logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin
  2. Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê
  3. Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye
  4. Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî
  5. Gotûbêja li ser 'Kurdnasiyê'
news-details

Erdheja Elezîz: 29 kes mirine (Hat nûkirin)

Îro saet li dor 20.50 navenda wê Sîvrîceya Elezîzê bi meziniya 6.8 erdhej çêbû. Di serî de navenda Elezîz, Meletî, Amed,

  • Dîrok: 25/01/2020
  • Beş: Nûçe

...Her ku agahî bên nûçe dê bê nûkirin...


21.00:

Zarokek 5 salî û diya wê bi saxî ji bin avahiyeke hatin rizgarkirin.

20.00
Serokê AFAD'ê Mehmet Guloglu ragihand ku di erdhejê de hejmara kesên mirine gihîştiye 29 kesî û 1466 jî birîndar hene. Gulluoglu li ser avahiyan jî wisa got: "Bi temamî 30 avahî hilweşiyan. Li gor tesbîtên pêşî 81 avahî bi giranî zirar dîtine, 53 jî hindik zirar dîtine. Heta niha 44 kes ji bin avahiyên hilweşiyayî bi saxî hatin rizgarkirin. Xebat li ser avahiyeke hilweşiyayî didomin ku tê texmîn 9 kes di bin vê kavilê de ne."

16.00

Cenazeyên 4 kesên di encama erdhejê de miribûn hatin definkirin. Cenazeyên kesên  bi navê Gazal Say û kurê wê Yusuf Ali Say li Goristana Doganyola Meletî hatin definkirin.

Li navenda Elezîzê li Taxa Sursure kesên bi navê Fatma Yildiz û kurê wê Doruk Abbas li bin kavilê de mabûn. Cenazeyên wan li Goristana Asri ya Elezîzê hatin definkirin.


11.00:

Elazig Spor ku di Lîga 2'yemîn, Elazig Belediye SPor ku di Lîga 3'yemîn de dilîzin ji ber erdhejê maçên wan ên vê hefteyê hatin taloqkirin. Her wiha Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê (TFF) biryar da ku di hemû lîgên fûtbolê yên Tirkiyeyê de berî maçê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane rawestina bîranînê bê çêkirin.
 

10.30:
Xebatên rizgarkirina mirovan ji bin erdhejê didome. Heta niha 21 kes mirine. 1030 kes jî birîndar hene. Rasathaneya Kandîlî dibêje erdhejên dûvik heta hefteyek dê bidomin û ji gel dixwaze nekevin avahiyên dirizî, yan zirar dîtine.

09.00:
Li gor agahiyên nû di erdhejê de 21 kes mirine. AFAD'ê ragihand ku li Elezîzê heta niha mirina 17 kes, li Meletî jî 4 kes mirine. Li Elezîzê 5, li Meletî 25 avahî xira bûne. Xebatên rizgarkirina mirovan ji bin avahiyan didomin. Tirsa hejmara miriyan zêde bibe didome.

08.30:
Li gor AFAD'ê li Elezîzê 654, li Meletî 226, li Amedê 32, li Semsûrê 25, li Batmanê 6, li Mereşê 37 û li Rihayê 50 kesî piştî erdhejê serî li nexweşxaneyê dane.


**** 

Roja erdhejê, agahiyên 24'ê mehê:


24.00
Li gor agahiyên dawî yên ku diyar bûne li Elezîzê 8, li Meletî 6 kes mirine.
Hewa gelek sar e. Hat ragihandin ku li Elezîzê û derdora wê îşev dê ewr hebe, pîleya germê di navbera 7 û 17 derece bin sifrê de be.

23.45:

Li Elezîzê qala mirina 3 kesan, li Meletî qala 5 kesan tê kirin. Lê agahiyên ku hejmara miriyan bi dehan e jî tê. Waliyê Elezîzê qala 250 birîndaran dike.
Şaredariya Elezîzê twittek weşand û got ku pêdivî bi xwînê heye. Şaredarî bang kir ku hemwelatî herin nexweşyaneyan û xwînê bidin.

