Diyarname
Li Spanyayê penîrê 2,2 kîloyî bû bi buhaya 30 hezar Euroyî hat firotin.
Ji bo berhemên hunerî, ji bo amûrên dîrokî mezat hatibûn çêkirin, lê vê carê ji bo penîrê mezat hat çêkirin. Penîrê hêşîn ê cabrales ê Bakurê Spanyayê di mezatê de hat firotin: Penîrê ku 2,2 kîlo bû bi 30 hezar Euroyî hat firotin. Bi vî awayî ev penîr bû penîrê herî buha ê dinyayê.
Guillermo Pendas xwediyê fabrîkeya bi navê Los Puertos e. Wî ji bo ajansa dewletê EFE'yê gotiye, "Me dizanî penîrekî me yê baş heye. Lê di heman demê de em dizanin bi destxistin jî ne hêsan e."
8 MEHAN DI ŞIKEFTÊ DE TÊ PARASTINÊ
Rosa Vada diya Pendas e; wê jî gotiye, "Me li şikefteke 400 metre bilind de, di dereceya 7'an a bin sifrê de ev penîr parastiye û ev penîr li vê derê herî hindik 8 mehan maye."
SUAREZ'Î DI SALA 2019'AN DE JÎ REKOR ŞIKANDIBÛ
Ivan Suarez xwediyê restoranta bi navê El LIagar de Colloto ye ku ev restoran li Asturias e. Suarezî ev penîr kiriye. Di sala 2019'an de jî Suarezî penîr buha kirîbû û wê çaxê bi 20.500 Euroyî penîr kirîbû û bi vê ketibû nav Pirtûka Rekoran a Dinyayê Guinnesê.
AGAHIYÊN VÎ PENÎRÎ
Penîrê bi navê Cabrales di rewşa normal de kîloyê wê di navbera 35 - 40 Euroyî de ye.
Ji bo vî penîrê şîrê xam ê çêlekan, yan jî şîrê çêlek, mî û bizinan ê têkilhev tê bikaranîn. Ev penîr li şikeftên herêma Cablares ku dikeve nava parka neteweyî ya Picos de Europa tê parastin. Piştî bi heman di şikeftan de dimîne baş şikil digire û ev penîrê ku êdî ji bo xwarinê amade ye ji van çiyayê bilind bi meşê dadixin xwarê.