logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Îdirî tarîx nişt
  2. Bernameya çandî ya Yenîsahneyê
  3. Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' eşkere bû
  4. Ji bo Amedsporê tu jî SMS'ek bişîne
  5. 2025: Peyvên herî zêde lê geriyane
news-details

2012: Xatir me xwestin

Di sala 2012'yan de gelek kesên qedirbilind xatir xwestin û ji nava me bar kirin.

  • Dîrok: 30/12/2012
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Di sala 2012'yan de gelek kesên qedirbilind xatir xwestin û ji nava me bar kirin.

Di vê salê de van kesan jiyana xwe ji dest da:

02.02.2012
Cenazeya Mele Ebdullah Varli li Erdîşê hat veşartin
 
Yek ji alimên kurdan Mele Ebdulah Varli roja 02.02.2012'yan jiyana xwe ji dest da û cenazeya wî roja 04.02.2012'yan, roja şemî, piştî nimêja nîvro li Erdîşê hat veşartin.
Mele Ebdullah Varli (navê wî yê li nasnameyê Mehmet Abdullah Varli) ku di encama qeyrana dil de wefat kir, di salên 90'î de ku kurdî hê zêde geş nebûbû meala Quran bi kurdî çêkir û weşand (1994. Lê di sala 1977'an de meala Quranê temam kiribû, ji ber qedexeyê nekaribû biweşîne). Ew wekî yekemîn kes ê ku meala Quran bi kurdî weşandiye jî tê nasîn. Seyda Varli gelek salan di diyanetê de xebitîbû, meala Quranê ku bi navê “Qurana Pîroz û Arşa Wê ya Bilind/ Kur’an-i Kerim ve Kurtçe Meali" amade kiribû û dabû diyanetê lê diyanetê ew neweşandibû.
Xebatên Varli yên li ser Ehmedê xanî û dîroka kurdan jî hebûn.

09.02.2012
Nivîskarê kurd Îbrahîm Yûnisî wefat kir 

Wergêr û nivîskarê navdar ê kurd Îbrahîm Yunisî roja 8'ê mehê li bajarê Tehranê wefat kir. Yûnisî ev çend sal bû ku bi nexweşiya alzheimer ketibû.
Dr. Yûnisî di sala 1925’an de li bajarê Bane ji dayik bûbû û xwedî zêdetir ji 10 berhemên nivîskî û 60 berhemên wergerê ye.
Yûnisî berî mirinê wesiyet kiribû ku cenazeyê wî li bajarê Baneyê veşêrin.


12.09.2012
Nivîskar Nebî Kesen wefat kir

Nivîskar û aborînas Dr. Nebî Kesen li Hamburga Almanyayê di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest da.

Kesen êvara 11'ê mehê saet li dor 22'yan nexweş ket û ew rakirin Nexweşxaneya St. Georg lê digel hemû hewldanan jî nekarîn wî li jiyanê vegerînin.
Dr. Nebî Kesen ku zewicandî û bavê zarokek bû di 20'ê adara 1963'yan de li Cîhanbeyliya Konyayê hatibû dinyayê. Di dema derbeya 12'yê Rezbera 1980'yan ji mecbûrî derket derveyî Tirkiyeyê. Wî demek dirêj di rojnameya Ozgur Polîtîkayê de qunciknivîskarî kir.
 

14.10.2012
Seyda Abdurrehman Durre wefat kir

Seydayê kurd, yek ji avakarên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Abdurrehman Durre li Kolna Almanyayê wefat kir. Cenazeya Durre dê li Milazgira Mûşê hat veşartin.

Seyda Abdurrehman Durre di sala 1930'yî de li Milazgira Mûşê hatiye dinê. Wî 15 salan di medreseyên kurdî de xwendiye û paşê miftîtî kiriye. Di navbera salên 1962-1975'an de miftîtî kiriye. Seyda ku bi zimanê kurdî, tirkî, edebî û farisî dizanî demekê li Libyayê mutercimiya erebî û tirkî kiriye. Deh berhemên wî yên bi kurdî,erebî, farisî û tirkî ku yên çapkirî û yên ne çapkirî hene, hin ji berhemên wî jî ev in: “Şerha Dîwana Ehmedê Xanî, Felsefe û Jiyana Wî”, "Kurdname", "Evîna Welat".


30.10.2012
Helbestvan Arjen Arî wefat kir
 
Helbestvan Arjen Arî ku ev demeke li nexweşxaneyê dihat dermankirin îro wefat kir.

Helbestvan û qunciknivîskarê rojnameya Azadiya Welat Arjen Arî ku demekê di Diyarnameyê de jî qunciknivîskarî kiribû û keda wî ketibû nav Diyarnameyê li Amedê wefat kir.

Nivîskar û helbestvan Arjen Arî di sala 1956'an de li herêma Omeriya, li gundê Çalê hatiye dinyayê. Di sala 1979'an de Enstîtuya Perwerdeyî ya Diyarbekirê Beşa Zimanê Tirkî qedand. Wekî gelek helbestvan û nivîskarên kurd wî jî bi tirkî dest bi helbêstê kir. Di sala 1976'an de li Nisêbînê ji ber belavkirina belavokekê hat girtin. Wê demê polîsan dest danîn ser helbestên wî yên bi tirkî û kurdî.



25.11.2012
Arşevê Oskan wefat kir

Nivîskarê kurd ê ji rojavayê Kurdistanê Arşevê Oskan roja 25.11.2012'yan ji ber nexweşiya qansêrê li Hamburga ALmanyayê jiyana xwe ji dest da.
Arşevê Oskan di sala 1967’an de Birkinêse ya girêdayî Dirbesiyê hatibû dinê. Rojnameger, helbestvan û nivîskar Arşevê Oskan ji ber zordariyên dewleta Sûriyê hatibû Ewropayê û li Almanyayê dijiya.

 


25.12.2012
Şerafettin Elçi wefat kir
 
Mebûsê Blokê yê Amedê, siyasetmedarê kurd û Serokê KADEP'ê Şerafettin Elçi ku ev demeke dirêj bû ji ber qansêrê dihat dermankirin wefat kir.
Elçi ku ev demekê bû li Nexweşxaneyeke li Enqereyê dihat dermankirin îro saet 18.40'î de ji ber pişikê û kêm nefesgirtinê dilê wî nexebitî û wefat kir.

 

***

Têbiniya Diyarnameyê: Agahiyên li ser 2012'yan her ku biçe emê biweşînin...

 

***

- 2012: 109 kes li girtîgehan mirin

- 2012: Li Qoserê pirtûkên ku herî zêde hatine firotin

- 2012: Li Girtîgehan binpêkirina mafan

- 2012: Peyvên ku herî zêde li wan geriyane

- 2012: Albumên herî serketî

- 2012: Li dinyayê kesên herî hêzdar

- 2012: 10 pirtûkên herî serketî yên New York Timesê

- 2012: Herî zêde van pere kar kir

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Dilşêr Bêwar: Toza Çîl Spî

news

Îhsan Bîrgul: Pelên Şil

news

H. Kovan Baqî: Gotin nebin dil, roman nikare bijî

news

Hogir Berbir: Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê

news

Dilşêr Bêwar: Zozanê OnlyFansê

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news

Hogir Berbir: Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

news

Cihên dîrokî li benda temaşevan in

news

"Ziman, Çand û Zargotin"

news

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news

'Agac Adam'

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 04 12 2025

Ev jî çêbû: Li 2 Edliyeyên Stenbolê dizî

news
  • 03 12 2025

Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' eşkere bû

news
  • 02 12 2025

Hejmara kurdên li Herêma Kurdistan û derveye îdareya wê diyar bû

news
  • 29 11 2025

Barzanî hat Cizîrê

news
  • 28 11 2025

Baroyê got, 'Emê kuştina Dilan Karamanê bişopînin'

news
  • 28 11 2025

Ji bo Dîlan Karamanê komîsyon hat avakirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
Ev jî hene
ad

Bi vîdyoyeke pornoyî bal kişandin ser pirsgirêka nûciwanan

ad

Dario Fo li Berlînê bi kurdî deng kir

ad

Mebûsên kurd di hilbijartinê de bi ser ketin

ad

Kiliçdaroglu li ser zimanê zikmakî axivî

ad

Pirsek li TRT'ê: Ka kurdî?

ad

Hin not li ser Serokomarê nû yê Fransayê Emmanuel Macron

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Îdirî tarîx nişt

  • 04 12 2025
news

Bernameya çandî ya Yenîsahneyê

  • 03 12 2025
news

Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' eşkere bû

  • 03 12 2025
news

Ji bo Amedsporê tu jî SMS'ek bişîne

  • 03 12 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname