Diyarname
Zanîngeha Kadîr Has li 26 bajaran ligel bi ser hezar kesî re lêkolînek kiriye. Lêkolîn bi navê "Lêkolîna Meylên Civakî-Siyasî yên Tirkiyeyê 2017" hatiye weşandin. Di lêkolînê de kesên pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê wekî aborî dibînin nîvî nîvî zêde bûne. Yên ku dibêjin pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê 'teror' e sedî 29 derketiye ku ev yek salek berê sedî 35 bû.
Vane hin agahiyên
Rojnameyê naxwînin, naçin şanoyê
- Sedî 37.1: Ez qet rojname naxwînim.
- Sedî 52.8: Ez qet pirtûkê naxwînim.
- Sedî 69.9: Ez qet naçim şanoyê.
- Sedî 37.6: Ez qet naçim sînemayê.
- Ji bo temaşekirina televîzyonê: Sedî 10 rojê ji 5 saetan zêdetir; sedî 31.5 rojê di navbera 3-5 saetan de, sedî 44.8 rojê di navbera 1-3 saetan de li televîzyonê temaşe dikin.
- Bersiva "Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyeyê çi ye?" dane; yên ku gotine "betalî" ye hejmar ji sedî 10.5 derketiye 17'an, yên gotine "buhabûna jiyanê" ji sedî 9.8 derketiye 13.2.
- Yên polîtîkaya karên derveyê yê hikumetê baş dibînin hejmar ji sedî 35,2 derketiye 45.9.
Piştgiriya YE'yê
- Piştgiriya ji bo beşdariya endamtiya Yekîtiya Ewropayê di sala 2014'an de sedî 71.4, 15'an de daketibû 65.1, 16'an de daketibû sedî 45.7 û di sala 2017'an de carek din bilind bûye û derketiye sedî 57,8.
- Sedî 43.6 dibêjin bila muzakereyên ligel Yekîtiya Ewropayê bidomin. Sedî 59.2 dibêjin bila endamtiya NATO'yê bidome.
Polîtîkaya Sûriyeyê
- Yên ku polîtîkaya hikumetê ya Sûriyeyê serkeftî dibînin ji sedî 32.3 derketiye sedî 38.5.
- Yên piştgiriya operasyonên derveyî sînorên Tirkiyeyê dikin sedî 56.4 derketiye.
- Enqereyî bi sedî 73 pirsgirêka bajêr a mezin wekî betalî dibînin. Îzmîrî bi sedî 90 meseleyê trafîkê dibînin ku ev reje ji bo stenboliyan wekî sedî 61 derketiye.