Diyarname
Nivîskar Newaf Mîro bi salan e dinivîse û heta niha hin pirtûkên wî derketibûn; niha 10 pirtûkên wî bi hev re ji Weşanên Nayê derketin.
Nivîskar Newaf Mîro di piçûkatiya xwe de çûye Almanyayê û hê li wir dijî. Li wir dest bi nivîsandina bi kurdî kiriye, hê jî vê xebata xwe di beşên cur bi cur de didomîne. Niha 10 pirtûkên wî bi hev re derketin. Di nav 10 pirtûkên niha hatine weşandin de beşên çîrok, helbest, roman û werger hene..
Li ser weşandina 10 pirtûkan bi hev re Weşanên Na wisa gotiye, “Mîro, heya niha gelek berhemên hêja pêşkêşî xwendevanên kurd kiriye. Niha em wekî Weşanxaneya Na’yê bi kêfxweşî agahdar dikin ku 10 berhemên bijartî yên vê pênûsa hêja ji nû ve hatin çapkirin. Di nav van berheman de çar ji wan çapa duyemîn in, ku ev yek nîşaneya eleqeya xwendevanan e ji bo xebatên wî. Yên din jî berhemên nû. Van 10 pirtûkên ku ji aliyê weşanxaneya me ve hatine çapkirin, ji hêla naveroka xwe ya dewlemend û zimanê xwe yê zelal ve balkêş in.”
Newaf Mîro kî ye?
Nivîskar Newaf Mîrov di sala 1968’an de li Wêranşara Rihayê hatiye dinê. Ew ji sala 1987'an ve li Almanyayê dijî. Heta niha pirtûkên wî yên bi navê "Ji Te Hezkirin", "Lehengê Tazî Keleşê Reş", "Dilop" û "Bend" ji weşanên cuda derketibûn. Ji bilî van niha 10 pirtûk derketin ku ji van 6 jê çapa yekem e.
Pirtûkên ku niha ji Weşanên Na’yê derketine ev in:
- Êzîdayê I, Helbest
- Êzîdayê II, Helbest
- Êzîdayê III, Helbest
- Gava Jin Li Jiyanê Neman, Çîrok
- Pîr Sebrî, Serpêhatî,Werger
- Bilûr û Teşî, Roman
- Gava Mirî Biaxife, Roman, Çapa Duyem
- Du Kes Yek Mirov, Roman, Çapa Duyem
- Dilop, Helbest, Çapa Duyem
- Sêwiyên Bi Dayik û Bav, Roman, Çapa Duyem
Va ne hemû pirtûkên Newaf Mîro:
- Ji te hezkirin, Relbest,2007, Weşanên Pêrî, Stenbol.
- Lehengê tazî Keleşê Reş, Roman, 2009, Weşanên Pêrî, Stenbol.
- Dilop, Helbest, 2010, Weşanên Han, Berlîn, Çapa Duyem, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.
- Bend, Roman, 2011, Weşanên Han, Berlîn, Çapa duyem, 2014 Wêşanên Do, Stenbol.
- Sêwiyên Bi Dayik û Bav, Roman, çapa Yekem, 2014 Wêsanên Do, Stenbol,
Çapa Duyem, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.
- Du Kes Yek Mirov, Roman, 2014 Wêsanên Do, Stenbol, Çapa Duyem, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.
- Gava Mirî Biaxife, roman, Çapa yekem, 2014 Weşanên Do, Stenbol, Çapa Duyem, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.
- Lehengê Dîl Keleşê Reş, Roman, Weşanên Lîs 2019 Diyarbekir
- Dilname, roman, Weşanên Lîs Diyarbekir 2019
- Lehengê Tazî , Çapa yekem, Weşanên Lîs Diyarbekir 2019
- Hitokê û Papûşko, seta 10 pirtûkên zarokan, Weşanên Morî zarok 2019 Diyarbekir
- Çivîka Zêrîn ya Gebrüder Grimm, 2020 werger ji Almanî, Weşanên Morî zarok Diyarbekir
- Êzîdayê I, Helbest, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.
- Êzîdayê II, Helbest, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.
- Êzîdayê III, Helbest / 2025, Weşanên Na, Îzmîr.
- Gava Jin Li Jiyanê Neman, Çîrok,2025, Weşanên Na, Îzmîr.
- Pîr Sebrî, Serpêhatî,Werger, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.
- Bilûr û Teşî, Roman, 2025, Weşanên Na, Îzmîr.


