logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Ji hev famnekirina nifşên kurdan!

  • Dîrok: 29/11/2020
Qasî dizanim, li rûyê dinê tim sê nifş bi hev re hene, bi hev re dijîn!
Û di navbera wan nifşan de tim ê ku qayîşkêşanek hebe jî, dijberî hebe jî, wekî sedema nanokiyan têgeha kevn û nû hebe jî, lê di wê navberê de, di wê qayişkêşanê de hin mijar hene qet nabin sedema ji holê rabûna têkîlî û danûstendina dewrkirin-dewrkirina a tiştên xwebûyînê; wekî çand, nasname, ziman, kelepor û tore!..
Dema nifşê nû ji nifşê kevn-pîrbûyî wan hebûnên xwebûnê-aîdetê werdigire, wan ne wekî pêlaveke kevn qetiyayî ya ji bav û kalan mayî, sakoyekî bi pîne, wekî mîrate xaniyekî kavilbûyî, erdekî bej werbigire rûyê xwe tirş nake, mirûzê xwe xira nake-bi kêfxweşî wan ji bapîr, dapîr, bav û diya xwe digire, gorî zemanê xwe hin guhertinan dike, hinan jê davêje hinan lê zêde dike û bo dewrî zarok û neviyê/ê xwe bike wan bi xwe re tîne heta wî cihî, wê demê!
Û ew tişt, metefor, dewrgirtin û dewrkirin bes bi tiştekî dibe, bi têkilî, bi danûstendina nifşan a bi hev re; bi zimên pêk tê…  
Yanê ger di navbera nifşan de pireyek hebe bêyî pirsgirek tiştên aîdetê radestî nifşan kirin pêk tê, lê ger di navbera nifşan de pireyek tune be, nifşên li vî alî nikarin tiştên aîdetê bidin nifşên li wî alî û ew ji holê rabûna têkilî-danûstendina di navbera nifşan de dibe sedema mirinê ya hebûnên xwebûnê-aîdetê!!!
Erê, di dewrkirin û dewrgirtinê de çendîn ziman wekî navgîn erka pireyekê bi cî tîne jî, lê di heman demê de bi wê dewrkirin û dewrgirtinê re bi xwe jî, xwe ji nifşekî derbasî nifşekî din dike… Wisa xuya ye, ger dewrkirin û dewrgirtina aîdetan nebe ya zimên jî nabe(!) 
Wekî hêja Dîlawer Zeraq gotî: “ziman ne her tişt e lê ew di nav her tiştî de ye”!
Ji ber rewşa kurdî bivê nevê serê di gotinên me yek zimanê me ye, mijara du nivîsên me yek derbarê zimên de ye û ne ew gotinek me ne ew nivîs-ek me mixabin ji rewş û derdê me re nebûye-nabe çare-derman…
Balam ew gotin, nivîs û gengeşî carinan meriv dibe serçaviya sedeman; qet nebe divê em bi sedemên vê rewşa kambax zanibin, belkî rojekê jî bi çareseriyê..!
Heta berî vê sîh-çil salî têkîliya kurdan a bi hilberîn û karkirinê re ne wisa bû; heta rêjeyeke zêde bapîr-bav û kur-nevî di nav çerxa heman kar û hilberînê de bûn; yanê têkîlî û danûstendina sê nifşan tim ê li ser karekî û li ser hizra pêşerojeke hevpar bi hev re hebû. Vê yekê rê dida pireya di navbera nifşan de tim ê li dar be; bêyî ku navber têkeve dewrkirin û dewrgirtin di navbera nifşan çêdibû…
Lê di van sî-bîst salên dawiyê de rewş bi tevahî guherî; bi rêjeyeke pir kurdan berê xwe da kar û hilberînên din ên bi zimanekî din pêk tên. 
Berê ji bo kur-keç-nevî ji bapîr û dapîra xwe tiştan fêr bibin divê zimanê wan bizaniya lê vega berevajî bûye, bo dapîr, kalepîr, bav û dê ji kur-keça xwe fam bike ew hewl didin, neçar in xwe hînî zimanê ‘wan’ bikin.
Berê dema kur-keç li dibistanê vedigeriyan mal heta radeyekê zimanê xwe yê perwerdehiyê li dibistanê dihiştin, vêga pazdeh-bîst sal in ew ziman bi telefon û înternetê pê re tê mal, pê re tê-diçe ser kar, dibe-bûye zimanê sohbet û danûstenên bi heval, hogir û yaran… Berê li dibistanê tenê ew ziman hebû vega ew ziman bi rêya teknolojiyê, telefon û înternetê di bîst û çar saetên jiyanê yên xort û keçan de heye û bi vê yekê, bi berê xwe dana hilberîn û karên nû, ku ew yek bes bi zimanekî din pêkan e, bûye-dibe sedema rûxiyîna pireya di navbera nifşan de.
Yanê nifşên nû ji cîhana bapîr û bavê, di cîhana dapîr û dê de derketine, ew êdî li cîhaneke din in, li wê cîhanê jî pêdiviya wan bi tiştên ji nifşên beriya xwe yên wekî aîdetê dewr bigire tunê.
Yanê bersiva pirsa çima nifşên nû bi kurdî nizanin ev e; di navbera nifşên nû û yên  berê de têkîlî û danûstendinê hilberîn û kar-ekî, heta ya dahûtiyekê nema ye; di navbera nifşên nû û nifşên kevn de pireya dewrkirinê-dewrgirtinê jiholê rabûye-rakirine… 
Ango ji dervayî tiştên dagirker dide me da em pê jiyana xwe berdewam bikin, me alternatîfekî kar, hilberîn û dahûtiyê-jiyanê daneniye, tiştê wan daniye ber me jî ne bi zimanê me bi zimanê wan divê were kirin…
Ji malbata me ya herî welatperwer bigirin heta yên dijî neteweperweriyê bo zarokên me di perwerdeya bi tirkî de serkeftî bin, karekî nanekê li cîhana wî zimanî bi dest bixin, ên tiştên nemayî di wê riyê de terxan dikin em in, em in yên bo wê xwe diçirînin!?
Yanê em ê zarokên xwe ji wir biqetînin bînin ku, alternatîfa me ya bibe dahatuya wan heye?
Loma nifşên nû, li bakur ne tenê bi kurdî nizanin, ew ji çand, foklor, tore û ji qerekter- ji qodên kurd-î  bêhay in…
Çi ku zimanê dewrkirinê û dewrgirtinê yê ku bapîr-dapîr, dê-bav û nevî pê danûstendin dikirin û pê hev fam dikirin êdî bêfoksyon e; ger bi zimanekî hilberîneke hevpar nebe zimanekî hevpar jî nabe!!!
Gelek asayî ye di navbera nifşan de temsîla yên kevn-klasîk û yên nû, nakokiyên zemanî, pêşerojê, rikêşî, qayîşkêşan hebin; ya xelkê li ser hizran, kevneşopî û nûbûnê rû dide,  nifş ji hev cihê dimînin lê ya me, çendîn para nelihevkirinên zemanî hebin jî, (ku behsa me ne ev ji hev cihê hizirîn û hestkirina nifşan e) hevfamnekirina me piranî li ser zimanê yên din rû dide. Erê wekî ya xelkê di navbera nifşên me de jî para nakokiyên ‘wê demê û vê demê’ heye, lê ya me eleqeder dike ne ya zemanî ya zimanî ye; nakokiya me ya serkêş a dibe sedem ku nifşên kurd ji hev fam nekin, ji hev dûr bikevin ne zeman, zimanê dagirkeran e!.. 
Ne li mal, ne li derve, ne li kar, ne li dibistanê, ne danûstendina bi dê û bavê re, bi xwişk û bira re, bi heval û yar re; li şîn û dawetekê êdî cihê sohbeteke bi kurdî tune! 
Loma gunehê zarok û ciwanên tunê, bo ku pêşiya ji zimanê bav û kalan dûrketinê, pê nezanîna aîdetên xwe ne gunehê zarok-ciwanên niha yên bi kurdî nizanin, nifşê beriya wan ev rê vekir! Eger rexnekirina nifşekî divê, eger sûcdarek divê, ev tawanbarî û rexnekirin divê li nifşê navsare yê kurd, bi taybetî li siyasetmedaran were kirin, piranî ew nifş sûcdar e, ne nifşê nû, ne ciwan û zarok! Wan ev rê vekir û mixabin, bi vî halê xwe em nikarin vê rêya reş bigirin û her diçe ji hev dûrketina nifşên kurd, ji hev famnekirina wan vediguhere ya mirovên ji miletên dîtir!!! 
Êdî li ser koka kurdî dan û stendin, yanê dewrkirin-dewrgirtina qodên kurd-î çênabe, çi ku ew ziman êdî naye bikaranîn, pê hilberîn nayê kirin.
Mixabin em bêalternetîf in! Alternatîfeke me ya ku pêşiyê li vê malwêraniyê bigire, kurdî li hemî qadên jiyanê bike zimanê danûstendin, hilberîn û hwd. tune û zarok û ciwan, nifşê me yê nû di rewşa me ya heyî de hewceyî bi ziman û karên wan in, mixabin…
Zimanek bi dirûşma ‘zimanê me rûmeta me ye’ ji mirinê nayê xilas kirin; her wiha, zimanê ku pê neaxifî, pê siyasetê nekî, pê hilberînê nekî, pê jiyana xwe berdewam nekî, pê pêşerojeke bo zarokên xwe saz û xeyal nekî, bes bi sloganekê nayê parastin; divê em derewan li zimanê xwe nekin; derewan mekin ‘zimanê pê nejî ne rûmeta te ye’! 
Û divê em di vê mijarê de jî xwe nexapînin, erê divê zor û zext li dewleta têkîldar werin kirin da gavan bavêje, balam gavên em bi xwe beriya dewletê bavêjin jî hene! Heta em bo zimanê xwe gavên divên bi xwe neavêjin em nikarin gazincan li dewleta malûm bikin (çi ku ew gazinc qet ne samîmî ye!) 
Bo wê, divê sazî, dezgeh, bi taybetî jî siyaseta kurd bo zimanê kurdî ji xwe dest pê bikin gavan bavêjin.
Yanê, belkî dewlet tu carî jî gavan neavêje…êêê…!? 
Rewşek balkêş û sosret! ‘zimanê kurdî ew ziman e ku, her diçe yên pê dinivîsin û pê dixwînin pir dibin, lê beramberî vê, her diçe yên pê diaxivin, dijîn (tune) dibin’(!)
Ev yek ne asayî ye, hewceyî bi lêkolînên pîskolojîk û sosyolojîk e…

Hin Nivîsen Nivîskar

Efsûniya Peyvê

  • 28 Pûşper 2013

Kurd, hê nû nû bi riya nivîskar-helbestkaran li qada wêjeyê û hunerê dengê kurdî dibihîsin, bi nivîskar û helbestkarên kurdî  re...

Şer û aştî

  • 21 Tîrmeh 2015

Ji ber ku dixwest bi çavên serê xwe şewitîna bajarekî bibîne û berhema xwe hê hêjatir lêbike Neron rabû paytexta cîhanê, Roma da ber êgir.Ji...

Em ne birayên hev in!

  • 29 Tebax 2016

Şair di helbesta xwe de wiha dibêje:  Efendîno*rahijin teşkên xwerahijin kincên xwe postalên xwe û şewqeyên xweçiyê we hebe li ser vê axê û we...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kovara 'Bizot' ca dawo Rênas Jiyanî

ad

Xwendinek li ser "Kewên Birçî"

ad

YNK û PDK’ê namzetên xwe yên serokomariyê eşkere kirin

ad

Xelatên Globa Zêrîn 2024

ad

Li Amedê vê mehê lîstikên şanoyê

ad

Li Amedê çalakiyên ji bo Roja Ziman

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname