Îskan paşayê ku soza Rahmê dabû Evdiyê Milhem û bi pêlewaniya wî dijminên xwe yek bi yek têk biribûn, li ser cila neheqiyê rûdine soza xwe dixwe û radibe Rahma çeleng dide ‘mêrê kotî’ Osman begê Rihalî.
Piştî salan Evdiyê Êzdî ku dibîse Rahm miriye bi piyê Derwêş û Sadûnê kur re digre diçe li goristana Rihayê li ser tirba Rahmê fetiheyeke Mihemedî dixwîne.
Ku me her kesî ji çîroka Derwêş û Edûlê hez kiribe jî, lê Brahîmê Mistê ji çîroka Rahma misilman û Evdiyê Êzdî hez kiribû: digot; qodên çîroka Derwêş û Edûlê di ya Evdî û Rahmê de nixumandî ne.
Brahîmê Mistê ku di dilê xwe de ‘Rahmeke nav qedexe sînor dagir kirî hez kiribû’, di ber wê hezê de yên ku li ser doşega Rahmê rûniştî radibin ji berdêla qelenê heza Rahmê 22 sal ciza didin Brahîmo.
Brahîmê ciwan, hê simbêlan xwêdan negirtî di ber evîna Rahmê de, kurt û kurmancî 20 sal heps dipê û ku li paş deriyên hesinî dertê êdî por spî, temen gihandiye pêncî.
Ne hûn bi tragediya vê destana me ya neteweyî dizanin! kurê Îskan paşa Brahîm paşayê Milî jî bi soza Edûlê heman dek û lîstik neanîn serê Derwêş kurê Evdî?
Kurd hêj jî wisa ne! gotine ‘ji şîrî heya pîrî’
Got: Piştî 20 salên hepsê min bi xebatê dehek salên din jî li pey evîna Rahmê xerc kirin, lê rojekê, li cem sermayedarekî ku wextekê ji xatirê îhaleyên dewletê nediwêrî yan nedixwest silavê bide, ku min bi nanezikê dest bi şixul kir, hêngê ez pê hesiyam ‘ku Rahma min miriye’.
Dibe, ji we hin bi çîroka Jesse Owensê reşik jî dizanin!
Owensê ku di olimpiyadekê de li ser hev sê caran di çimavêtinê de dijberên xwe derbas dike, lê hekemê ku ji alî Hîtler ve hatî temîkirin ala di destê xwe de radike û ji Owens re dibêje, na nebû, te heram xwar-huzî kirin!
Owensê ku ji hekem re serî naçemîne û nabêje ‘ehlen we sehlen’ desmala bi xwêdan a di stûyê xwe de gavekê bi şûn ve datîne pişt cizxiyê bi şûn ve vedikşe tê li ber desmalê xwe hil dike, carek din him dijberên xwe têk dibe, him hekem û him jî Hîtler û hîleyên wî…
Hîtlerê li trîbûnê rûniştî dibîne ku Owens bi hêza xwe fêlên wî jî, nijada arî-germen jî bi bin xwe xistin, radibe qûna xwe dadiweşîne lêdixe diçe…
Pêşiyan gotiye ‘hinek dikin hinek dixwin’ û yên ku ‘bi gur re dixwin bi xwedî re şînê digerînin’ ku ketibin dorê û bibêjin, aha vaye dora me jî hat û ku bûne û hê wê pir bibin çîna rêveber a civaka kolonyal jî, ku hinekan kiribe tûr û hinekan jî ku pê hûr nepixandibe jî, lê Brahîmê Mistê yê ku di 12 Rezberê di zindanê de jî serî li ber zilmê danenî û bû yekem û tekane kesê ku şimaqên Medî li serçavên Qerebelayê Enver paşayê Arnavûtî xistî, digot: li ser xwîna enfaliyan ku sîxûr û cahşên Saddam ên jin bêderpê li başûr bûn xwedan post-kursî û pirpirik, pêşmergeyê qehreman ê ku bi mûçeyeke biçûk hatî malnîşînkirin an sînoran diparêze dê li Şingalê nereve wê di ber Kurdistana kê de xwe bide kuştin?
Yekî ku ker bi dev gur xistî gotiye ‘ dizanim a kerî min ji gur re namîne, lê çi bikim ku ez bê ker mam’
Got, şora me li vir: hin dibêjin; Brahîmo piştî ew qas salên hepsê tu çima di binê xênî de rûdinî!?
Ji wan re dengê xwe dernaxim û tiştekî nabêjim, bes dilê xwe de dibêjim ‘piştî ku pê hesiyam Rahma min miriye’! êdî diçim ber Îskan paşayên Milî de careke din xwe di zindanê de dirizînim..!
Brahîmê çira vemirî-ji ber ku bîst salên hepsê dev jê rawirt, ku nebû û wê nebe xwedan Derwêş û Sadûnan, Rahm û Edûlan, keser kûr dikşand û dipirsî; ka bêjin kevirno-dîwarno, êdî biçim li ber kîjan sînorî-gorîçeyê bêjim a Rahmê ye û li çongan bidim?