Birêz, bawer im hewce nake ku tiştên te şahidiya wan kiriye û dikî dubare bikim. Serê kaniyê li ku xitimî û cara ewil kengê derbû nizanim. Niha dema ku lê difikirim; zewaca ku divê her kes di mala xwe de bijî, bi min jî rewşeke gelekî nakok û tevlihev e... Wisa hest dikim ku ev daxwaz ji tirsa baweriyên olî diza.
Belê ev rast e, rast xoşevîstiyê tarîf dike û bihevrebûnê tîne bi bendê mehrê ve girê dide. Ecêb e, di ekranên têlefon û kompîtoran de me agirek gur û yek sar dikir. Rih û beden diazirin. Bi rêya çavan û guh tendûrekên ku di bedenên me de veşartî hildipijiqîn. Nalîn û kalînên me bûx bi ekranan û dîwarên sar û cemidî dixistin.
Di van kirinan de cila zewacê li xwe kiribû ne dihat bîra min ne jî li ser bala min bû. Lê wexta ku me xwest êdî em rû bi rû li hev rûnin û di arê bedena hev de bişewitin, wê hest û daxwaza bi salane hişê min dagir dikir serê xwe ji xewê bilind kir; şertê zewaca divê herkes li mala xwe de bijî me qebûl kir; a rast min da qebûl kirin. Û em ketin wê rêya ku zêde najot. Helbet sedemên ku nehiştin ev daxwaz welew xeyal bijî wê hebin. Lê sedem çi ne ez bi xwe nizanim.
Birêz, wekî tu jî dizanî me çavên xwe li welatên cuda li dinyayê vekiribûn û her wiha li taxa şareke hevpar bi cî û war bûbûn. Bi salan hay û baya me ji me çênebû ta ku em di pişt ekranan de rastî hev hatin.
Wexteke dirêj em di paş profilên tarî, bê wêne de li hev rûniştin. Çoş û peroşa ji hevnenasînê dinizlî û meraqa hev û du nasînê gur dikir. Em dûr û dirêj diaxifîn. Kêf û henekên me barê heyatê sivik dikir...
Piştî demekê me wêneyên xwe yên rastîn danî ser profilên xwe. Dilê me li wêneyan rûnişt. Wêne û tarîfên me dabûn hev hema bibêje yekbûn. Wêne çûn, wêne hatin. Kêm zêde êdî me şewl û şemala hev nasî. Wê nasînê bi xwe re dawî li nivîsê anî û em ketin merheleyeke din.
Êdî serê her êvarê heta derengiya şevê em bi rêya dîmenan rû bi rû bûn. Em her yek li mala xwe û li ber ekranan me dixwar, vedixwar û pevşadibûn. Me xwarin çêdikir, li fîlman temaşe dikir, em dikeniyan, digiriyan. Heta gelek caran em bi hev re diketin serşokan û me xwe dişûşt. Bi kurtî em bûbûn xwedî heyateke hevpar a bê temas.
Piştî dînokê min teklîfa zewacê gîhand min. Li ser kompîturê di cî de ez bûm teltek ji cemedê. Tişta ecêb ew bû ku heta wê kêliyê me hiç ji hev nepirsî bû em li ku dijîn. Belê em bi heman zimanî diaxifîn û ji heman nîjadî bûn. Tenê me dizanî em her yek li welateke cuda hatine dinê.
Dema bi wê dînîtî û dengê xwe yê dil ji min dibir deng li min kir, ji nav wê qeşayê filitîm. Bi berkenîneke sivik re min daxwaza wî erê kir. Û bû tîqe tîqa wî û got: "Dînê her tişt temam, lê em hê nizanin em li ku jî dijîn."
Bi eşkerebûna warê em lê dijîn re em ji kenan zikopişto bûn. Malên me nêzîkî hev bûn û em herdû jî bi tena serê xwe lê diman. Bi israr û îqnakirinê me li hev kir ku wê bi zewaca me re tiştek zêde neguhere. Li gor pêdiviyan emê herin malên hev û dîsa li gor daxwaz û pêdiviyan emê li malên xwe vegerin.
Cara ewil li xwaringeheke meşhûr a taxa em lê diman li hev rûniştin. Belê me bi hev re sal borandibûn. Me ne tenê bedenên hev, aliyên herî tarî yê rihê hev jî nasî bû. Lê dîsa jî vê hevdîtinê tirsek an cemidînek xistibû dilê me, hîç nebe yê min.
Bi bihurîna kêlî û deqeyan re hêdî hêdî em bûn kesên berê yên ji hev qayil... Heta derengiya şevê em bi nav kuçe û kolanan ketin. Me maç ji hev dizîn û ramûsan diyarî hev kirin. Destên me li hev aliyan. Beden û hilm û hênase û bêhnên me lihevbanîn. Kêf kêfa me bû û dawiya her kêfê jî tê, mixabin.
Ez heta ber derê avahiya lê dimam birim. Xemginî, xweşî û hesret ji me diweşiya. Bi mirçênên dawî re wî berê xwe da mala xwe û ez jî ketim avahiya lê dimam...
Piştî hîn haziriyên piçûk bi merasimeke sade em bi fermî zewicîn. Me herduyan ji bo em derkevin "sefera şîrîn" bo deh rojan destûr ji kargehên xwe wergirtibûn.
Destpêka sefera me ya şêrîn wekî xewneke bû. Em herdu jî têra xwe bi coş bûn. Kêfê jî di wan kêliyan de dikaribû ji me hesûdî bikira. Li ber agirê di pêrxînga modern û şewla findanan de me ji qedehan û lêvên hev şerab dinoşî. Bedenên dixwestin kêliyeke berî kêliyan hev binasin bi coş ditirtilîn. Wan tirtilînan hişt ku bedenên me xwe ji cilan bikin. Demeke dirêj bedenên me li ser xalîçeya li ber pêrxîngê arê hev nasîn. Ji bo lûkteya şadiyê me berê xwe da nivînê ku wê şahidiya şeva me ya ewil bike.
Bi kêf em ji sefera xwe ya şîrîn vegeriyan ser karê xwe. Hema bibêje qasî salek, carnan li mala min, carnan li mala dînok, em her şev li hev dibûn mêvan û piraniya şevê em pevşabiban jî, em tu carî negihîştin wê lûkteya pevşabûnên ku me di şevên bêtemas de dadabûn.
Li dû salek çûyîn û hatinên me hêdî hêdî kêm dibûn. Me tu sir û meraq ligel hev nehiştibû. Bi gotineke din me xwe bi her awayî şût û tazî kiribû. Ji bilî sur û sermaya ku em dorpêç kiribûn, tiştek balkêş ku em li gel hev rûnin biaxifin û deriyeke nû li xwe vekin nemabû. Lewra jî ji hev dûrketinê kumê xwe bi lez xwar kir.
Axaftinên me yên bi dîmen jî êdî veguherîbûn deng. Vê cure têkîliyê jî zêde neajot û deng jî veguherî nivîsê. Hêdî hêdî nivîsê jî dawî li xwe anî. Heyata me ya bêtemas em ber bi temasê ajotin. Temasê jî em kirin tozeke çîl spî.