logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Menaf Osman kî ye û li ku ye?

  • Dîrok: 01/07/2008

Ev zêdeyî bîst salan e ku li welatê kurdan şerekî zehmet û dijwar heye. Di vî şerî de bi hezaran bûyer, qewimandinên hêjayî nivîsandinê, rûdanên nû û  guhertinên kûr di dilê civakê de serê xwe rakirin e. Eger em di pencereya nivîsandina wêjeyî re li vê mijarê binêrin, wê nirxandinên cuda derkevin. Ji tunebûna tu tiştê hêjayî gotinê dest pê dike, wê hetanî bi hebûna berhemên mezin û nemir zencîra van nirxandinan dirêj bibe. Dibe jî ku rastî di navbera van her du nirxandinan de bicihbûyî be. Di vê der barê de her dem pirseke şaş tê kirin, pirseke ku naveroka wê bi vî rengî tê ristin, çima romanên mezin ên wekî vê bûyera mezin di jiyana kurdan de dernakevin. Di baweriya min de beramberiyeke wisa mirov dajo ber dergehên bersivên şaş.  Eger mirov xwîn, ked, xwêdan û tekoşîna giyan û bedenên bi hezarên mirovan û bedelên wan yên mezin bide beramber pirtûkekê, bêdadiyek mezin di der heqê her du aliyan de tê holê. Ji lew re divê pirs jî nekevin gerînoka tevliheviyê ku bi awayekî ji awayan şermezarkirin û biçûkxistina nivîskaran û berhemên wan bi xwe re tîne. Ji ber vê pirsa ku ez dixwazim di vê der barê de bikim jî girêdayî çarçoveya rasteqîne ya  wêjeyêye, da ku em nekevin wî cihê ku mirov tiştekî ji wêjeyê bixwaze û wêje nikare bike û jê nayê xwestin jî ku wê rolê bilîze.

Eger em hinekî din ji mijara xwe nêzîk bibin, wê hûrbînî me bajo ber pirsa li rewşa berhemên ku di van bîst salan de li ser vî şerî hatine nivîsandin. Dibe ku ji derveyî taqeta min be ku ez dîmenekî giştî û zelal bidim, ji ber ku ez di der barê hemû berheman de ne xwedî agahiyên berfirehim, lê di sînorê agahdariyên xwe de ez dikarim balê bikşînim ber bi yek ji baştirîn nimûneyê van berheman û bi taybetî, di warê romanê de.
Romana ku bi tesadufî kete destê min û navê xwediyê wê di nav qelebalixa gotar û malperên înternetê de nayê dîtin.
Romana girê şêran e û nivîskarê wê Menaf Osman e.
Ev roman di sala 2003'yan de, di nav weşanên Aramê de li Stenbolê, derketiye. Di der barê xwediyê romanê de tu agahî di pirtûkê de nehatine nivîsandin. Roman ji 435 rûpelan pêk tê.
Roman li ser jiyana şervanên kurd e ku zêdeyî bîst salan e li çiyayên Kurdistanê şerekî aloz dimeşînin. Gava navê romanê li ber çavên min ket, bala min çû ser wan nivîsên siloganîk û yên ji kûrahiya giyan û rihê mirovan dûr. Bi xwendina romanê re hêdî hêdî ew gumanên ku navê romanê bi mirov re çêdikin li ber avê diçin û xwendevan xwe dibîne ku ew li hember nivîskarekî wisa ye ku di karê xwe de serwext e û di daketina nav kûrahiya mejî û rihên kesên romanê de xwedî serboreyeke têr tijî ye. Her wisa di gerandina tayên tenik ên ku tevnê romaneke dirêj dihûne de, xwedî  tiliyin sivik û hostayiyekê ye. Ji bilî zimanê romanê ku bi bûyeran re bê likumandin diherike û dûrî lîsk û mecazên giran diçe. Wisa xuya ye ku nivîskar bi xwe di honandina rewş, tevger, atmosfer û nakokiyên psîkolojîk yên kesên romana xwe heta dawiyê serdest e. Baweriyek wisa bi mirov re çêdike ku ew qala beşekî ji serboreya xwe ya di şer de dike, lê bi awayekî ku destê xwe datîne ser detayên biçûçik û tenik yên hindirê şervanan. Balkêş e ku nivîskar xwe berdaye wî aliyê tarî ji mejî û giyanê şervanan ku carnan şerekî mezin di navbera gotin û kirinên wan de çêdibe, carna jî ronahiyê davêje ser wî şerê di navbera bîr û baweriyên siyasî yên kesên xwe de ku li hember hewcedariyên wan yên rûhî û cesedî dibin kelemên dijwar. Nivîskar, ne bi çavên siyasî, belê bi çavên wêjeyî kesên romanê ku hemû ji der û dora wî ne ji me re pêşkêş kirine.
Ji bo ez dirêj nekim, di warê nivîsandina / romana şer / de, mirov li ber nimûneyekî serkeftî û hêjayî ye.
Wisa jî ev roman bawerî dide mirov, ku mirov li ber nivîskarekî kurdî serkeftî û bi hêz e, lê di hemû kêliyên xwendina vê romanê de pirsekê dev ji min bernedida.
Pênc sal di ser derketina romana wî re derbas bûne, lê xwediyê Girê Şêran, Menaf Osman kî ye û niha li ku derê dimîne gelo?

helimyusiv@hotmail.com

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Çima projeya me ya rewşebîrî li Rojava têkçû?

  • 08 Tîrmeh 2023

Di 25-26.01.2014 de, li bajarê Biliefeld ê Almanyayê, çaremîn kongreya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li derve li dar ket. Di vê kongreyê de biryar hat...

Serdana dibistanên perwerdeya bi kurdî li Amûdê

  • 22 Rêbendan 2016

Xelek-4Girîngtirîn guhertina ku di van salên dawiyê de li Rojava bala min kişandibû, perwerdeya fermî ya zarokên kurdan bi zimanê kurdî bû. Ji ber vê yekê,...

Sê roj bi Exil-PEN'ê re

  • 09 Berfanbar 2013

Di rojên 15 heta 17.11.2013'yan, di bin sernavê "Cîhan û derbiderî" de, li bajarê Solingen li Almanyayê, Exil-PEN'a nivîskarên derbider yên ku li welatên...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

UNICEF'ê berê xwe da navdaran

ad

TRT 6 û kanalên din hezar berhem dizîn

ad

BDP ji bo kongreyê amade ye

ad

5 tîmên jinan ên dê herin Women's Euro 2022 diyar bûn

ad

Şivan Perwer: Niha bernameya min tije ye

ad

Tacîz

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname