logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Fîlozof Edgar Morin mir
  4. Mezinê Ewropayê diyar bû
  5. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

KORERÊYA VEBÊJ

  • Dîrok: 23/12/2022

Nivîskar Brahîm Ronîzer di berhema xwe ya bi navê "Korerê” de piranî li ser atmosfera têkiliyên dîtiran, têkiliyên desthilatdaran û bindestan sekiniye. Her wiha çîroknûs atmosfera heyateke reş û spî a ku bêwatebûnê diresimîne ji me xwendevanan re eşkere kiriye. Bi giştî çîrokên nivîskar li ser dîwarê hebûnê hatine avakirin. Bo vebêj hebûn di çîrokan de rizgarkirina rihê bindestî û azadiya takesî ye. “Hebûn li gor Freûdî derhişî ye, derhişî jî ontolojîk e. Lê Lacan dibêje, hebûn û nebûn ne meseleya derhişiyê ye, derhişî asas nepêkhatin e.” A ku di mirov de ava nebûye ne hebûn e, nepêkhatinbûn e. Heke pêkhatin pêk were dê hebûn jî pêk were, bi awayekî psîkoanalîst û felsefîk de, pirsgirêka bindestan ne hebûn e an jî nebûn e, pirsgirêka wan nepêkhatinên wan in, dema wan nepêkhatinên wan pêk were dê hebûna xwe jî ava bikin. Lê pêkhatinên mirov ji derhişî tên, hatina hin tiştên derhişî xetere ne, ji ber ku rastiyê di xwe de dihebîne talûke ne, jixwe rastî her daîm talûke ye. Çimkî derhişî bi xwe bingeha wê rastî ye, heman demê hebûn rasteqîniyê diteyisîne. Loma nivîskar di çîrokê xwe de têkiliya rastiyê, hebûnê û nepêkhatinên bindestan giş bi saya karakterên xwe yên zarokan ji me re vebêjiya ye... Welhasil çîrokên me di bin konê du serenavan hatine komkirin û vehûnandin. Serenavê ewil yê çîrokan “Korerê" ye, serenavê duyem jî “Wêneçîrok" e. Yanê hemû çîrok di bin konê van serenavan de hatine tevnesazkirin. Çîrokên me piranî kurteçîrok in, kurteçîrokên vebêjiya kesên sêyem, monologan û hin karakteran e. Lê bêtir vebêj û monologan serdestî li metnê kiriye. Helbet em nikarin yeko yeko çîrokên xwe rexne bikin, lê em dikarin gelemperiya çîrokan di aşê dil û hişên xwe de biborîne. Di çîrokan de monolog, bêwateyîna heyatê, felsefe û vebêjiya nivîskar serdestî li çîrokan kiriye. Her wiha di mijarên çîrokan de bindestî û nijadperestî jî serdest in. Mînak ji çîroka me ya ewil a bi navê “Rêka Dibistanê" ye.

Em kurtasî behsa vê çîroka xwe ji we re bikin, karekterê vê çîrokê Elîko û Sînemê ye. Mijara van karekteran bindestî û nijadperestî û ziman e. Nivîskar desthilatdariya dewletê bi rêya otorîteya mamostê dewletê aniye ziman, di çîrokê de dewlet mamoste ye, nijadperestê dewletê jî mamoste ye. Ango sembol û nîşana dewletê bixwe ye. Dewlet bi rêya dewleta xwe ya biçûk (mamoste) zarokan, çand û zimanê wan dejenere dikin. Hebûna xwe li ser nepêkhatinên bindestan ferz dikin. Asas di vir de otorîte nexweş e, hebûna otorîtê bi awayekî paradoksal nexweş e, ger ne nexweş bûya hebûna xwe li ser hebûneke din ava nedikir. Desthilatdar (mamoste) di vir de nexweş e. Hebûneke nexweş e. Ev şêwazeke hişmendî ye, ne ku hema çawalêhato ye, bi pergal, rê û rêbazîn e. Rêbaza mejîşûştinê ye. Mînak ji çîrokê û nijadperestiya mamoste ya li ser zarokan:

