Pirs ev e;
Çi eleqeya lîstikvana tirk Ozgu Kaya û keça kurd Dilan Karaman heye? Yek ji Stenbolê ye, ya din ji Wanê. Erê çi eleqe? Belkî jî tu eleqeya wan bi hev ve tune ye. Lê ez jî wekî her kesî ji pencereya xwe dinivîsim û pêşniyar ew e: heta dawî bixwînin.
TV, MAÇ, RÊZEFÎLM
Ez zêde ne hezkirî televîzyonê me lê tiştên têde temaşe dikim jî bi taybetî hildibijêrim. Mesela ji bilî maçên Amedsporê qet li maçên fûtbola Tirkiyeyê temaşe nakim, lê maçên Premier Lîgê her hefte temaşe dikim. Bi vî awayî di televîzyonê de her sal gelek rêzefîlmên tirkî têne belavkirin. Ez li wan temaşe nakim lê nizanim çima, bûye xuyek her sal yekê hildibijêrim û lê temaşe dikim. Îsal ji nav van, rêzefîlmê "Cennet'in Çocuklari" (Zarokên Cenetê*) min hilbijart û lê temaşe dikim. Kêfa min ji vî rêzefîlmî re hat. Ev Ozgu Kaya ya niha meseleya me ye jî li vir derdikeve holê.
Ozgu Kaya ji Stenbolê ye, yek ji serlîstikvana sereke ya vî rêzefîlmî ye. Keçikek nazik, devliken e. Di rêzefîlm de rola doktoreke niyetbaş dane wê û ew bi nazenînî dikene, alîkarî dike. Bi qasî min li vîdeoyên wê yên derveyî rêzefîlmî jî temaşe kirin, li nav jiyanê jî keseke devliken e, pozîtîf e.
Bi rastî ez dema jinek dibînim ku dikene, çi bi dengek bilind, çi nizm, gelek kêfa min jêre tê. Dema jinek dikene dinya hinek din xweşiktir dibe. Derdor hinek din ronî dibe, pozîtîfî hinek din atmosferê dadigire. Loma jî gelek kêfa min ji vê Ozgu Kaya re û ji kena wê ya li nav rêzefîlmî û ji kena wê ya li nav jiyanê re hat. Loma jî parçeyeke vê nivîsê ew e.

CIVATA KENÊ JI BO JINAN EYB DIBÎNE
Ev aliyek madalyonê bû. Em niha jî derbasî aliyê din ê madalyonê bibin.
Ez ji erdnîgariyeke wisa hatime ku li wir jin nedikeniyan. Newêriyan bikenin. Ez ji nav civateke wisa hatime ku ji bo jinan kenê eyb dibîne. Mixabin civata me wisa bû. Dema jinek devliken bû, bi dengek bilind bikeniya "eyb e" digotin, lê dema mêrek bi dengek bilind bikeniya ne dibû eyb.
Ez û gelek kesên wekî min li ser erdnîgariyeke bi vî rengî bilind bûn. Di 40-50 salên dawî de li beşek mezin a erdnîgariya ez jê hatine ev yek heta astek guherî. Lê em niha dibînin gelek pirsgirêkên me hene. Yek ji van pirsgirêkan jî întîxar, yan jî bi awayekî kuştina mirovan, kuştina jinan, zarokan e.
Çawa ku kêfa min ji Ozgu Kaya re tê/dihat, ez ew qas jî ji bo devlikeneke din, ji bo Dilan Karamanê êşiyam. Tam jî aliyê din ê madalyonê ev e.
Dilan Karaman rojnameger, şêwirmend bû û li nav Tevgera Jinan a Azad (TJA) dixebitî.
Helbet ji nêz ve min nas nekeriye, lê ji fotoyên wê em dibînin ku kesek devliken bû.
Dilan Karaman 11'ê meha sermaweza 2025'an întîxar kiriye. Li gor agahiya ku hatiye belavkirin wisa tê gotin. Lê em bi naveroka meseleyê tam nizanin. 28'ê mehê jî mir.
Êşeke mezin e jineke wisa zana, jineke li nav tevgerê rabe întîxar bike û canê xwe ji dest bide.
Meseleyeke gelek giran e ku jinek devliken rabe qesta canê xwe bike û bimire.

PIRSÊN LI SER JINAN
Di rewşeke wisa de, û di şexsê kesek wekî Dilan Karamanê de gelek pirs têne bîra mirov:
- Gelo kî bû sebeb ku ew ber bi întîxarê ve çû?
- Gelo TJA wisa cihek, astekteng e ku kesek li nav wê jî nikare ber xwe bide/bijî?
- Gelo TJA wisa cihek e ku banga ji bo azadiya jinan dike lê nikare guh bide dengê jineke, li wê guhdarî bike, wê û pirsgirêkên wê hîs bike û birîna wê derman bike?
- Gelo keseke yan jî kesekî ku Dilan Karaman here derdê xwe, êşa xwe, pirsgirêkên xwe pêre parve bike û ew bi hev re birîna wê derman bikin tune bû?
Bersiva van pirsan û gelek pirsên din nîşan dide ku birîna civaka me gelek giran e.
Wisa dixuye ku ew civaka ku berê digot "eyb e" û nedihişt jinek bi dengek bilind bikene hê jî neguheriye. Belkî jî mesele ev e.
Lê bi her halê xwe ji bo Dilan'ên din nemirin, ji bo jinên din ne di gotinê de, bi rastî jî bibin hevpar, heval û hogirê mêran divê tiştên din bêne kirin.
Ha, meseleya têkiliya rast a mêr û jinan meseleyeke dû dirêj e, lê axir di mînaka me ya îro de me dît û em dibînin hê pirsgirêka me gelek giran e.
Ger em devê nivîsê bigirin: Ez mirovekî wisa me dema kesek, kesên wekî Ozgu Kaya dibînim gelek kêfa min tê. Lê di heman demê de dema meseleyên wekî meseleya Dîlan Karamanê dibihîzim jî gelek pê diêşim.
Belkî zêde nikarim tiştek bikim, lê kesên wekî Dilan Karamanê hebin li jiyanê û li min bigerin ez dikarim li wan guhdarî bikim, heta ji min bê dikarim alîkariya wan bikim. Wekî bavê keçikan bila ev jî wekî notek li vir be.
Û salek din diqede, salek din wê were, bila hemû jinên me jî bikaribin bi awayekî azad wekî Ozgu Kaya bikenin, kêfê ji jiyanê bigirin. Û bila jinên me wekî Dîlan Karamanê nemirin. Ma em tiştek zêde dixwazin?
* Cennet navê dayikek e.
***
Nûçeyên Eleqedar: