logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. 2025: Yên ku xatir xwestin
  2. Pirtûk û fîlmên ku Obama pêşniyar kirine
  3. Qedexeya li ser 'Rojbaş'ê wê rabe?
  4. Îsraîlê bi awayekî fermî dewleta Somalilandê nas kir
  5. Li Dêrikê ji bo dîroka 2 hezar salî kolandin dest pê kir

Dilşêr Bêwar

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar

Kuştina Weşanger

  • Dîrok: 04/11/2025

Ji bo guhdarîkirinê:

 

Vê sibê, sura sibê mîna bê tê. Hilma ji fîncana qehwê û dûmana ku mîna ewrên payîzê ya ji cixareyê bilind dibe, li ber paceya ku li ber rûniştî, wê ber bi xewn û xeyalên zarokatiyê ve dehf dide. Qederek di nav wan xewn û xeyalan de vedigevize. Bi qima dawî a qehweya li ber sarbûnê ye, vê nişeyê li  e-maila dosyaya xwe datîne: 
- “Hêja nizam tê bîra te? Di civîna me ya dawî de pêşniyara te û edîtor ew bû ku ez nivîskar bidim kuştin, lê min weşanger kuşt."

Du emojînên bi tîqetîq û yekî jî dest li ber deve, li nîşeyê zêde dike. Bi şandina dosya romanê re, wekî ku barê dinyayê ji ser piştê rabûbe, bi kêf tena xwe dikişîne. Zeraqa tavê, dawî li gewriya serê sibê tîne. Berê wê dikeve ser dezgehê mitbaxê; rûtirşî lê biqewime jî, nahêle kêfa wê xera bibe. Ji cihê xwe radibe, ber bi odeya xwe ya ku bi perdeyên reşê qetranî camên wan hatibûn nixumandin ve diçe.
Bi bawişk û çavên werimî, tevî xurexura zikê xwe, ji odeya ku bi tariyê rapêçiyayî derdikeve. Lembeya mitbax-salonê pêdixe. Bi tevî ku dizane sarinc vik û vala ye, dîsa jî derê sarincê vedike, çavê xwe li xwarineke digerîne. Bi hêrs derê sarincê digire. Di çaviyên dolabên mitbaxê de li biskuvî û çîkolateyan digere. Di çaviyan de, ji bilî çend şekirên ku kizmoriyan li dorê govend digerandin û şûşeya qehweyê ya nîvco, rastî tu tiştî nayê. Rahişt cewzeyê qehwê, ji xwe re qehweyeke keland. Piştî firta dawî ji qehweyê vexwar, nû bi xwe hesiya ku hema bibêje bîst û çar saet e di xew de ye.
Deh-pozdeh roj bû xwe ji her tiştî dabû alî. Tenê dixwar, vedixwar û dinivîsî. Bilez bermayiyên li der û dorê û li ser dezgeh cî dabûn xwe, di poşetên bermayiyan de bi cî dike. Poşetan datîne şaneşînê. Hinek dermanê şûştinê berda ser sîngerê firaqşûştinê. Hêdî hêdî firaq û qedehên li ser dezgeh cî bi cî kufik li wan geriyabûn, mist dan. Piştî hemû alav ji kufikê xilas kirin, wan bi dûzan di makîneya firaqşûştinê de bi cih dike. 
Çû serşoyê; dema di neynikê de bi xwe re rû bi rû ma, veceniqî. Rûyê xwe zû ji neynikê bada. Di cî de xwe şût û tazî kir. Bilez ket binê ava şîrgerm. Berî ji mal derkeve, du kart û hinek pere ji çenteyê xwe deranî. Pere û kart di bêrika eşofmanê xwe de bi cî kir. Derî û paceyên hundir da serpişt. Rahişt poşetên li şaneşînê, ji mal derket. Wexta çend pêpelûkên nêrdewanan da ber xwe, qapaxên çokan tîrên êşê di ser de şandin. Poşetên bermayiyan avêt qutiya çopê. Tîrêjên tavê hilm û gulm bi ser porê wê yê şil xist. Bi meşê re êşa çokan hêdî hêdî kêm bû. Wexta li nêzî devê deryayê li ser bankek rûnişt, bi bişirîn got: 
- "Dêmeg pêgermokên zindaniyan loma ew qas meşhûr in."

Hêwirzeya heyatê her ku diçû di ser wê de dirijiya. Wê jî ew bi bişirîn hembêz dikir. Ji cîhê xwe rabû, dest bi meşê kir. Her ku dimeşiya, fikir û xeyal lê dibarîn. Bi piste pis di ber xwe de got:
- "Xwezî hew kêliyeke ji wan kêliyên ku dikevin bînahiya me, bi hemî zindîbûna xwe ve, me bikariya ew biresimandin."

Poşetên di dest xwe de li ber derî danî. Bi vekirina derî re, bêhneke tûj û genî ew pêşwazî kir. Bi xulqîn xwe avêt serşokê. Di ser kilozetê de xwe xwar kir. Tûjahiya mîzê ew ber bi lavaboyê ve ajot. Piştî qehweya vexwaribû di dev û poz re herikî lavaboyê, av bi devê xwe werda. Bi tiliya xwe a eşedê, kilê ji ber hêsiran herikîbûn bin çavan vemalt û berî da deriyê ku serpişt hiştî bû. Poşet danî hundirê mal û derî dada.
Li ser kursiyê li ber cama mitbaxê cî da xwe. Dema bêhna wê hat ber, ji cîhê xwe rabû. Dîsa bedena xwe ji kincan berî kir. Li ber qutiya kincên qilêr rûnişt. Kincên rengîn avêtin cilşoyê. Li odeya raketinê tîşortek sor û şortek zer li xwe kir. Vegeriya mitbaxê.

Dema mala xwe ya ji odeyek û mitbax-salonek pêk dihat ji toz û xubarê xilas kir, çû şaneşînê. Xwêdana laşê wê dabû ber xwe; bi leqîna bayê re ricif bi canê wê xist.
Ber bi nîvroyê, bi dilê wê nebe jî, ji paqijiya heyî qayil, li ber maseya xwe ya xebatê rûnişt. Kaxetên li ser nîşe danîbûn, da aliyek. Maseya xwe bi dilê xwe têkûz kir. Bi loda kaxetên nîşeyan ve ber bi pêrxînga li şaneşînê meşiya. Wekî qesasek ji bo ku şop li dû nemîne, kaxetên nîşeyan pirtik pirtikî kirin. Çû mitbaxê, bi cixareyeke û heste ve vegeriya. Berê agir bi cixareya xwe, dûre bi loda kaxetan xist.
Av ji bo çayê berda ketilê. Li ber cilşoyê rûnişt, kincên şûştî avêt leganek. Kincên spî avêt cilşoyê. Bi deng pêketina cilşoyê re berê xwe da şaneşînê.
Berî ku dîsa xwe bide binê avê, çû ji qutiya darikên bêhnxweş sê darik wergirtin. Agir bi darikan xist. Darikek danî odeya xewê, yek li mitbax-salonê û ya mayî danî serşokê. Li serşokê kincê xwe ji xwe kirin. Çîprût kincên xwe anî, avêt qutiya kincên qilêr. Li serşokê vegeriya û dest bi paqijiya serşokê kir.
Wexta ji odeya xewê derket, bêhizûriyê cih guherî bû. Bi wê kêfê re dest bi haziriya taştê kir.
Taştêya ku ji qeliya bi hêk, çend bîberên tûj yên biraştî, peynîr, zeytûn û ji çaya qaçax pêk dihat, li maseyê raxist.
Dema xwarina xwe xilas kir, bi devkenî zikê xwe mist da û got:
- "Eferim ji te re keça min, eferim. Te îja puroyek heq kir."

Rabû, ji çaviyeke dolaba mitbaxê puro deranî û agir pêxist.
Têlefona ku ev çend şev û roj bûn girtî bû, ji şarjê deranî. Bi vebûna têlefonê re bû pirtepirta peyaman. Bê ku peyamek ji bo xwendinê veke, çavê xwe li peyamên WhatsAppê gerand.
Wexta di rêbera têlefonê de jimara têlefona weşanger dît, çend kêliyan li ekranê têlefonê nêrî. Hilmek li puroyê xist. Jimara têlefona weşanger tikand, ma li benda bersivê. Bi tevî ku du caran li ser hev li têlefona weşanger xist, deng jê nehat. Li ser kursiyê lê rûniştî li ser xwe rûnişt. Bi du sê dengdanê re sekretera weşanger deng bi xwe xist. Piştî li halê hev pirsîn, ji sekreterê re got:

- "Bû çend car têlefonî Fawaz beg dikim, lê nabersivîne. Ka ji kerema xwe re jê re bibêj bila li min vegere."
Sekreterê bi axîn got: 
- Ma te nebihîstiye?
- Min çi nebihistiye?
- Serê me sax be. Fawaz beg do serê sibê xwe di mal de kuştiye.

Got: 
- “Çi çi..." û têlefon ji dest şemitî. Destê xwe da ser dilê xwe yê mîna meşkeke diçelqiya. Ji nişkave tîrek berî da dil. Bi wê tîra berî da dil re bêhn lê çikiya. Bi çikîna bêhnê re ji ser kursiyê lê rûniştî deverû li erdê dirêj bû, mîna kuştiyê di romanê de.

Hin Nivîsen Nivîskar

Çîroka Selîm

  • 07 Berfanbar 2023

Selîmê ku ev serê sî û du salan e di zindanê de ye bi tîqetîq, çepik, tîlîlî û hêsirên bêdeng yên hin kesên ku...

Destên Leylayê

  • 13 Pûşper 2021

Ji  ber pandemiyê em dîsa li hundir asê ne. Ji hoperlorên kompîtorê dengê Şakiro bilind dibe: ”… Ez dikim herim dîtina vê Sadiyayê. Ew çi kes e...

MIN GEZKE

  • 12 Tîrmeh 2023

Wexta min serê xwe ji xewê bilind kir, tariyê jî dikir pirtiyê xwe yê tarî li xwe bike. Du sê bawişk hatin min, bê ku rê li wan bigrim, mi du sê tir jî di...

Hemû Nivîsen Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar kî ye?

Dilşêr Bêwar, di sala 1977'an de li gundê Qelêçî ya girêdayî navçeya Tatosê hatiye dinê. Dilşêr navê wî yê resen e. Wî dibistana seratayî li gund, a navîn li Tatosê û lîse sala yekem li Erziromê, du salên mayîn li Tatosê xwendiye. Ji sala 1997'an heta 2008'an li Îzmîrê jiyaye û pişt re berê xwe daye Stenbolê. Ji wê demê ve li Stenbolê dijî, dixebite, dixwîne û dinivîse. Ew karker û hostayekî înşaatê ye. Heta niha di hin kovar û malperan da helbest, çîrok û rexne/krîtîkên wî hatine weşandin. 
Bi navê "Notên Xwendinê" e-pirtûka wî derketiye.

Youtube Me

Hejmarek taybet li benda we ye

news

diyarname podcast#nûçe #çandhuner #diyarname #pirtûk #books #pirtûkênkurdî #pirtûkênkurdî #film

news

Di xwendina pirtûkan de 13 saniye û 49 saniye

news

Meseleya 'Kêmîna Mykonos' û bûyera Dr. Sadiq Şerefkendî

news

M. Zahir Kayan qala helbesta xwe dike

news

Nasnameya kar a Eyşe Şanê, Sal 1984

news

Sîtav bi berhemên xwe amade ye

news

Têkiliya Resûl Bafeyî û pirtûkan çawa ye?

news

Nûbihar bi berhemên xwe amade ye...

news

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li benda xwendevanên xwe ye

news

podcast diyar #diyarname20salîye #podcast #diyarname #booktok #3deqe #film #news #hinar #love #amed

news

Agahiyên li ser weşanxaneyên kurdan û fûarê

news

Pêşniyara temaşekirina fîlman

news

Ey Reqîb divê li ku derê neyê xwendin?

news

diyarname podcast Serketiyên Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt diyar bûn Dîrok: 06/12/2025

news

Roja Axê ya Dinyayê

news

Îhsan Bîrgul: Pelên Şil

news

H. Kovan Baqî: Gotin nebin dil, roman nikare bijî

news

Hogir Berbir: Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê

news

Dilşêr Bêwar: Zozanê OnlyFansê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Çîroka Zarokên Rojê û Agirî

  • Kadir Stêra
news

Dilê min di nav refên tozgirtî de ma

  • Hogir Berbir
news

…dayikekê didirû ji dengê min re

  • H. Kovan Baqî
news

Ezê Bikim

  • Mesûd Qeya
news

Rexneya rexneyê

  • Omer Dilsoz
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
Ev jî hene
ad

DEM Partî cezaya Amedsporê bi paş ve vekişînin

ad

'Gava Ku Masî Tî Dibin' bi îngilîzî hat weşandin

ad

Arjantîn û Belçîka jî piştî 120'an dilşad bûn

ad

Barselonayê biryareke dîrokî girt

ad

Pêşbaziya Huseyîn Çelebî kete 30 saliya xwe

ad

Leyla Zana çima bi tirkî, Mesûd Barzanî çima bi erebî axivî?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

2025: Yên ku xatir xwestin

  • 27 12 2025
news

Pirtûk û fîlmên ku Obama pêşniyar kirine

  • 27 12 2025
news

Qedexeya li ser 'Rojbaş'ê wê rabe?

  • 27 12 2025
news

Îsraîlê bi awayekî fermî dewleta Somalilandê nas kir

  • 27 12 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname