Diyarname
Amedsporê bi navê "Em çend kes in?" kampanyaya şandina SMS'an da dest pê kirin. Yên bixwazin dikarin ji hemû operatoran AMEDSPOR binivîsin û SMS'ê bişînin ser nimreya 2139'an.
Bi vê kampanyayê yên SMS'ê bişînin dê piştgiriya Amedsporê bikin. Ji xwe kampana jî ji bo vê yekê hatiye amadekirin û pirsa "Em çend kes in?" hatiye kirin. Şandina SMS'an jî dê hejmara hezkiriyên Amedsporên nîşan bidin.
Amedsporê di daxuyaniya belav kiriye de dibêje, "Bi têkoşina li nav sehayê û coşa li trîbunan, bi şandina SMS'an emê nîşan bidin ku em malbateke çiqas mezin in."