NAVENDA NÛÇEYAN
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pakêta demokratîkbûyînê' ku wekî 'pêlikekê' bi nav dikir, eşkera kir. Di pakêtê de perwerdeya bi zimanê dayikê ku mafekî bingehîn e tenê ji 'bo dibistanên taybet' hat hiştin, lê di dibistanên dewletê de nîn e. Gelek sernavên mîna dema girtîbûnê, vegera gundan, rakirina cerdevaniyê ku di rojeva kurdan de ye, di pakêtê de cih negirtin. Der heqê TMK û TCK de, ku yek ji astengiyên bingehîn ên demokratîkbûyînê ne, di pakêtê de tiştek nîn e. Li ser bendava hilbijartinê jî sê pêşniyar hatine kirin, lê kurd bi temamî rakirina bendava hilbijartinê diparêzin.
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan, mîna dihat payîn pakêta "demokratîkbûyînê" îro eşkere kir. Erdogan got, "Ev pakêt pêlikek e, merheleyeke girîng e. Ev pakêt, tu carî ne berhemeke muzakereyan, berhemeke bazariyê ye."
Erdogan destnîşan kir ku azadî û mafên demokratîk tu carî nabin mijara bazarî, ferzkirinê. Her wiha got, "Li ser vê axê, di binê ala me ya heyv stêrkê de (...), em hemû yek in, bira ne û bi hev re Tirkiye ne."
BENDA HILBIJARTINÊ RANABE, PÊŞNIYARA HERÊMA DENG TÊ
Erdogan pêşniyara herêma teng aşkera kir, ku ev pêşniyar beriya aşkerabûna pakêtê dihat nîqaşkirin ku AKP ji bo hejmara parlamenterên xwe zêde bike, dê têxe meriyêt. Erdogan diyar kir ku divê pergala hilbijartinê bê guhertin û 3 pêşniyar anî ziman:
"Ji bo pergala nû ya hilbijartinê, em sê alternatîfan ji nîqaşê re vedikin. Em dikarin bi benda ji sedî 10'an dewam bikin. Ya duyemîn; em dikarin bendê daxînin ji sedî 5'an û bi komên pêncan re pergala hilbijartinê ya herêmê hatiye tengkirin bînin. Ya sêyemîn jî, em dikarin benda hilbijartinê bi temamî ji holê rakin û pergala hilbijartinê ya herêma teng bînin."
ALÎKARIYA JI BO PARTIYAN
Xala duyemîn a Erdogan a di mijara partiyên siyasî de, berfirehkirina çarçoveya alîkariya dewletê bû. Erdogan anî ziman ku ewê rêjeya ji sedî 7'an a ji bo alîkariya dewletê daxînin ji sedî 3'an.
Erdogan her wiha got, "Em ji rêxistinbûyîna partiyên siyasî re jî hêsaniyan tînin. Bi guhertina xala 20. re em şertê rêxistinbûyîna bajarokan a ji bo rêxistinbûyîna navçeyê ji holê radikin. Der barê endametiya partiyên siyasî de dê xala 11. bê guhertin."
BI PERGALA HEVSEROKATIYÊ HESIYA!
Pergala Hevserokatiyê ku BDP ji Serokatiya Giştî heta serokatiyên bajar û navçeyan ev bi salane bicih tîne, di pakêta Erdogan de weke sernavekî cih girt. Û aşkera kir ku bi pêvekeke li xala 15. a Qanûna Hilbijartinê re dê Hevserokatî qanûnî bibe.
PROPAGANDA BI ZIMAN Û ZARAVAYÊN CUDA
Erdogan der barê propaganda bi Kurdî de got, "Bi guhertina li qanûna partiyên siyasî re, emê ji bo propaganda bi ziman û zaravayên cuda derfetan biafirînin. Emê gengaz bikin ku li gel Tirkî zimanên din jî bên bikaranîn. Ev yek wê ji bo pêşhilbijartinan jî derbasdar be. Hikma astengdar em ji holê radikin û em derfetan didin ku di pêşhilbijartinan de jî bi zimanekî cuda propaganda bê kirin."
PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ KIR KARÊ "DIBISTANÊN TAYBET"
Li hemberî daxwazên Kurdan ên ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê "perwerdeya taybet" ji pakêtê derket. Erdogan got, "Bi guhertina qanûnî re emê pêşî li perwerdeya bi ziman û zaravayên cuda yên li dibistanên taybet vekin. Bi pêvekeke li qanûna bi hejmara 2923'an re, dê pêşî li perwerdeya bi ziman û zaravayên cuda li saziyên taybet ên perwerdeyê bê vekirin. Ziman û zarava wê ji aliyê desteya wezîran ve bên tespîtkirin."
JI ZIMANÊ NAYÊ ZANÎN ÇEND TÎP'ÊN DIYAR!
Erdogan bi gotina "çend tîpên diyar" rakirina qedexeya li ser bikaranîna tîpên "Q, X, W" yên alfabeya Kurdî, aşkera kir. Erdogan îdîa kir, "Em mueyîdeya cezayî ya ji ber bikaranîna tîpên diyar a li TCK'yê radikin. Mirov dikarin bêjin ku em klavyeyan azad dikin."
NAVÊN GUND Û BAJARAN
Erdogan da xuyakirin ku ji bo navên ji bilî Tirkî li wargehan bikin ew pêşî li guhertinên qanûnî vedikin.
MAFÊ CIVÎN Û XWEPÊŞANDANÊ
Erdogan der barê mafê civîn û xwepêşandanê de jî ev tişt got:
"Di Qanûna bi hejmara 2911 a der barê civîn, xwepêşandan û meşan de em guhertinên girîng dikin. Amîrê mulkî, dê bi wergirtina nêrînên Rêxistinên Civakî yên Silvî re biryara xwe ya dawî bide. Em dema wan dirêj dikin. Civînên li derve dê saet beriya çûyîna rojê ya li ava belav bibe, li cihê sergirtî jî dê karibe heta saet 24:00 dewam bike. Em dawî li komîseriya hikûmetê tînin. Ev yek wê êdî ji aliyê desteya sererastkirinê ve bicih werin anîn. Desteya mijara gotinê, dema dît civîn ji armanca xwe dûr ket dê biryara belavkirinê bide, vê ji polîsan re ragihîne û eger xwepêşandan an jî meş li dijî qanûnê derket, dê diyar bike ku xwepêşandan bi dawî bûye. Eger desteya sererastkirinê vê bicih nîne, amîrê herî payebilind ê mulkî yê li wê herêmê, dê biryarê bide."
DAXWAZÊN ELEWIYAN JI NEDÎTÎ VE HATIN
Di pakêtê de, der barê daxwazên Elewiyan de ti xalê cih negirt.
Yekane tişta ku Erdogan anî ziman, "Navê Zanîngeha Nevşehîrê dê bibe Zanîngeha Hacibektaş Velî" bû.
TAWANBARIYÊN NEFRETÊ
Serokwezîrê Tirkiyê Tayyîp Erdogan da xuyakirin ku der barê tawanên nefretê de guhertin hatine kirin û got, "Di dema pêş de, li dijî tawanên nefret, cihêkarî, destwerdana li rêbaza jiyanê hîn çalaktir emê dest bi têkoşînê bikin. Em cezayê hin tawanbariyan zêde dikin. Eger ziman, nîjad, reng û zayenda mirov ji ber nêrîna siyasî, ol an jî mezhebî werin astengkirin, dê ceza girantir bibe. Yên ku bikaranîna mafên kesan asteng dikin, em dixin çarçoveya ceza. Em cezayê ji ber vê tawanê hatiye dayîn, ji salekê zêdeyî sê salan dikin." Erdogan her wiha ragihand ku dê "Desteya Wekhevî û Têkoşîna li dijî Cihêkariyê" ava bibe.
AZADIYA KOMKIRINA ALÎKARIYÊ JI BO CEMAETAN!
Xaleke din a di pakêtê de cih girt, sernavê "komkirina alîkariyan" bû. Erdogan got, "Em astengiyên li pêşiya berhevkirina alîkariyan radikin. Komkirina alîkariyê di çarçoveya sînoran de dihat kirin. Di mijara fitreya çermê qurbanan û zekat de erk ji THK re hatibû dayîn. Ya rast ev yek rewşeke li dijî destûra bingehîn bû. Niha jî bi awayekî qanûnî em dawî li vê pêkanîna şaş tînin. Welatiyên me dê karibin alîkariya xwe bidin cihê dixwazin."
"SONDA ME" HAT RAKIRIN
Erdogan di beşa duyemîn a pakêtê de, reformên pêwistiya wan bi sererastkirinên îdarî hene wiha rêz kir:
- Bi guhertina fermannameya li xwe kirina kincan re qedexeya sergirtinê (li xwekirina laçikan) a li saziyên dewletê tê rakirin. Em binpêkirinên cihêkar ên di mijara kincên xebatkarên jin de, radikin. Endamên TSK (artêş), meniyet, dadger û dozgeran li derveyî vê dihêlin.
- Di saziyên perwerdeya seretayî de em pêkanîna "Sonda me" radikin. Di dibistanên seretayî de dawî li vê pêkanînê tînin.
- Keşîşxaneya Mor Gabrîel radestî weqfê tê kirin. Di tevahiya dîroka komarê de hesasiyeta herî mezin hikûmeta me nîşan da. Di vê mijarê de zêdeyî 250 radestî hatin kirin.
- Emê enstîtuya Roman ava bikin. Wezaret û saziyên me yên pêwendîdar wê xebatên xwe temam bikin. Ji bo bicihbûnê jî, ji bo welatiyên me yên Roman me bi TOKÎ re dest bi çêkirina avahiyên Roman kirin