Diyarname
Li Edliyeya Adalar a Stenbolê û li Edliyeyat Buyukçekmeceya Stenbolê dizî çêbû.
EDLIYEYA ADALARÊ
Li Embara Emanetê û Amûrên Sûcê ya Serdozgeriya Komarê ya Adalara Stenbolê 12 çek winda bûn.
Serdozgerî de kontrola rûtin (ji rêzê) de dît ku 12 çek winda ne. Li ser vê belge hat tomarkirin û dest bi lêkolînê kirin.
Hat gotin ku 3 ji wan hatine firotin ku kesekî bi navê U.E ku wekî katibê zabit kar dike ew firotine. Her wiha 9 çekên din deng ji wan nehat û hê jî winda ne. U.E. roja 26'ê meha borî hatiye tewqîfkirin.
EDLIYEYA BUYUKÇEKMECEYÊ
Li Edliyeya Buyukçekmeceya Stenbolê, katib Erdal Timurtaş 25 kîlo zêr û 50 kîlo zîv ji ofîsa emanetê dizîn. Timurtaş reviyaye çûye Îngilistanê. Tirkiyeyê der barê wî de bultena sor belav kir.
Kasayên li wê derê bi du mifteyan dihatin parastin, lê hê jî nayê zanîn Timurtaş çawa ketiye kaseyan û ew tişt dizîne.