Diyarname
Kovara Forbes lîsteya "Mirovên herî hêzdar ên li dinyayê" ya 2012'yan amade kir. Di rêza yekemîn a lîsteyê de Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Barack Obama cih girtiye û piştî wî Angela Markel tê. Par jî Obama di rêza yekemîn de cih girtibû.
Rayedarên Forbese diyar kirine ku dema lîste amade kirine 4 krîter girtine ber çavan û ev xal jî wisa rêz kirine: "Hejmara kesên ku ew bandorê li wan dikin, ji bilî qada bandorker a wan hêza din a belavkirinê, qontrola çavkaniyên malî yan jî xwegihandina wan û di dawiyê de jî hêza wan..."
Di lîsteya ku 71 kesî têde cih girtiye de Serokomarê Fransayê Francois Hollande di rêza 14'an, ji Îranê Eli Huseynî Hamaney di rêza 21'ê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di rêza 23'yan, avakarê Facebookê Mark Zuckerberg di rêza 25'an, patronê çapameniyeke gelek mezin Rupert Murdoch jî di rêza 26'an ed cih girtiye.
her wiha Serokê Neteweyê Yekbîyû Ban Ki Mon di rêza 30'î, Serokê Bakurê Koreyê yê nû Kim Jon-un di rêza 44, Serokê Venezuellayê Hugo Chave di rêza 48, Serokê berê yê DYA'yê Bill Clinton di dêza 50'î de, Serokê Rusyayê Dmitry Medvedev jî di rêza 61'ê de cih girtiye
1- Barack Obama (Serokê DYA'yê)
2- Angela Merkel (serokwezîra Almanyayê)
3- Vladimir Putin (Serokdewletê Rusyayê)
4- Bill Gates (avakarê Microsoftê)
5- Pope Benedict XVI (Rêberê cîhana ruhî ya Katolîk)
6- Ben Bernanke (Serokê Bankeya Navendî ya DYA'yê
7- Abdullah bin Adbul Aziz el Suud (Qralê Erebistana Siûdî)
8- Mario Draghi (Serokê Bankeya Îtalyayê)
9- Xi Jinping (Serokê Komara Gel a Çînê)
10- David Cameron (Serokwezîrê Îngilistanê)
Têbiniya Diyarnameyê: Agahiyên li ser 2012'yan her ku biçe emê biweşînin...
***
- 2012: 10 pirtûkên herî serketî yên New York Timesê
- 2012: Herî zêde van pere kar kir