logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî
  3. Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike
  4. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  5. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Ev nivîs ji bo sala 2018-19 û 2020'an e

  • Dîrok: 21/10/2016
Ez dizanim heta niha gelek kesî li ser qewimînên giran ên li bajarên kurdan nivîsîne û desthilatdariya Tirkiyeyê rexne kirine.
Ne hewceye em dubare bikin. Ji ew qewimînên giran wêdetir em balê bikişînin ser çend mînakên hêsan.
Wekî her kes dibîne sal û zeman zû diçin. 
Li Tirkiyeyê li gor gotinan di sala 2018 (Hilbijartina Giştî. Hin îdîa dikin ku ev dê di sala 2017'an de çêbibe); 
2019 (Hilbijartina Şaredariyan)
 û 2020'an (Hilbijartina Serokomarî) de dê hilbijartin çê bibin.
Îhtîmalek mezin wê çaxê ezê li Amedê bim. HDP jî dê bê ji min deng bixwaze, AKP jî û partiyên din jî. Di nav van partiyan de hinên ku xwe wekî nivîskar nîşan didin, hinên ku di gotinê de ji min zêdetir xwedî li kurdan û kurdî derdikevin hene/dê hebin.
Wê çaxê emê çi bibîra wan bixin. Fermo em hinan rêz bikin:

Zarok TV
- Heta roja ku Zarok TV hat girtin RTUK'ê (Lijneya Bilind a Radyo Televîzyonê) hişyariyek jî nedabû Zarok TV û di weşanên vê kanalê de pirsgirêkek jî nîn bû. Te çima ev kanal girt?
Ma zarokên me jî wekî zarokên alman, îngilîz, tirk, faris, spanyol ne xwedî maf in ku bi zimanê xwe li kartonfîlman temaşe bikin?
Ger te ev kanal girtibe tu çawa tê ji min dengê min dixwazî? Te ji bo zarokên min çi kiriye, tu yê ji bo min bikî? Gotina te çi ye? Fermo, bersivê bide, ez li gor wê dengê xwe bidim te...

Dibistana Ferhad Kemenger
- Li Amedê hin xêrxwazan ji bo zarokên kurd dibistaneke bi kurdî vekiribûn. Zarokên fransiz bi zimanê xwe perwerdehiyê dibînin, yên Afrîkaya Başûr jî. Zarokên Kuweytê ku serjimariya wê bi qasî Amedê tune ye bi zimanê xwe perwerdehiyê didin zarokên xwe, û tu nahêlî li Amedê zarokên kurd herin dibistana bi kurdî... Tenê dibistanek bû ew "Dibistana Ferhad Kemenger". Ne zêde jî, tenê sed zarok hebûn têde. Bi hezaran dibistanên bi tirkî hebûn ku di van dibistanan de nedihiştin zarokên kurd bi kurdî perwerdehiyê bibînin, tenê yek hebû û ew jî te girt. Li ser vê gotina te çi ye?

Hasankeyf
- Nizanim tê bîra te, Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu hatibû Amedê û gotibê "Emê Sûrê bikin Toledo."
Toledo cihek dîrokî ye. Yanê nîşanî me dida ku xelk xwedî li cihên xwe yên dîrokî derdikevin û emê jî xwedî lê derên. Gotinên xweşik bûn. Her çiqas Davutoglu çûbe jî, ev gotina wî di bîra me de ye. Û helbet emê jî bipirsin, li holê bajarekî bi navê Heskîfê heye. Li dor 12 hezarî ye dîroka wir. Ev 40 sal in her desthilatdariya ku hat xwest bendava wir temam bike û Heskîfê noqav bike. Desthilatdariya ku di salên 2000'î de li ser kar e lezda vê bendavê. Gelo ji bo Heskîf bê parastin te çi kir? Tu çi dikî? Tuyê çi bikî?

Nizanim hewce dike em mînakan zêde bikin.
Gotinek Cengiz Çandar heye, "Tarihe kayit duşuyoruz" (Em ji bo dîrokê têbiniyê dinivîsin). Em ji vê 2016'an a ku hindik maye ji me xatir bixwaze têbiniyek ji bo salên pêş me dinivîsin ku em ji bîr nekin.
Pirsên me li jor in, dengên (rêyên) me di destên me de ne. Sal zû diçin...

Hin Nivîsen Nivîskar

Mem, ma wisa dibe?

  • 28 Avrêl 2008

Tê zanîn, îsal 110'emîn salvegera rojnamegeriya kurdan e. Heta niha hin nivîs li ser vê rojê hatin nivîsîn. Yek ji wan jî Mem Mîrxan e ku di quncikê xwe de...

Weşanxaneyên kurd ji bo pirtûkên kurdî çi dikin?

  • 11 Sermawez 2006

Belê pirs ev e: Weşanxaneyên kurd ji bo pirtûkên kurdî çi dikin? Ji bo firotin û avakirina bazara pirtûkên kurdî di nava kîjan hewldanê de ne? Ji Avesta...

Bi vê 'berdan berdan'ê kurd nikarin bibin tiştek

  • 14 Rêbendan 2019

Ger hûn bibêjin "tu li mala xwe rûniştiyî û nivîsî, ji te re çi?" vê nivîsê nexwînin. Ger na, bidomînin.Gotina sereke: Ji bo kurdan edalet,...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Parêzer: Bila malbat ji bo betalkirina 'îstîmlaqkirinê' dozê vekin

ad

Wêneyê rojê ji çapemeniya tirk hat!

ad

'U14' yê Amed Sporê bû şampiyon

ad

Gazî PYD'ê nekirin, MSD jî dê neçe

ad

Turk Telekomê malpera ANF'ê girt

ad

Bi biharê re

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Ji bo dawiya vê hefteyê li 8 bajaran çalakiyên çandî

  • 17 04 2026
news

Festîvala Fîlmên Kurdî dest pê dike

  • 17 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname