Diyarname
Komîteya Nobelê ragihand ku ji bo Xelata Nobelê ya Aboriyê profesora aboriyê Claudia Goldin guncav dîtine. Îsal Xelata Nobelê ya Aştiyê jî dabûn jinek (Nêrgiz Mihemedî).
Komîteyê ragihand ku Claudia Goldin li ser keda jinê xebitiye ji ber vê yekê ew hêjayî xelatê dîtine.
Profesora aboriyê Claudia Dale Goldin di sala 1947'an de li New Yorka DYA'yê hatiye dinê. Ew li ser çîrokê aborîzan e û aborîzana xebatê ye. Ew li Ofîsa Lêkolînên Aborî yên Neteweyî ya DYA'yê de Hevdîrektora Koma Xebatê ya Aboriyê ye. Ew li ser aboriya jinan xebitiye. Bi taybetî li ser jin piştî zarok tînin dinê li ser heqdestê wan û cudatiya di navbera cinsan de xebitiye. Bi vê xebata xwe jî bala komîteya Nobelê kişand û xelat girt.
Goldin dê nêzî mîlyonek dolar pere xelat bigire.
Xelatên Nobelê 10'ê berfanbara 2023'yan bi merasimek dê bêne belavkirin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Xelata Nobelê ya Aştiyê dan Nêrgiz Mihemedî
- Xelata Nobelê ya Wêjeyê dan Jon Fosse
- Serkewtey Xelatê Nobelî ê Kîmya hamey eşkera kerdin
- 3 kes hêjayî Xelata Nobelê ya Fîzîkê hatin dîtin
- Serketiyên Xelatên Nobelê yên Tibê diyar bûn
********
DIBE KU EV NÛÇE JÎ BALA TE BIKIŞÎNIN (Sernavê bitikîne):
- Peykersazên Başûr û Rojhilat bi hev re pêşangeh vekirin
- Îdîaya Mem Med: Çîroka kurmancî li gorî cureyên edebî yên din herî pêş e
- Samî Hêzil: Divê em cihê wergerê di çand û zimanê xwe de diyar bikin: serê jorê an ber dêrî?
- Receb Dildar: Berteka ji bo xweparastinê tevgere xwezayî ye