“Mamosta du sê caran navê gund pê da dubarekirin, paşê navê gund ê tirkî pirsî. Elîko heta bersivek dida, pir difikirî, li rûyê mamosta nedinêrî. Bi vê pirsa dawî bêdeng ma, di bin çavên xwe re li zarokên ku li cihên xwe rûniştî ne û bi meraq li wan û mamosta temaşe dikir, nêrî. Wekî ku alîkariyê hêvî bike. Bi dubarekirina pirsê re Elîko got ku ew tenê vî navî dizane. Mamosta jê xwest ku navê gund ê tirkî hîn bibe û careke din ku navê gundê wan pirsî welê bibersivîne. Li gor mamosta ew der Tirkiye bû û her kesî divê navê gundê xwe bi tirkî bizanîbûya.(Rp-11)” Dema em li çîroka xwe dinêrin, em têdigihîjin nivîskar xwestiye bi saya karakterên xwe yên zarok bindestiyê û desthilatdariyê nîşanî civakê û me bide, rê û rêbaziya asîmîlasyonê bi destê mamoste bi plansaziyekî hişmendî têyî meşandin. Bi kurtasî li welatê me dejenerebûna ku li dibistana têyîkirin li tu ciyê din nayên kirin. Hemû dibistan asas hefsa bindestan e. Hefsa hebûna bindestan e. Rihê wan, zimanên wan, çanda wan têyî hefskirin û jêbirin. Dibistan mejîşûştin û rihşûştina çand û ziman e. Mejîşûştina hiş û aqil e. Nivîskar mejîşûştina çand û zimên destnîşankiriye. Dibistan zindana rih e, zindana her tiştî ye. Nivîskar ev zindana wekî tabloyekê bi dîwêr ve darvekiriye da ku em bindest li rewşa hebûna xwe û hebûna zimanê xwe binêrin bê çawa mejiyê miletekî têyî şûştin... Her wiha nivîskar di gelek ciyên çîrokên xwe de ji dewsa karakterên xwe aforîzmayên felsefîk bikartîne. Mînak in:

“Nefret kaniya wêrekiyê ye.”

“Sekaniya hundir acîzker e, tevgerîna derve acizker e. Her kes bi yekî/e din re temam dibe, her kes bi yekî/e din re kêm dibe. Cenet jî, cehenem jî yên din in. Sartre, cihê te quncika cenetê be.”

Dema em li gotinên xwe dinêrin em têdigihîjin nivîskar çîrokên xwe bi tayê felsefê vehûnaye. Jixwe ji piraniya çîrokan bêhna felsefê û dilsariyeke ji heyatê sarbûyî ya serdest jê dihatin. Çîrokên me rêkor e û rêasê bûyî ne, heman demê korerêyeke hundirîn a monologîn û vebêj e. Vebêj korerêyeke bêwateyîn a ku meriv nizane ka dixwaze bibêje heyat bêwate ye, an jî vebêj bi xwe heyatê bêwate dibîne, meriv tam jê dernaxîne. Yanê reşbîniyeke xumamî li dar e. Xumamiya rihê monologan, karakteran, vebêj û vebêjan berê mijar û metnê diyar kirine. Yanê vebêj û karakter û monologan serdestî li mijarên xwe kirine. Carinan mijar serdest in û carinan jî karakter serdest in, lê temamiya çîrokan de mijar bindest mane. Nivîskar zor daye gotinên karakteran û da ku mijarên felsefîk jî devê wan derên... Nivîskar karakterên xwe bi felsefîk vehûnaye. Hiş û aqilê wan bi werîsê felsefê vehûnaye loma nivîskar bûye desthilatdarê karakterên xwe û karakter jî bûne desthilatdarên mijarên xwe...

Çîroka “Gora li hêviya mirina xwe” çîrokek trajîk û felsefîk e. Kesên mirî bi hevdu re diaxivin û ji hev du re behsa cîrantiyê dikin. Her kes dixwazin kesên baş bêyî cîranên wan pirtir jî dixwazin şervan bêyî cîranên wan... welhasil vebêj miriyan diaxivîne. Vebêj di ciyekî çîrokê de hevokek wiha “mirî ranazên” bikartîne, herhal dixwaze peyamekê ji nivîskar Helîm Yûsiv re bişîne. An jî îroniyek li dar xistiye. Talî vebêj bi zimanê miriyan diaxive, ango mirî di gorên xwe de nîqaşên cihê dikin. Felsefeya miriyan û têkiliyên miriyan berbiçav dike. Bêhna felsefê û bêwateyîna heyatê ji vê çîrokê jî tê. Jixwe bi qalîte ye ev çîrok û cihê ye. Çîroka pirs û lêpirsînan e, çîroka lixwehayêbûnê ye. Çîroka hebûn û tunebûneke felsefîk û têkoşîner e. Hebûneke şoreşî ye. Asas mirin hebûn e. Mirin ne tunebûn e, jiholêwendabûn e. Berevajî serîrakirina hebûnê ye.

Her wiha nivîskar di çîrokên xwe de behsa hin nivîskarên dinyê dike. Di çîrokên xwe de cî daye gotinên Samûel Beckett û Cîoren, wekî em dizanin, mijarên wan nivîskaran jî felsefe û bêwatebûna heyatê diteyisîne. Yanê nivîskar lihevanîna çîrokên xwe û ramanên van nivîskaran bo ku beloq nesekinin, ekleke di heman felsefê de çîrokên xwe vehonane... Bi taybetî em dikarin wiha bibêjin ku nivîskar di hin çîrokan de serpêêşandin li dar xistiye, hin çîrok jî ne wiha ne, lê mejîşûştin, mêtingehî û bindestî bi şêwazeke eşkere aniye ziman, di çîrokan de ziman û şêwazeke sade hatiye bikaranîn, mekan û tevnesaziya çîrokan û rêzebûyerên çîrokan jihevdu cihê hatine tevnesazkirin. Mekanên razber û şênber hatine bikaranîn, ji hêlê demê ve jî wiha ne him şênber û him jî razber in...

*

Sûdwergirtin

Jacques Lacan, Psikanalizin Dort Temel Kavramı, metis

Hin Nivîsen Nivîskar

HESPÊN EFSÛNÎ

  • 21 Sermawez 2021

Teoriya M.Flaubert a li ser romanûsiyê wiha ye, divê em ji derve dest pê bikin. Çimkî jiyana mirovan berî herî tiştî a temaşekirinê ye û ji  bo çav...

JANYA AN JÎ NORA

  • 25 Pûşper 2021

“Hebûn berî kakilîn tê, baş e, ev tê çi wateyê gelo? Ev tê vê wateyê: Berê berê mirov heye; yanê berê berê mirov tên...

Kirasê çanda me modernîze kirine

  • 26 Gulan 2020

Ji bo Apê Mûsa...“Divê hewceye em bizanibe binêrî, bibihîzî û bipelînî.(21)”, “Nazê Nêrgiza Hewşê, senfoniya estetîka guh e,...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Di du rojan de 3 "30 Sal"î derketin

ad

Li TUYAP'ê jî wê zimanê xwe winda neke!

ad

Yên ji lîgê ketin, yên hatin û hin îstatîstîk

ad

Mûş û Mardin BB bûn reqîbên hev; Ji van yek wê were Lîga 1'emîn

ad

Nivîskar Cîhan Roj li nexweşxaneyê ye (Hat nûkirin)

ad

Vê dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026
news

Mezinê Ewropayê diyar bû

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname