Diyarname
Hejmara kurdên li Herêma Kurdistana Federe û hejmara kurdên bi awayekî fermî ne di nav vê herêmê de ne diyar bû: 10 mîlyon û 496 hezar û 112 kes.
Li Iraqê hejmara kesên li wê derê dijîn diyar bû. Pêre jî li Herêma Kurdistana Federe û "herêmên nakok" çend kes dijîn diyar bû.
NIFÛSA HERÊMA KURDISTANÊ
Li gor encamên dawî yên serjimariyê nifûsa Herêma Federe ya Kurdistanê 6 mîlyon û 519 hezar kes e. Herêma Kurdistanê j ivan parêzgehan pêk tê: Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebçe.
Li gor heman çavkaniyê nifûsa Hewlêrê 2 mîlyon û 517 hezar û 534 kes; nifûsa Silêmanî û Helebçeyê (dor 150 hezarî) 2 mîlyon û 401 hezar û 724 kes. Her wiha nifûsa Duhokê jî mîlyonek û 599 hezar û 871 kes e.
Nifûsa bajarên kurdan lê bi awayekî fermî ne di nav Herêma Kurdistana Federe de ne jî 3 mîlyon û 949 hezar û 983 kes e. Di nav van de bajarê herî mezin Kerkûk e.
KERKÛK Û BAJARÊN DIN
Li van deran jî nifûs bi vî rengî ye:
- Kerkûk: 2 mîlyon û 34 hezar û 627 kes.
- Tilkêf: 406 hezar û 732 kes.
- Xaneqîn: 260 hezar û 907 kes.
- Şareban: 254 hezar û 346 kes.
- Hemdaniye: 249 hezar û 732 kes.
- Mexmûr: 212 hezar û 357 kes.
- Şingal: 201 hezar û 2 kes.
- Xurmatû: 147 hezar û 216 kes.
- Şêxan (beşekî wê li ser Mûsilê hatiye hejmartin): 69 hezar û 279 kes.
- Kifrî (nîvê wê li ser Diyaleyê hatiye hejmartin): 66 hezar û 437 kes.
- Mendelî: 49 hezar û 348 kes.
NIFÛSA TEMAMÊ IRAQÊ
Li Iraqê û Herêma Kurdistana Federe meha dawî ya par serjimariya giştî hatibû lidar xistin. Niha hejmara dawî hat belavkirin. Li gor vê agahiyê li Iraqê bi temamî 46 mîlyon û 118 hezar û 793 kes hene.