di binê her kevirekî de ez
di binê her latê de ez
zarokê d’ betnê diyê de me
dişeniqînin ya Elî, min digurînin
bi kêra komarê peza qurbanê me ez
ez; yê di kêj û xiraman werkirî
ez; yê l’dol û newalan nebedîkirî
di benê sêdarê de stûyê min Dêrsim
dibînî ya Homa, ya Xuda tu dibînî:
‘Rewişt Zerdîştire manewe bê des’
Bezêka nêka Hormiz we hêç kes’*
ez
mîna duh
îro jî netirsiyam ji mirinê!
Dr. Nûrî Dêrsimî, Di dîroka Kurdistanê de Dêrsim
Malikek ji siruda serhildana Dêrsimê
8/01/2010