Diyarname
Li Zelandaya Nû ji bo nûciwanên hê tam kamilnebûyî înternetê baş bikar bînin, rastiyê û pornoyê tevlihev nekin fîlmekî çêkirin û belav kirin. Di fîlmê pornoyî de rastiya jiyanê û meseleya li nav înternetê nîşanî wan didin.
Hikumetê piştî ku di raporan de dît ku nûciwan bi piranî ji înternetê hînê têkiliyên cinsî dibin kampanyayeke da dest pê kirin, bi navê "keep it real" (Rasteqîn be) fîlmên spot çêkirin û belav kirin.
Ew difikirin ku serdema dîjîtal naveroka hin agahî û fîlman zerarê dide derûniya zarokan, ji bo pêşî li vê bigirin bi fîlmekî pornoyî nîşan didin ku porno û rastiya meseleyê ji hev cuda ne.
Fîlmên spotîn ên Zelandaya nû wekî rêze dê bêne çêkirin û belav kirin ku mijarên wan jî zordariya sîber, naveroka bi şîdet a ji bo zarokan û pedofîlî. Fîlmê ku niha li ser meseleya porno û rastiya têkiliya cinsî hatiye çêkirin û belavkirin li qada tora civakî gelek bal kişand.
Ji ber ku bi taybetî zarok têkiliyên cinsî ji fîlmên hatine edîtkirin/vesazkirin hîn dibin li gelek welatan ev yek wekî pirsgirêk hatiye dîtin û li ser disekinin.
Fîlm wisa dest pê dike:
Jin û mêrek tazî tên li derî didin, dayikek derî vedike, ew navên xwe dibêjin û didomînin:
- Em li vir in lê gavek berê me dît di înternetê de zarokê we ji bo temaşe bike li me geriya."
(Li ser vê dayik li bang li hundir), li zarokê (Mat) xwe dike û dibêje, - Mat, li vir kesên dixwazin te bibînin hene.
Paşê li wan vedigere:
- Di înternetê de li we temaşe dike ha!
Jin û mêr wisa didomînin:
- Belê, ji kompîtura xwe ya destan, ji i-pad û ji playstationê, ji telefona xwe, ji telefona we, ji televîzyonê jî û ji projeksiyonan. Piranî em ji bo mezinan van fîlman dikişînin lê kurê we hê zarok e, nizane di rastiyê de ev kar çawa dimeşe. Em berî vî karî bikin em xeber nadin jî, hema raste rast dest pê dikin.
Lê di rastiyê de ez wisa tevnagerim.
Na, qet.
(Kurik tê)
- Merheba Mat
(Mat şaş dibe, tiştên ji dest dikevin)
- Temam, aram be xanim, tu dizanî tuyê çi bikî...
Dayik:
- Matty, dem hatiye ku li ser ferqa tiştên ku tu li înternetê dibînî û rastiya wê em biaxivin.