Diyarname
Di Lîga Şampiyonan a UEFA'yê de maçên çarîk fînalê hatin lîstin, tîmên bi ser ketin derbasî nîv fînalê bûn.
Maçên duyemîn ên çarîk fînalê 16'ê mehê dest pê kirin. Borussia Dortmundê ku li Spanyayê 2-1 têk çûbû, tîma spanyol Atletico Madrid kir mêvan. Dortmundê bbi 4-2 Atletico şand mal û bilêta nîv fînalê kir bêrîka xwe,
Heman rojê Barselonaya ku li Fransayê bi 3-2 zora PSG'ê biribû li mala xwe bû, lê xeyala hemû temaşevanên xwe şikand: 1-4. PSG bi vê serketinê derbasî nîv fînalê bû. Di nîv fînalê de B. Dortmund û PSG bûn reqîbên hev.
Roja 17'ê mehê jî du maçên din ên çarîk fînalê hebûn. Bayer Munihê ku li Îngilistanê ligel Arsenalê maça wan bi 2-2'yan bi dawî bûbû, vê carê li mala xwe bû. Bayerê ku îsal di lîgê de xeyalşikên bû, şampiyonî teslîmê Leverkusenê kiribû, hedefa wê Lîga Şampiyonan bû. Bayerê bi vî awayî zor da xwe û bi gola Joshua Kimmich (Deqe 63) bi 1-0 bi ser ket. Bayerê bi vî awayî bilêt nîv fînalê kir û li bendê ma ka Real Madrid an Manchester City bibe reqîb.
Heyecan li Îngilistanê bû. Her du tîmên favorî, her du tîmên mezin li Spanyayê bi 3-3 mabên û 6 gol pêşkêşî hezkiriyên maçê kiribûn. Vê carê li Etihadê bûn. Reül Madridê hê di deqîqeya 12'yan de bi Rodrygo nîşan da ku tîmek mezzin e: 0-1. Nîveka yekemîn wisa bi dawî bû. Di nîveka duyemîn de Real tenê li berxwedanê bû. Di deqîqeya 76'an de Kevin De Bruyne nîşan da ku MC jî ne kêmî Realê ye. Maç bi 1-1'ê bi dawî bû. Di 30 deqeyên zêdek de encam neguherî û maç derbasî penaltiyan bûn. Di penaltiyan de Real bi 4-3 bi ser ket û derbasî nîv fînalê bû; bû reqîbê Bayer Munihê.
DÎROKA NÎV FÎNALÊ
Maçên nîv fînalê jî wekî du maç wê bêne lîstin. Maçên yekemîn 30'ê vê mehê wê bêne lîstin. Her du maç jî pêşî li ALmanyayê ne: Bayer Munih li mala xwe wê Real Madrîdê, B. Dortmund jî wê PSG'ê bike mêvan.
Maçên duyemîn 7'ê gulanê têne lîstin. Her du tîmên bi ser bikevin derbasî fînalê dibin. Maça 1'ê meha pûşperê li Stada Wembley a Îngilistanê tê lîstin.