Di berheman de, çavdêr û vegotvan, kesê yekemîn, duyemîn û sêyemîn hene, nivîskar dikarin karakterên xwe dramatîze jî bikin û dikarin bêdramatîze jî wan vebihûne. Vegotvanên dramatîze dikin jî hene û yên dramatîze nakin jî hene, lê belê di berheman de, nivîskar karekterên xwe, (vegotvan, çavdêr, kesên yekemîn, duyemîn û sêyemîn) dikarin rêjeya dramatîzasyona wan zêdetir jî bikin û dikarin hindik jî derxîne pêş ve, ango bi nivîskêr ve girêdayîye.
Ji bo çi min behsa wan tiştan kire, çimkî berhema me bi van xalan ve têkîldar in. Di berhema “Retorîka Sêwirandinê” de behsa “ Vegotvanên Hatine Dramatîzekirin û Vegotvanên Bêyî Dramatîzekirî û Çavdêran kiriye.” Çavdêr di vir de dibe ku kesê yekemîn be, kesê duyemîn be, dibe kesê sêyemîn be û dibe ku vegotvan be jî. Li gor berhema Retorîka Sêwirandinê yên dramatezîkirî, bêtir subjektîf in, yên nedramatezekirî jî bêtir objektîf in. Îcar di berhemekê de objektîfbûn û subjektîfbûna çavên nivîskêr çiqas girîng e? Nivîskar divê subjektiv be an jî objektîf be? Li hember karekterên xwe divê çawa bin û çawa tevbigerin. Di berhema Burhan Tek ya bi navê “NAV” de pirs hinekî jî ev e. Taliya talî di her çîrok, roman, helbest û cûreyên helbestê de objektîfbûn û subjektîfbûn heye lê belê bêyî hest, bêyî dram û trajedî û derûnî berhem nabe û kêm in. Berhemên tenê ji çavdêriyan êqil bêyî nivîsandin, kêm in berhemên bi êqil têne nivîsandin, berhemên objektîf in û rijî ne. Heke berhem objektîf bê nivîsandin divê rêzebûyer, peyvhûnandin û hevoksaziya berheman bê bi rihkirin, divê vegotin bê rihkirin. Rihkirin tê wateya heyecan û hestan û meraqdariya bûyer û rêzebûyerên naveroka û lehengên berheman.
Helbet berhemên tam û tekûz tune ne û her tişt kêm e. Lê helbet her berhem li pê şopa başekê ye. Nexwe bo çi mirov binivîse. Armanca her nivîskarî berhemên baş û bi kêr binivîse, dibe ku bo hunerê be û dibe ku bo civakê be, talî li pêy şopa başekê ye.
Îcar em werin ser berhema xwe, berhema nivîskar a Burhan Tek berhemeke piranî çavkaniya xwe û vehonandina xwe bi hevîrê êqil strandiye. Loma a herî kêm di berhemê de heyecan, rîtîm, meraqdarî, melankolî û dramatîzasyon e. Nivîskar xwe ji naveroka berhemê vekêşandiye lê kêm caran tevlî naverok û karakterên xwe jî bûye, lê herî zêde temaşevanê karekterên xwe ye, kesê sêyemîn e û dinêre, dibîne û dirêsîne. Carinan jî kesê yekem e û vedibêje, geh bi dev, deng û hişê karakterê xwe dibêje û vedibêje, geh jî nivîskar bixwe vedibêje û dibêje. Lê bêtir li derveyî tabloya kompozîsyona hişê karakteran disekine û çavdêriyên xwe vedirêsîne. Loma di çîrokan de aqil serdestiyê dike, hest û heyecan û meraqdarî li pêy êqil bi xwêr re dikêşin. Îcar a rast çi ye gelo? Divê aqil serdest be an jî baldarî, meraqdarî, heyecan û hest hwd serdest bin?
Di çîroksaziyê û bûyersaziya çîrokan de a girîng çi ye? Helbet bo herkesî gengaz e guherbar be, lê divê di her cureyên berheman de hem ekla êqil û hem jî ekla meraqdariyê, heyecan û hestan hebe. Em dikarin bibêjin di çîrokên Burhan Tek de ên ku hest, meraqdarî û heyecan daye çîroksaziya wî çîrokên bi navê NAV û SOND û çîroka AZMÛN e. Lê belê di çîrokên din de em pir zêde heyecan, meraqdarî, baldarîbûn û hestan nabînin. Kêm in. Loma ekla wan jî kêm in. Helbet em nikarin behsa çîrokan gişan bikin, loma em ê hinekî behsa van her sê çîrokên xwe bikin.
Di çîroka Azmûnê de mijar azmûna zanîngehê ye û karakterê me jî Misto ye. Misto karekterekî pergalparêz e û ji bo azmûnên xwe dikare her tistî bike. Yanê tam xwendevanekî klasîk yê zanîngehê ye. Loma asas karakterekî dijît e. Naşibe deredora xwe û cihê ye. Dema nexweş dikeve û dixtor jê re dibêje tu di talokê de divê em te emeliyat bike, ew hîn jî azmûna xwe difikire û dibêje azmûna min heye, talî hevalên wî bi darê zorê be jî wî qanih dike û emeliyat dibe. Dema min ev çîrok xwend çîroka Gogol ya bi navê Palto hate bîra min. Di vê çîrokê de karakterê me paltoyê xwe yê rizyayî û tev qetiyayî dibe cem terzî, terzî dibêje ma paltoyê te jihevketiye û rîtolrîtolî bûye, tu yê ku derê vî mantoyê bidirû gelo? Heta ku paltoyê karakterê me yê Akakiy Akakiyevîçê têy dizîn û tiştên têy serê wî heyecan, meraqdarî û hestên cihê bi xwendevên re çêdike. Loma dibe sedem ku hinekî vehûnandina karakterên me bişibin hev. Dibe ku mijar neşibin hev, lê eks û cihêbûna karakterên me nêzî hev in. Her du jî tiştên ne gengaz in dixwazin û bi eks in. Talî çîroka Azmûnê çîrokeke baldar û meraqdariyê ye. Helbet heyecana çîrokê jî heye. Misto karakterê me bi xwe karakterekî baldar û meraqê bi mirov re çêdike. Gelemperiya çîrokê û tevnesaziya çîrokê dema em dinêrin, em dikarin bibêjin rêzebûyera wê xweş hatiye rêstin.
Em werin ser çîroka xwe ya din a bi navê “Nav” çîroka me çîroka trajediya nav û nivîsandina nav û herfên nav in. Trajediyeke din jî xwediyê nav bi kurmancî fêm dike lê nikare biaxive. Yanê mijar desthilatdariya ser nav û zimên e. Di çîrokê de karakterê me ji ber nîqaşên li ser navî tebatî nayê ango bêhizûr dibe û navê xwe diguherîne û dike Tunç. Jixwe trajediya herî mezin navguhertina karakter û navê Tunç e.Talî mijar desthilatdariya li ser çand û zimên e.
Mînak ji çîrokê: “Wexta ku rojekê hevalekî wî jê re gotibû ku erê navê te bi kurmancî ye, lê nivîsandina wê şaş e, bêtir aciz bûbû. Ji xêynî nivîsandinê bilêvkirin jî şaş bû. Gotibû hin herfên alfabeya kurmancî di ya tirkî de tune ne û wexta ku kesên bi kurmancî nizanin û bang te dikin, erê dibêjin “Cigerhun “ lê divê ji te re bibêjin “Cegerxwîn“ û di nasnameya te de divê “WELAT CEGERXWÎN bihaya nivîsîn ne “ VELAT CİGERHUN. “ (rp,43) Em dibînin çand û ziman bo desthilatdaran taloke ye. Bi qasî desthilatdar ji zimên û çanda miletekî ditirse, ew qasî ji ramyara wî miletî natirsin. Çimkî tunekirina zimên û çanda miletekî têy wateya tunekirina hebûn û heyîna miletekî, lê ramyarî ne wiha ye. Loma desthilatdar ji navan, ji zimên û çandê ditirsin. Di nasnameya karakterên me de herfên alfabeya kurdî red dikin û bi herfên xwe desthilatdariyê li ser herfên me dikin. Nivîskar desthilatdariya herfan û zimên berbiçav kiriye.
Em li çîroka xwe ya din binêrin. Mînakek ji çîroka Sondê: Her ku Cima dipeyivî çavê Izzetê dengbêj fireh dibûn û wekî yekî tiştekî xwe yê winda dîtibe kêfa wî dihat. Piştî ku Cima gotina xwe xilas kir. Izzet jê pirsî bê ew band hîn li cem wî ye yan na? Cima got ez wekî çavê xwe li wê bandê miqate me û dengê te ji yê niha gelekî zelaltir e. Wê çaxê Izzetê dengbêj hew xwe girt du sê niqit hêsir ji çavên wî bariya û got “ez heyran ka ji min re yekê ji ber zêde bike.“ Cima sond û dijûnên wî, anîn bîra wî û got te sond bi min dabû xwarin û te gotibû divê tu ji kesî re ji ber zêde nekî û ji bo vê te dabû dijûnan jî.“
Lê ne xema wî bû. Wî meraqa dengê xwe dikir û hemû dijûn qebûl dikir. Jê re got, “xwarzê hemû dijûn ji min re bes bes tu dengê min ê bîst sal berê ji min re bîne.“ (rp, 50) Di vê çîrokê de mijar deng û denbêjî ye. Girîngiya deng û dengbêjiyê bi klama Têlî hatiye vehûnandin. Esas çanda deng û dengbêjiyê ya li dijber dejenerasyonê hatiye ravekirin û veşayesandin. Hebûn û tunebûn û heyîna deng û denbêjiyê ya li dijber temen û zemên û dîrokê hatiye teyisandin. Welhasil di vê çîrokê de karakterên me Izzet û Cima ye. Her du di wextekê de sozê didin hev, û piştî nêzî 20 salan şûnde li hevrasthatinek wan pêk tê. Piştî vê rasthatinê Cima soza Dengbêj Izzet bibîrtîne. Lê Dengbêjê me dengê xwe yê 20 sal berê miraq dike û dixwaze soz û sonda xwe bixwe. Em dikarin bibêjin bi saya qasetê deng û dengbêjiya Izzet mayînde dibe. Zeman têk diçe, temen têk diçe, dîrok têk diçe lê belê deng û dengbêjiya Izzet mayînde dimîne.
Her wiha nivîskar di hin çîrok xwe de têgehên wekî bawerî, dilsozî û têkiliyên di navbera mirovan diqewime û qewimiye li ber çavên me raxistiye. Di nav van çîrokan de piranî jî çîroka Şirîkatiyê têkiliyên navbera mirovan li moxilê çavên me de têwerdayî ye. Em dikarin bibêjin bingeha vê çîrokê xwe dispêre dîwarê baweriyê, tirsê, pere û dilsoziyê. Heman demê îronî û trajedî jî hevîrê vê çîrokê ye. Her wiha çîroka “Ebced“ çîrokeke ehleqê ye. Têgeha ehleqê di zarokatiyê de ji teref malbat û deredorê û civakê ve mirov tê dagirtin. Em dibin mexdûrê ehleqeke ne aîdî me. Yanê zarok kesayetan wan piranî ji terefê civak û malbatê ve tê dagirtin. Loma ehleqa ji derveyî zarokan ve tê dagirtin ne ehleqa wan in. Civak û malbat di vir de sûcdar in. Talî çîroka Ebced, çîroka ehleqê ye.
Her wiha nivîsakar di pirtûka xwe ya çîrokan de rûpelek vala hiştiye û gotiye navê vê çîrokê jî ev e: “Ez Vê Çîrokê Ji We Re Nabêjim...” nivîskar çima navê çîrokê nabêje, çima rûpelekî spîbozik yê vala ji me xwendevanan re hiştiye? Xwestiye em vî rûpelî dagirin, xwestiye em navekî li vê çîrokê bikin. Çima vala hiştiye? Dixwaze pirsan di serê xwendevên de bihêle gelo? Armanc pirs û li bersivgerandinê ye. Armanc felsefeya sokratîk e. Armanc metafor e? Çi ye armanc? Xwestina ceribandina tiştekî nû ye? Armanc balkêşandin e, çi ye? An jî nivîskar xwestiye bêwatebûnê destnîşanî me bike. Talî xwendevan dikare gelek şîroveyan ji vî rûpelê vala derxîne. Çimkî rûpelvalahiştin metaforeke razber e û herkes dikare tibabek şîrove û nirxandinan jê derxîne.
Welhasil em dikarin bibêjin di gelemperiya çîrokan de hesretên zarokatiyê û alavên zarokatiyê û mijarên zarokatiyê bûne mijarên nivîskar. Helbet ciwanî, zarokatî û dema niha di nav hevdu de hatine esirandin. Di çîrokan de em li dengê nivîskêr û yên karakteran guhdar dikin. Nivîskar piranî bi zimanekî rasteqîn û çavdêriyên rasteqîn naveroka mijarên xwe verêsandiye. Ew û karakterên xwe carinan tevlî hevdu dibin. Di çîrokên xwe de zeman wekî heyamên zarokatiyê, ciwaniyê (Dema Zanîngehê) û piştî zanîngehê destnîşankiriye. Welhasil piraniya mijara çîrokan zarokatî û, ciwanî ne û helbet mijarên cihêreng jî di çîrokan de hatine destnîşankirin û vehûnandin....




