Qamişlo
Orkestraya Rojava di sala 2016’an de li Qamişlo hatiye damezrandin û ji wê rojê zarokên di temenê 7 heta 17’an de têde hînê muzîkê dibin, bi muzîrê re eleqedar dibin. Niha ev ortekstra bû mijara belgefîlmekî.
Derhêner Dilîcan Osman Hiso û Nefel Production li ser vê orkestrayê belgefîlmekî kişandiye û belgefîlm îro li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo hat nîşandayîn. Derhêner Hiso, endamên Orkestraya Rojava ya Zarokan, gelek kesên din di dema nîşandayîna belgefîlm de amade bûn.
Piştî nîşandayîna belgefîlm Endama Rêveber a Orkestraya Rojava Firyal Colîn ji ber xebata wî xelat da derhêner Dilîcan Osman Hiso. Hiso sipasiya xelatê kir û xelata xwe diyarî rihê bavê xwe yhe hunermend Osman Hiso kir.
Belgefîlmê 56 deqîqeyî ji avakirin heta niha kar û barên Akademiya Orkêstraya Rojava û perwerdeyên wê nîşan dide. Di belgefîlm de zarokên ku perwerdehiyê digirin û projeyên wan jî hatine pêşkêş kirin.
Li aliyê din belgefîlm balê dikişîne ser zarokên ji Serêkaniyê û Efrînê koçer bûne û amurên wan ên muzîkê yên li dû wan mane jî.