23.30:
AFAD'ê ragihand ku heta niha yên diyar bûne 6 kes di erdhejê de mirine.
Midûrê Rasathaneya Kandîlî Prof. Haluk Ozener: "Dûvik erdhejên çêdimin li qada 75 kîlometreyî belav dibin. Bi ser 30'hî de erdhejên dûvik çêbûne. Li herêmê mimkûn e em di vê astê de hin erdhejên din bibînin."
Ozener dibêje ku ev erdhejên dûvik heta hefteyek dê bidomin.
Hişyarî ew e: Nekevin avahiyên ji erdhejê zerar dîtine.
Heta mimkûn be telefonê bikar neynin, xet dixitimin, bi peyam an torên bi ser înternetê re bikar bînin.

23.10:
Li Elezîzê agir bi hin avahiyan ketiye. Li avahiyeke li ser Kolana Îstîklalê ketiye. Agirkujan destwerdana ji bo temirandinê. Hat gotin ku ji ber gaza xwezayî agir pêketiye. Tê gotin ku hin şewatên biçûk jî çêbûne.

23.00:

Li gor agahiyên dawî li herêmê li dor sed avahî xira bûne. Li gundan bi temamî rewş çi ye nayê zanîn ji ber ku xetên telefonan baş naxebitin û xwegihandina gundan zehmet e.

Saet 22.50:
Vê saetê bi telefonê me xwe gihand navenda Elezîzê. Li Elezîzê bi taybetî li navenda sûkê hin avahî xira bûne, gelek kes di binî de ne. Hê kes nizane çend kes di bin avahiyan de mane. Heta niha li navenda bajêr xetên telefonan kar nedikirin, niha hê nû nû dixebitin.


22.30
Piştî vê erdhejê hejînên dûvik jî çêbûn. Bi giştî li dor şida 4, 5'an, lê saet 22.21'ê de navenda wê li Puturgeya Meleti bi şida 5.4'an erdhejek din çêbû.

Tê gotin ku li gundê "Bolukkaya" ya Puturgeya Meletî gelek xanî hilweşiya.


22.00:

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu bi telefonê ragihand kanala CNNTurk û got ku li Elezîz û Meletî 4 kes mirine. Li gor hin agahiyan 5 kes mirine.

Ji aliyê mirin û birîndaran ve rewş hê zelal nebe jî ji aliyê madî ve zerarek mezin heye, bi taybetî li Elezîzê.

21.00: 
Îro saet li dor 20.50 navenda wê Sîvrîceya Elezîzê bi meziniya 6.8 erdhej çêbû. Di serî de navenda Elezîz, Meletî, Amed, Dêrsim, Semsûr û bajarên derdorê bandora erdhejê hat hîskirin. Hat gotin ku li Rojava li Kobanî û Qamişlo, her wiha li Başûr jî erdhej hatiye hîskirin.
Heta niha agahiyên gelek zelal nayên. Ji ber ku di xetên telefonan de li Elezîzê pirsgirêk hene. Li aliyê din li Meletî dibêjin hin avahî xira bûne û kesek miriye.
Li Elezîzê hin dîten hatin ku avahî xira bûbûne lê agahiya mirin û birîndaran a zelal nîn e.



 









Parve Bike

Youtube Me

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 20 07 2026

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun îstîfa kir

news
  • 20 07 2026

Gotûbêja li ser 'Kurdnasiyê'

news
  • 16 07 2026

Dozger dixwaze ji ber pirtûka bi kurdî ceza bide weşanxaneyê

news
  • 13 07 2026

Serokê Saadetê çû serdana Demîrtaşî

news
  • 12 07 2026

Kraliyeta Brîtanyayê zora Kraliyeta Norwecê bir!

news
  • 11 07 2026

Helbestvan Ahmet Telli mir

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Gunehên destên xwe dirijînim ser rûyê avê

  • H. Kovan Baqî
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
Ev jî hene
ad

Yên derzî li xwe nedabin dê nikaribin bikevin stadê

ad

Pamuk: Gelek malper li Tirkiyeyê qedexe ne

ad

Real Madrîdî di transferê de rekor şikand

ad

Ji ber vîrusa korona 5 maç hatin betalkirin

ad

Têgîn, Têgih, Têgihiş yan Têgîş

ad

"Şewaxan" beşdarî du festîvalan dibe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Piştî 60 salan cara yekem madalya girtin

  • 19 07 2026
news

Şerê Falklandê û pêşbaziya nîv fînalê

  • 19 07 2026
news

Tîmê ku heq dikir bi ser ket; Mezinê dinyayê Spanya ye

  • 19 07 2026
news

Yamalê ji teşta Messi derketî, Williamsê ji Çola Sehra hatî

  • 20 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname