Diyarname
Ev jî çêbû: Serokdewletê berê yê DYA'yê Donald Trumpî ji ber têkçûna tîma fûtbolê ya jinan a DYA'yê, Serokdewletê DYA'yê Joe Biden sûcdar kir.
Niha Tûrnûvaya Şampiyoniya Fûtbolê ya Jinan a Dinyayê 2023 didome. Maçên duh, îro û sibê maçên Dora 16'an hatin/têne lîstin.
Di maçên duh de yek ji tîmên serketî tîma fûtbolê ya jinan a Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) li hemberî Swêdê têk çû. Maç bi 0-0 bi dawî bû, bi penaltiyan Swêdê DYA bi 5-4 têk bir û ew derket çarîk fînalê, DYA vegeriya mala xwe. Heta vir her tişt normal e. Lê tiştê ne normal piştî vê skorê hat. Serokdewletê DYA'yê yê berê Trumpî piştî vê maçê bi ser tora civakî Social Truth re daxuyanî da û Biden sûcdar kir.
Trumpê ku dixwaze di sala 2024'an de careke din bibe berendamê Serokatiya DYA'yê li ser maçê wisa got, "Milemetê me demek gelek mezin bû, lê niha ev têkçûn nîşan dide ku di dema rêveberiya Joe Biden ê derewkar e çi diqewime.
Lîstikvana DYA'yê Megan Rapinoe nekarî penaltiyê veguherîne golê û DYA têk çû. Megan Rapinoe ku di tûrnûvaya berî vê de gelek serketî bû û bûbû lîstikvana herî serketî jî lê ji ber nekarî penaltiyê biavêje Trumpî ew jî da ber rexneyan û got, "Medan, ev ceribandinek baş bû, DYA ber bi dojehê ve diçe."
DYA TÎMA HERÎ SERKETÎ YE
Tîma jinan a DYA'yê di Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ya FIFA'yê de tîma herî serketî ye. Heta niha 9 caran ev tûrnûva li dar ketiye. DYA her carê beşdar bûye lê yekem car e nikariye derbasî çarîk fînalê bibe. DYA'yê heta niha 4 caran (1991, 1999, 2015, 2019) ev kûpa biriye mala xwe. Almanyayê 2 caran (2003, 2007), Norwec û Japonyayê jî her yekê carek ev kûpa biriye mala xwe.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Jinên Zelandaya Nû dîrokek nû li dîroka xwe kirin
- Vê carê dora Fûtbola Jinan e (Agahiyên li ser tûrnûvaya îsal)