logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Rê ji bo erebeyên Amûdê vekiriye

  • Dîrok: 09/01/2016
Xelek-2
Serdana yên ku riya vegerê li ber min vekirin
Gava ez ketim ser riya Qamişlo, dû re jî Amûdê, bêrîkirina her kesî, her kevirî, her quncikî, her malê, her sikakê, kelecaneke mezin xistibû nava min. Lê derdê herî mezin ew bû, ku hin kes hene di van pazdeh salan de pişta xwe dabûn jiyanê û mirov nema dikaribû wan bibîne. Ji wan kesan, yên herî nêzîkî min dê û bavê min bûn. Lê berî herduyan jî hin kesên din jî hebûn ku rê li ber vegera min û xerîbên wekî min vekirin, ew jî şehîd bûn. Şehîdên ku ciwaniya xwe, temenê xwe dan me yên ku hîna em li ser erdê dimeşin û ew çûn ketin bin erdê. Yek ji wan şehîdên ciwan Helebçe keça hevalê min ê kevin Taha Xelîl bû. Bi rê de min telefonî wî kir, da ku li ber deriyê goristana şehîdan li benda me be. Me gelekî hewil da ku em gurzek gulên xwezayî bi xwe re bibin, em di hewildanên xwe de biserneketin. Li şûna gurzek gul, çiyayên ji xemgîniyê, embarên êşê, du çavên bêrîkirinê yên şil û ezmanekî sayî ji hezkirina wê axê, me bi xwe re bir û ber bi deriyê şehîdan ve ketin rê. Wekî ku berî pazdeh salan be û ez li ber deriyê mala Taha Xelîl li Qamişlo sekinîbim, Helebçe ya biçûçik a hûrik hat pêşiya min û derî ji min re vekir. Vê carê ne deriyê mala Taha bû, deriyê goristana şehîdan bû. Helebçe ne wekî ku her gav ji min re digot: "Ez ji mala cîranê me Debûso têm", vê carê Helebçe bêdeng bû, mezin bûbû, bûbû keç, bi şêro Hindê re zewicî bû û hindik mabû bibe dê. Dijminên jiyanê nehiştin ku Helebçe bibe dê. Helebçe êdî bibû şehîd. Em jî, ez û Ehmed Huseynî, em hatibûn mêvandariya wê û bi dehên hevalên wê yên şehîd. Me xwe dît, ligel diya wê, bavê wê û hevjînê wê, em li derûdora gora wê civiyane û hemû bi yek derbê re xwe dispêrin girî. Giriyekî kor, giriyekî lal, giriyekî bê hedan, em dan ber jana xwe û di nav pêlên hêsirên pîr û diranketî de min giyanê xwe yê westiyayî ji toz û tirabêlka pazde hezar sal ji gunehkariyê şûşt. Gava çavên min li ber gora Helebçê li Taha ketin, min tu gotin nedîtin ku jêre bêjim. Tenê li ser gorê min ev got: 
- Dilê min hebû em bên bibin mêvanê mala Helebçê, ne ku bên serdana gora wê. 
Taha bi destê min girt û ez ber bi gorên şehîdan ve kişandim. Her çendî hêsiran rê nedida, lê dîsa jî digot:
- Li van binêr, ev ..ev ..ev ..ev hemû di emrê Helebçê de bûn û jê biçûktirbûn jî. Me ev hemû xistine bin vê axê û hîn jî rûyê hinekan heye ku derkevin û li ser wan bêjin "şebîha" û ajanên vê rêjîmê û yên wê rêjîmê.
Gotinên me ji hev re gotin pir hindik bûn. Li wir wan kêlîkan tenê hest hebûn, hêsîr, hesret, bêrîkirin, hêrs, xemgînî û êş hebû û berî van hemûyan serbilindî hebû. Em bi wan dêşiyan, lê wisa jî bi wan serbilind bûn. Roja Rojava hêdî hêdî diçû ava. Ji bo min kêlîkine pir dijwar bûn, giran bûn. Ji nişkê ve min xwe di dilê wê rastiyê de dît. Ji hezarên kîlometreyan min roj bi roj oxirkirina van şehîdan dişopand, min navên wan dizanî bû, rûyên wan di wêneyan de di hiş û giyanê min de cih girtibûn. Aniha jî li cem wan bûm. Wisa bi yek carê re li cem hemûyan û di nav wan de bûm. Mîna ku di nav gerînokekê de bim. Xemgîniyeke mezin, wisa jî kêfeke mezin dijiyam. Bi rê de, me Ehmed Huseynî danî mala dostê delal Mizgînê Gemo û biraziyê min ê ku wisa bi saetan bi me re bêdeng mabû, berê min da Amûdê. Bi rê de alên YPG û wêneyên şehîdan li her derê daliqandî dihatin dîtin. Ji berî Dêrikê ve, yekser piştî derbasbûna me û heta em gihîştin Amûdê bi dehan bendên kontrolê yên asayîşan hebûn. Balkêş bû ku asayişên ku min dîtin wê rojê hemû xortên ciwan û nûhatî bûn. Carekê tenê jî kesekî ji wan daxwaza dilê min bi cih nanî û pasaporta min ji min nexwest. Berî em bigihên Amûdê, min ji biraziyê xwe Bengîn pirsî:
- Bengîn, ev çima kesek me nasekinîne. Hema li me dinêrin û bi hurmetî ji me re dibêjin herin. 
Bengîn wiha bersiv da: 
- Ew li tirimpêlê dinêrin, dinêrin ku navê Amûdê li serê û ne xerîb e, yekser destûra me didin. Rewş ji bo tirimpêlên xerîb ne wiha ye. 
Bi gihîştina Amûdê re şev ketibû erdê. Min xwişka xwe ya biçûk Salha, birayên xwe Ezîz û Ferhan dîtin. Xwişka min êdî xwedî mal bû û bi  Menaf re, hevalê min ê dema xwendina Zanîngeha Helebê, zewicî bû. Birayê min êdî bûbû kalik. Zarokên ku ji berî pazdeh salan de min ew nedîtibûn bûbûn xort û keç, hinek ji wan jî bûbûn dê û bav. Wisa zarokên ku ew cara yekê ye ez wan dibînim hebûn. Ketina nav xwişk û bira û zarok û neviyên wan, piştî ewqase sal, hestine seyr di hundir min de şiyar kirin. Li malê şûna dê û bavê min pir xuyabû. çavên min her gav li wan digeriyan. Her ji kêlîkekê min digot qey wê derî vebe û wê diya min yan bavê min têkeve derî û ezê herim destê wan. Min xwe ji pêşwaziya wan re amade dikir, lê nehatin. Ji ber ku ew nehatin, roja din serê sibehê divabû ez herim cem wan. Min bawer nedikir ku bibe sibe û ez herim serdana wan. Min bêriya wan kiribû. Nizanim çima baweriyeke wiha bi min re hebû, ku ewê pê bihisin ez hatime cem wan û ew jî li benda min in. Bû sibe, min berê xwe da  mezelê Amûdê, min berê xwe da Girê Şermola yê ku ev pazdeh hezar salin di hundirê min de diherife û naqede.
(Wê bidome...)
 Li ser gora Helebçeya şehîd.
 Helîm Yûsiv û Taha Xelîl çûn serdana goristana şehîdan
 **
Beşa yekem a vê xelekê:
- Yekem car ez sînorê navbera du dewletan derbas dikim; her du alî jî kurd in
 
Hin Nivîsen Nivîskar

Piştî 25 salan dîsa 'Jinên Qatên Bilind'

  • 08 Kewçêr 2020

Sal 1994 bû. Sê sal di ser derketina yekemîn pirtûka mina çîrokan “Mêrê Avis” re, bi zimanê erebî, derbas bûbûn. Hetanî mirov...

Em, dijminên xweşikbûnê

  • 15 Avrêl 2008

 - Zarokên sîxur:Li Amûdê, her serê sibehê, em zarokên bi firêneketî, me destên xwe mîna silava Naziyan bilind û dirêj dikir. Bi zimanekî ku...

Dara di navbera serê dê û bavê min de

  • 16 Rêbendan 2016

Xelek-3Şeva yekem ji gihîştina min a Amûdê û razana min a li wê mala ku min dê û bavê xwe lê sax hiştibûn û min pişta xwe dabûyê, şeveke...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Çend başî û şaşiyên Rêbera Rastnivîsînê

ad

Dewletê dest danî ser Culemêrgê!

ad

'Em dixwazin Şoreşa Rojava bi serkeftî bidome'

ad

Ji bo çarîk finala Lîga Şampiyonan reqîb diyar bûn

ad

BDP'ê: Emê têkoşîna Vanli bidomînin

ad

Fotoyê rojê: Ji bo girtiyên nexweş azadî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname