Diyarname
Rojnameya Spanyayê AS ragihand ku Teknîk Dîrektorê Tîma Neteweyî ya Spanyayê Vicente Del Bosque ji peywira xwe îstîfa kiriye.
Di Şampiyoniya Ewropayê de Spanya ji koman derket û ket nava 16'an lê di vir de li hemberî Îtalyayê 2-0 têk çû û nekarî here çarîk fînalê. Li ser vê yekê teknîk dîrektor Bosque li ser rewşa xwe fikirî û îro îstîfa kir.
Vicente Del Bosque di 23'yê berfanbara 1950'î de li Salamanca ya Spanyayê hatiye dinê, di sala 1970'ê de dest bi lîstikvaniya profeseyonel kiriye, di Real Madrîdê de lîstiye ku heta 1984'an.
Wekî teknîk dîrektor jî gelek salan teknîk dîrektoriya Real Madrîdê kir, salek jî yê Beşîktaşê (2004-2005). Û ji sala 2008'an ve Teknîk Dîrektorê Spanyaye.
Bi Del Bosque tîma Spanyayê di sala 2010'an de bû Şampiyonê Kûpaya Cîhanê ku di dîrokê de yekem car wan ev kûpa girt. Di sala 2012'yan de jî bû Şampiyonê Kûpaya Ewropayê. Ew di sala 2002'yan de bû Teknîk Dîrektorê Herî Serketî yê klûbek. Di sala 2009, 2010 û 2012'yan de jî Teknîk Dîrektorê Herî Serketî yê Tîma Neteweyî.
Yê Îngilistanê jî îstîfa kiribû
Di vê navberê de Teknîk Dîrektorê Tîma Neteweyî ya Îngilistanê Roy Hodgson ku wî jî wekî Del Bosque nekarî tîma xwe derbasî çarîk fînalê bike wî jî îstifa kiribû (28'ê meha borî).