Ez li ser kursiyekî ew li ser kursiyekî din, wekî gelek kesan em li parkê rûniştine. Ne ew min nas dike ne jî ez wê dinasim.
Li ser erdnîgariya kelehekê parkek çêkirine, ango ji bo dîrokekê, bermayiyeke kevnare tune bikin, rêveberên mustemleke (!) keleha bajêr rûxandine û li ser bîra qewmekî qaşo parkek dane çêkirin.
Bi porê mewîjî û dirêj, bi lêvên tenik, bi tevgerên ji xwe razî û pozbilind, ne ew li min dinêre û ne jî ez bi awirên xwe wê canika xema aciz dikim. Ez bi yên di tûrikê xwe de xwe dişibînim kelehê, ew bi telefona di destê wê yê pembik ve dişibe parkê-demê! Ku keleh bûbe çîroka bîrbûyî, ku ew veguherandibin parkekê jî, mafê wê jî heye mafê min jî heye, ku li ser kursiyekî vê park-kelehê; bîra dîrokekê rûnim û bi ser bajarê bêxwedî de (ku bermayînên Kommegenê tînim ber çavan, hest dikim ku ew bajar ji wê hingê ve bêxwedî maye) carekê vî alî de carekê wî alî de bi awirên xwe tax û kûçeyên bajêr ên teng, ku bi bêtonê hatine dorpêçkirin bi bêjingê xim. Pêşiyan gotiye ‘mîrata bavê talan kur e’. Diyar e, serdema ku li ser serê vî bajarî digere, bi ewrên reş ve, a kuran e. Kur, ew kurên ku bi dijminê bavê re tevna qewadiyê dihûnînin...!
Car caran bi hêla wê ve dinêrim, ne pirtûkek di dest de heye, ne kovarek ne jî rojnameyek. Bû saetek, geh xwe bi ser telefona pembik de xar dike, dibêm qey di facebookê de hevalekî/ê diecibîne, dişopîne, peyamê dixwîne bersivê dinivîse, geh jî serê xwe radike bi nêrînên nazik derdora xwe raçav dike.
Nazikê, nazenîna xema, dizanim ku “dinya bibe av nade gûzikê, ku dinya bişewite tayekî porê te jî nakizire” gelo dibînî, ya ku çavên te pê dikevin jî jiyana hinan e?
Ez wê dişibînim kesayetiyeke model a nifşê serdemê. Bi tatêl im, gelo ku bipirsim; çi dixwînî; helbest, roman, çîrok, yan ji sînemayê hez dike, ji kîjan cure muzîkê guhdarî dikî? Dê çi bersivê bide min?
Tatêla min dibe gilokek pirs û bi huskira min re digre! Dihizirim, ew xwendekar e. Ji temen û kincên wê diyar e xwendevana lîseyê ye û piştre jî, eger bextê wê çê be dê bide ser riya zankoyekê.
*
Heta ku pêdiviya mirovahê bi nivîsê hebe, dê wêje jî hebe û giyana mirov dê tim bi ava wêjeyê xwe bişo, germ, nerm û pak bike. Ji lew, metirsiya min a siberojê dê kes nivîsê nexwîne tune. Ji ber ku, nivîs her dem ciwan e û ya her serdemê û ya her nifşî ye.
Lê beravajî, tatêl û pirsa ku destên xwe li qirika min şidandiye; siberojê ew keçika ku li ser kursiyê li kêleka min rûniştî, ‘nifşê ciwan xwendevana-ên pêşerojê’ dê çi bixwîne-bixwînin? Gelo wê wekî aniha, bi riya twitter û facebookê pêdiviya giyanî bi cî bîne/bînin an dê xatir û qîmetekê bidin wêje-nûsînê?
Ew nifşê hanê, ku bi hemû cîhana xwe ve, mirov dikare wekî nifşê facebookê, twitter, mobîl û sms bi nav bike, dişopînim û dibînim; ku bi coş û peroşên xwe, bi zimanê axavtin û danûstandinên xwe, bi aso û fêhma xwe, bi xem û xweşiyên xwe, bi ken û giriyê xwe, bi xeyal, hest û aşopên xwe, bi derûnî û giyanê xwe, bi qebûl û redên xwe qet naşibe nifşê berî vê û yê niha; ku bi tevahî ji civakê qut bûye û qada xwe ya civakî ku bes li ser tora înternetê ye, ew nifş dê bibe kirde û nûnerê qonaxeke din a ne dûr. Dê siberojê ew ê bibin piranî-desthilatê civakê, civakan. Bêguman, ku ew civak dê ne ev civaka îroyîn be û ferdên wê jî dê ne wekî yên îro bin…
Ew jî kesek ez jî… Li heman welatî, li heman bajarî û li heman parkê em du mirov in, lê nifş, çîrok, xem, tatêl, xeyal, ziman û hwd.a me, ku ew qas ji hev biyanî û xerîb maye... gelo di pêş-rojka bê de, em ê li ser çi mijar, çîrok û xeyalan li hev bikin, çawa hev fêm bikin?
Ew nûnera nifşekî, siberoj a wê-wan e û bi angaşt im, ku metna min jî dê ya siberojê be! Lê ew, dê siberojê çi û kîjan hunerê û wêjeyê hez bike? Gelo honek û çîroka îroyên dê dahutiyê de bibe metna wê yan na? Di kîjan wêje û hunerê de em ê hevçaxa hev bibin?.
Dibê “ez diz ber didim lê diz min bernade” vêga, pirsê huskira min berda lê vê carê ez wê bernadim. Dibêm, pirsê min bibersivîne, ez helbestkarê îroyîn ew xwînera sibehî, em ê bi kîjan naverokê, di kîjan metna wêjeyî de li hev biqelibin û metna heyî dê bibe metna me ya hevbeş û hevçax a wê rojê û wê demê!?
Ango, ew nifşê ku qet bi pirsgirek û jiyana îroyîn re eleqedar nabe; pênûsa me dê bi çi metnê daxilî jiyana wan bibe, kîjan metn dê wan vexwîne xwendinê!?.


