru Belediyespor
- Corendon Alanyaspor-Belediye Kutahyaspor
- TUMOSAN Konyaspor-Merkur Jet Erbaaspor
- Mondihome Kayserispor-Alagoz Holding Igdir FK
***
- Nûçeyên Eleqedar:
- Mûş, Diyarbekir û Argûvan bi ser ketin, tîmên din têk çûn
- Tîmên bajarên kurdan ên di Dora 2'yemîn de dê bilîzin diyar bûn
- Mûş, Elezîz, Mêrdîn, Şirnex bi ser ketin
- Tîmên bajarên kurdan ên beşdarî vê dorê dibin diyar bûn
- Tîmê bajarê kurdan di Kûpaya Tirkiya de ca gênê
***
- Youtube: http://youtube.com/diyarnamediyarname…
- Malper: http://diyarname.com
- Twitter: https://twitter.com/diyarname1
- Facebook: http://facebook.com/diyarname
- Mail: diyarname@diyarname.com
***
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Îdîayeke balkêş: Ev welat dixwaze navê xwe biguherîne
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye
- Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
- 2022: Hemû pirtûkên bi kurdî yên salê