logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Dara di navbera serê dê û bavê min de

  • Dîrok: 16/01/2016
Xelek-3
Şeva yekem ji gihîştina min a Amûdê û razana min a li wê mala ku min dê û bavê xwe lê sax hiştibûn û min pişta xwe dabûyê, şeveke nîvxeyalî bû. Çavekî min li oda ku diya min lê radiza bû, çavê din jî li benda hatina bavê min bû. Heta derengî şevê jî min hêviya xwe ji hatina bavê xwe qut nekiribû. Dibe ku nikaribûn bihatina, ji ber vê ew hatin xewna min. Ji berê de ye, her ku ji xew radibim ez xewnên xwe ji bîr dikim, lê vê carê min ji bîr nekir. Ez vegeriyabûm zarokekî biçûk û ew dê û ew bav li der û dora min diçûn û dihatin. Çima wiha bû, çi digotin? Min nizanibû, tenê min yek tişt dizanibû ew jî ev bû, ku her du sax in û li cem min in û ez jî li cem wan im. Serê sibehê rastiya mirinê bi xwe re anî û min xwe tenê dît. Sêwiyekî xerîb, bê dê û bê bav, rêwiyekî dilşikestî û melûl. 
Piştî xwarina taştê min berê xwe da navenda bajêr û ji wir ber bi goristana Amûdê ve, ber bi Girê Şermola yê wêranbûyî ve bi rê ketim. Dema mirov ji Qamişlo tê Amûdê, piştî nivîsa “Amûdê bixêrhatina we dike” yekem mal mala me ye. Berî pazdeh salan ji cem mala me heta “Motorê kehreba” ku dibû destpêka bajêr, çend malên jihevbelavbûyî hebûn, lê her du aliyên rê ji cem mala me hetanî destpêka bajêr hemû hatibûn avakirin û mala me bi bajar re bûbû yek. Wekî din jî berî çûna min dest bi çandina daran li ser her du aliyên rê kiribûn. Dema dar biçûçik bûn hemû bizinan dixwarin û haris an pasvanê daran “Ebû Selfîç” nikaribû wan ji êrîşên bizinên birçî biparêze. Lê tev wilo jî çend dar ji bizinên şûm filitîbûn û mezin bûbûn. Vê yekê kêfa min anî. Birayê min û xwişka min bi min re hatin ser mezel. Gora dê û bavê min pêş min kirin. Heta wê kêlîkê jî min rê nedabû pîzotên bêrîkirinê yên ku di bin ariyê hêrs û xezeba dilê min de vêketibûn ku serî hildin û agir bi erd û ezmanê Amûdê bixin. Min derî li ber lehiya hêsiran venekiribû, ev hêsirên germ ku bi salan e di bin sipîka her du çavên min ên li xerîbiyê korbûyî de dişewitandin. Firehbûna û mezinbûna goristanê bala min kişand. Li der û dora gorên dê û bavê min gelek navên ku min ew nasdikirin hebûn. Hestin wiha bi min re çêbûn ku dê û bavê min min dibînin û ji bo ez karibim bi wan re baxivim, divê ez û ew tenê bin. Min ji birayê xwe û xwişka xwe xwest ku herin û min tenê bihêlin. Ew çûn û ez û dê û bavê xwe tenê man. Ez yê mirî û mirî tenê man. Ji nişke ve û devê volkana ji agir ya ku di rih de razayî bû, vebû. Ne giriyê pazdeh salan yê pazdeh hezar salî bû, ne poşmanî û êş bû, pîşo û bermayiyên şewateke mezin ya temenekî pûçbûyî bû. Bi dengekî bilind min lêborîna xwe ji dê û bavê xwest. Ez, kurê bêwefa û nankor, ku dê û bavê xwe ji mirinê re hiştin û da pey xewnên xwe yên biçûçik û çû. Ez, gunehkarê ku pêlên deryayên hêsiran nikarîbûn gunehên wî yên giran bişon. Min pala xwe da pazdeh hezar sal ji êşê, ji koraniyê, ji temenê wêranbûyî, ji sêwîtî û xerîbiyê, ji toza lal û ji ariyê. Her kes ji vî welatî ji bo ku baştir bijî direviya, bi sedan, bi hezaran ji vî welatî ji bo jiyanê axa xwe diterikandin, min jî berê xwe dabû vî welatî, ne ji bo jiyanê, lê ji bo mirinê. Welatê ku derfeta jiyaneke baş li ser axa xwe nedabû min, kêfxweş bûm ku wê derfeta mirina li ser vê axê bide. Gelo çend sal ji evên ku direvin re divê, da ku zanibin ewê ne li jiyanê, ne li rûmetê, ne li azadiyê, lê li rewrewkan rast bên. Jiyan û mirin, hêvî û şikestin, duayên diya min, limêja wê, tizbiya wê ya selewatan û sed karên ku bavê min bi hev re dikirin, xatirxwestina dijwar, ciwanî û kalbûn. Her tişt di serê min de tevlihev dibûn û dibûn barên gunehan, dibûn çiyayên gunehkariyê. 
Di navbera kêla ber serê diya min û kêla ber serê bavê min de birayê min darek çandibû. Ew dar hêdî hêdî mezin dibû. Min hemû gunehên xwe yên giran û sivik bi wê dara biçûçik a kesk ya ber serê dê û bavê xwe, ve daleqandin û hêdî hêdî li xwe, li xwezaya xwe vedigeriyam. Mîna ku pazdeh salan mirovek di sendoqeke girtî û ji zêr de be û ji nişke ve xwe li derveyî wê sindoqê û di nav axa mala xwe de xwe tazî bibîne. Wisa li min hatibû. Ez vegeriyabûm rastiya xwe. Her tişt rehet û xwezayî xuya dikir. Piştî pazdeh salan ew cara yekê bû ku kêfa min ji min re dihat û wekî kesekî ku xwe ji nû ve nas bike li min hatibû. Hestine xweş bûn. Welat xweş e. Ev ne tenê du peyvên erzan in ku dikarin li ser zimanê her kesî bin. Ev hesteke wisa ye, tenê mirovên ku xurbetê kezeba wan hilweşandiye dikarin bê ew çi ye. Di wê navberê re, dareke kesk û biçûçik û xweşik, mîna wê dara li ber serê dê û bavê min, di hundirê min de şîn hat.
Amûdê bela tu ji nû ve bişewitî.

 **

Beşên din ên vê xelekê:

- Rê ji bo erebeyên Amûdê vekiriye 

- Yekem car ez sînorê navbera du dewletan derbas dikim; her du alî jî kurd in 
 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Menaf Osman kî ye û li ku ye?

  • 01 Tîrmeh 2008

Ev zêdeyî bîst salan e ku li welatê kurdan şerekî zehmet û dijwar heye. Di vî şerî de bi hezaran bûyer, qewimandinên hêjayî nivîsandinê,...

Rexne, ev cînayeta mezin -2

  • 15 Sibat 2008

Diviyabû ku nivîsa vê carê xeleka duyem ba ji xelekên rexneyî, yên di derbarê nivîskariya kurdî de, lê ji xeleka derbasbûyî hate naskirin ku ez li ser...

Çima kesek guh nade nivîskarên kurd? (1/2)

  • 08 Pûşper 2009

Di destpêkê de, divê ez vê yekê zelal bikim ku mebesta min ji “nivîskarên kurd” nivîskarên kurmancînivîs in. Dema mirov li rewşa çapemeniya...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Van Gogh 165 salî ye

ad

Kurs û atolyeyên ziman û perwerdehiyê yên nû dest pê dikin!

ad

Kural: Kadîr Înanir kurd, çerkez, laz, tirk, ereb bû

ad

Bi gotarên akademîk: 'Romana kurdî û nasname'

ad

Belgefîlmên li ser Orkestraya Rojava hat nîşandayîn

ad

Dema testa TRT kurdî diyar bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname