Wextekê dema rêya kesekî ji bakur bi başûr diket başûriyan jê re digot kurdê tirkan! Çend caran rêya min jî bi wir ket, ji min re jî gotin kurdê tirka, dema min lê vegerand gotê, ma hûn kurdê ereban in, xwe enirandin…
Lê van deman ku li hin kesên dibêne ez kurd im dinêrim, dibînim ku heqet kurdên tirkan hene!
Gotine, “kirinên te kêrî kê werin tu peyayê wan î”
Nemir Barzaniyê kal tiştekî wiha gotiye ‘jixwe dijmin gelek kurd bi hin tiştan bi nav kirine ger em jî rabin hinan bi hin tiştan bi nav bikin dest me de kurd namînin’ û çinarê rûspî Apê Mûsa jî gotiye, ‘kûçikê me ye nanê me dixwe lê diçe ber deriyê xelkê diewite’
Helbet luksa me tune ye em kurdekî/ê jî li xwe dûr bixin bixin hembêza dijmin û helbet qesta min jî ne ew e, qesta min ev cure kurdên tirkan e!
Di nivîsa xwe ya bi serenava “Şerê mala Z û mala X’yê” de min hinekî behsa vî cure kurdan kiribû, bi vê nivîsê jî ez ê ya mayî bêjim û destê xwe ji behskirina wan boşim!
Ne ez civaknas dibêjin, piştî her şoreşê yan bi ser neketina her şoreşê kesayetên xirabe yên dema şoreşê reviyabûn, xwe vir de wir de di kunên mişkan de veşartibûn; yên zirteboz, demogog, durû, narsîst, nesamîmî, qurnaz, rovî, xêvik, keysperest, zikreş û fîtne yên ku bi dest û di bin destê serdestê xwe de ‘bûne bêjî’ derdikevin qada xasên xwe ji dest daye û berê xwe didin girseyên ku hê çîrok-bîranînên şoreşê li cem wan germ in û li gorî perwerdeya ji efendiyên xwe girtine rûyê xwe yê tarî baş vedişêrin û bi xapandinê dest bi îstîsmar, sûîstîmal û manîpîlekirinê dikin!..
Kî çi dibêje bila bêje, bi min em jî wekî netewe li her çar parçeyan ji wan qonaxên şoreşê yekê dijîn! Dem ew dem e kurdên ku wekî ji me xuya dikin, ên ku gotina me dibêjin lê bi kirinên xwe xizmetî dagirkeran dikin, ên mîna giyayê kevir li ser rabûyî ro lê hilatî, derkevin holê…
Tê zanîn û gelekî eşkere ye ku tirkan her dem xwestiye kurdên xwe çêke-peyda bike, kirine jî; ji hunerê bigire heya wêjeyê, ji rojnamegeriyê bigire heya siyasetê kurdên ku ew erk dane ser milê xwe bi dilsozî xizmetkariyê ji civaka tirk û zimanê tirkî re dikin jixwe kifş in, her kes bi wan dizane, lê ev ên ez dibêjim hê rûyê wan ê rastî nehatiye dîtin!
Ew kurdên tirkan ji Hewlêrê bigire heya Amedê, ji Stenbolê bigire heya Roterdamê berbelav in; bi dehan salan e dûrî tirkan ketine lê dev ji tirkî, tirkan û Tirkiyeyê bernedane, zarokên xwe li wê dûriyê jî bi tirkî mezin kirine, ne rojeva kurdan bi rojeva tirkan bi tirkî xwe di çavê hin kurdan de heyî dikin; mirov nizane tirkan destdirijêyek çawa li wan kiriye ku tirk ew qas bi wan şîrîn tên! Herin wî seriyê din ê dinêya mîlyar cure tişt nav de heyî jî, xeynî tirkan bi tiştekî nizanin, tiştekî din ê ku li ser gotinekê bêjin tune, nava wan de bes tirk/î heye…
Çima tirk rê didin wan, çima ew hilbijartine? Taybetiya wan kurdên tirkan a hevpar ev e; hemû zirzop in, bi nexweşiya kesayetê nexweş in, nexweşê eleqeyê ne, fîtne û zikreş in… Hemû di bin destê tirkan re derbas bûne; tirkan ew wiha bi şîret kirine; “wekî bo kurdan tiştan dikin bixuyin lê tiştekî mekin, di asta mijareke galegalê de behsa kurdbûnê bikin û ew qas…”
Rihê wan rihê tirkan e, zimanê wan zimanê tirkî ye, rojeva wan (ana kumanda masasi*) tirk diyar dikin. Bêje Cîgerxwîn kî bû helbestkarekî çawa bû nikarin du gotinan bînin ba hev, du pirtûkên bi kurdî nexwendine, gotareke bi kurdî nexwendine ku rojeva hizrî ya kurdan bizanibin, lê li ser Nazimê tirkan mastir kirine… Balam qurnaz in jî, carinan bo bi pirsa ‘çima ne bi kurdî’ re rû bi rû nemînin du hevokên eletewş ên kurdî jî dixin nav twîtek xwe; qurnaz in, rojeva tirkan dikin rojeva kurdbûna xwe ya tirkeyî lê rojev, berhem, hizir û hilberîna kurdan a dûrî tirkan li ser koka xwe şîn tê nabînin, bi zanebûn nedîtî ve tên înkar dikin, da bêjin bes em hene; çiku wisa hatine şîretkirin.
Di mijarên popîler de dertên pêş û wekî tirkan jê re gotibe: “haydî sanal çocuk, kurtlerîn îlgîsînî çekmek îçîn burdan yuru aslanim, taktîgî unutma populer konulara oyna”**
Ew jî wisa dikin; bi galegala li ser mijarên popîler dixwazin bala hin kurdên xema yên ku nikarin ferqa reş û spî ji hev derxin, ên mêjûyê wan ‘neh saniye’ bi şûn ve bîr nayîne bikşînin.
Loma tim behsa mijarên populer dikin ku bala kurdên ‘neh saniyeyî’ bikşînin; behsa qira ermenan a ‘populer’ dikin lê behsa qira kurdên êzdî nakin, behsa qira Dêrsimê dikin lê behsa qira Zîlanê nakin, nabêjin bindest û dagirker, newêrin bêjin dagirker, pozekî mîna yê zanayên di kaosê de didin xwe dibêjin koloniyal û dijkoloniyal; bo mijar û behsên populer bala yên mejû neh saniye dikşîne xwe bi behs û mijarên popîler bi peyvên karîzmatîk diceribînin da derkevin pêş, û helbet bi çepikên kurdên mêjû neh saniye zêde zêde li xwe xweş tînin…
Fanonê reben ji devê xwe dernaxin, lê bawer im Fanon ji tirbê rabûya wê bi qewlê qirixê Amedî ji wan re bigota “hele gotiye bax gotiye”***
Nav û nasnavan tirtire li xwe dikin lê bi wan nasnavan tu hizrek-hunerek-berhemek-hilberîneke wan a bo kurdan û ya bi kurdî kirine tune! Wekî kurdatiyê dikin dixuyîn, lê ya rast, xwe wekî bi dijberê mêtîngeriya tirkan dan xuyakirinê cureyekî din a tirktiyê dikin(!)
Min li jor got, tiştên meriv dike kêrî kê werin meriv bi zanebûn-nezanebûn dibe peyayê wan!
Dema meriv bi hûrgilî li wan hûr dibe, dibîne; wekî dijminê efendî xuya dikin lê di nava wê dijminayiya sanal de evînek-heyraniyeke wan a veşartî bo efendî-tirka heye, wekî kurdhez xuya dikin lê bin wê hezê de li kurdan nefretkirineke veşartî heye!
Derûnînas baştir dizanin, lê dibêm qey heywanhezî-bi taybetî pisîkheziya ‘hin mirovan’ ji cisnê xwe nefertkirinê tê(!)
Bîranînek û mînakek; yek ji wan hebû, nav ne lazim e, dema hê bûyerên Geziyê mijara galegalê bûn wî li derdorê xwe wekî anarşîst, wekî kesekî ku netewperweriyê, nasnameya neteweyê paşverûtî dibîne, pisîkhez û vejeteryen e dabû nasîn!
Xortekî ku bi destê yên mîna wî rûpoşê anarşîzmê dane ber rûyê xwe yê kirêt û sextekar, ku malik lê wêran bûyî behs kiribû, digo min ew biriye xwaringehekê min diye kesê gotiye ez vejeteryan û heywanhez im masî ji xwe re xwestiye û di ser de jî, tevî ku mazûban ez bûme min diye ew kesê di medyaya sosyal û li derdorê xwe wekî kurdhez dide nîşan rabûye garsonê ciwanê yê kurd tazîl kiriye da jê re xizmetekî baş bike…
“Yeka li civatê rûniştî jî gotinên xorto piştrast kiribûn, gotibû erê ew kesekî wisa ye, hemû derd, nexweşî û armanca wî tenê bidestxistina eleqeyê ye, bo eleqeyê bibîne tu mijarên ku bikar neyne, îstîsmar neke tune ne! Paşê xortê heyfa min pê hatî, yê ku bi destê xiraban malik lê xirab bûyî çûbû çem bi çem, lê kesa gotibû erê filan kesekî xirabe û ew kesê xirab wekî tiştek nebûbe hatibûn rû hev silav li ser silavê dabûn hev”!
Helbet mesele ne bi kîjan rûyê silav dane hev e; çiku li civak-netewên ku dibêjin pirensîbên xwe ji dest dane RÛ pir in! Bêrûyî jî, pir rûyê jî asayî ye gidî…
Ji ber mêj ve ye agirê Geziyê tefiyaye, dibe wî kesî vêga berê xwe dabe pirsa kurd û lê ber bi galegalê ji pirsa kurd nanê bixwe, eleqeyê bibîne, nexweşiya xwe ya eleqeyê-ajoyê tatmîn bike’
Çiku kurd bo yên wekî wî û wan bes mijareke galegalê ne û bi galegalkirina ser kurdan, ya eseh xwe kirina mijar e! Ne ku pozê wan dişewite xîret bikin dest bavêjin karên nav mala kurdan a wêran bûye, bêhn jê diçe… Bêjî fermo kerem kin Kurdistanê kevirekî bidin ser kêvir, wê bi serê heft bavên xwe sond bixwin ku pişta wan bi fitiq e, nikarin xwe daqul bikin…
Çiku ba bi ku ve rabe berê wan li wir e, xwediyên wan berê wan bidin ku rûyê wan li wir e!
Tirk nebin ew hîç in; ew bi tirkan hene, bi zimanê tirkan hene, bi mêjûyê tirkan dihizirin, bi rojeva tirkan hene; wekî papaxanan in; tirk bi tv, qerwaş û peyayekî xwe çi mijarê deynin ber wan sibê-êvarê wê dicûn, li ser wê galegalê dikin…
Serenavê nivîseke Omer Dilsoz wiha bû, “bila gotineke meriv hebe”, ez jî dibêm ligel gotinê bila bi çavên mêjûyî dîtineke meriv jî hebe!
Min serenavê nivîsê wekî kurdên tirkan danî, lê dixwazim wiha biqedînim; ew ne kurdên tirkan ne, ew ‘turk el îşî urunlerî’yên**** ku navê kurd lê hatiye kirine nin.
Dibêm baş e zarên min tune ne, lê yên zarokên xwe hene pêşniyaza min li we; bi qasî dîtina min dîtiye rûyê wan kurdên tirkan ê rastî ev e! Heke hûn naxwazin zarên we werin jehrîkirin, bibin kesayetên xirabe û li ortê telef nebin zarên xwe dûrî wan zirzop, teres û ‘îlgî manyaxî’ bêjiyên nav kurd lê rih tirk-kemalîst bigirin.
*Maseya fermandayînê
**Haydê zarokê şênber, şêrê min, ji bo tu bala kurdan bikişînî ji vî alî de bimeşe, taktîkê ji bîr neke, mijarên populer bîne rojevê.
***Bi tirkî "got" (em tîpên tirkî wekî "ö" û yên din bikar naynin) maneya "qûn" de ye. Ev gotina li vir hatiye nivîsîn biwêjek a Qirixên Amedê ye; bi vê henekê xwe bi hinan dike û wan biçûk dibîne.
****Karê bi destêhunera tirkan hatiye çêkirin
***
Ji bo yên bixwazin lê guhdarî bikin: