Batman
Komeleya Nivîskarên Kurd ku navenda wê li Amedê ye niha li Batmanê bi beşdariya gelek nivîskarî şaxa komeleya xwe vekir.
Komeleya Nivîskarên Kurd heta niha li tu derê şax venekiribû, niha yekemîn şaxa xwe li Batmanê vekir. Hevserokê DBP'eya Batmanê Mehmet Candemîr, Hevserokê HDP'eya Batmanê Mahmut Çiftçî, Hevşaredarê Batmanê Sabrî Ozdemîr, Serokê Komeleya Nivsikarên Kurd a Amedê Mehmet Yilmaz, nûnerên saziyên civakên sivil û gelek niviskar û welatî di vekirina komeleyê de amadebûn.
Serokê Komeleya Nivsikarên Kurd ê Amedê Mehmet Yilmaz di vekirina komeleyê de axivî û got ku ji niha û pêde ewê li gelek cihan şaxan vekin û ji bo vê yekê dest bi xebatê kirine.
Nûnerê Komeleya Niviskarên Kurd ê Êlihê Faysal Ozdemîr jî li ser armanca vekirina komeleya nivîskaran sekinî û go ku nivîskar eynika civakê ne û got ku ji ber vê yekê jî ji bo afirandina niviskarên nû hewceyî bi vekirina komeleyeke wiha dîtine.
Pîştî axiftinan komele hat vekirin û di vekirinê de berû yên ku tenê di erdnigariya Kurdistanê de hêşîn dibe li beşdarvanan hatin belavkirin.
Hunermend Mehmet Afşar jî bi stranên xwe beşdarî şahiya vekirina komeleyê bû.
Foto: DÎHA