Diyarname
Li Qoserê Kadîn Pirtûk û Kovar pirtûk û kovarên bi kurdî radigihîne xwendevanan. Ew di heman demê de çi bifroşe not digire û niha wan notên xwe bi me re par ve kirin, em jî radigihînin xwendevanên xwe.
Kadîn Pirtûk û Kovarê li ser cureyên pirtûkan û nirxandina xwendevanan jî not şandin. Vane ew not:
Di sala 2012'yan de meyla xwendevanan:
- Berê xwendevanên kurdî li romanê ye.
- Helbest hîn nehatiyê ser derba xwe ya ku her kes li bendê ye.
- Çîrokê bêdengiya xwe îsal jî xera nekir. (Keleh’a Şener OZMEN ne tê de.)
- Wergerên ji soranî gelekî, lê yên ji zimanên biyanî hindik eleqeyê dibînin.
- Her çiqas xwendevanên kurdî hindik bin jî asta yên ku dixwînin bilind e.
Di sala 2012'yan de hin rexneyên ku ji xwendevanan tên:
- Pirtûkên kurdî pirr buha ne. (Pirr)
- Di warê edîtoriyê de pirtûkên kurdî pir lawaz in.
- Xeletiyên rêzimanî hîn jî zêde ne.
- Kêmasiya danasîna berhemên kurdî heye.
- Pêwistî bi pevekeke pirtûkan heye.
Di sala 2012'yan de li Qoserê (li gor lîsteya Kadîn Pirtûk Kovarê) pirtûkên ku herî zêde hatine firotin:
ROMAN
1. Barê Şevê Fawaz HUSÊN
2. Morof Eliyê EVDILREHMAN
3. Hotel Europe Ferhad PÎRBAL
4. Martînê Bextewer Jan DOST
5. Meryema Sebrî SILÊVANÎ
6. Gulên Şoran Eta NEHAYÎ
7. Pêşangeha Sûretan Îrfan AMÎDA
8. Jana Ge l Îbrahîm EHMED
9. Siyabend û Xecê Ronî WAR
10. Êvara Perwaneyê Bextiyar ELÎ
ÇÎROK
1. Keleh Şener OZMEN
2. Evîntirş Bajar MÎRZEMAN
3. Dozdeh Çirk Sîdar JÎR
4. Auslander Beg Helîm YÛSIV
5. Birîn û Ramûsan Lokman AYEBE
6. Amîdabad Fawaz HÛSÊN
7. Xadim Selahaddîn BULUT
8. Mêrê Avis Helîm YÛSIV
9. Dojeha Veşartî Bawer RÛKEN
10. Şikefta Xwekûştinê Receb DILDAR
HELBEST
1. Janya Rênas JIYAN
2. Mexzena Xwînê Rênas JIYAN
3. Şêrgele Arjen ARÎ
4. Ronoya Ehmed HUSEYNÎ
5. Ji Nav Helbestên Min Şêrko BÊKES
6. Ramûsan Min Veşartin Li Geliyekî Arjen ARÎ
7. Matmayînên Ronyayê Lal LALEŞ
8. Defter Elîxan LORAN
9. Payiza Peyvê Arjen ARÎ
10. Xewa Min Nayê Ebdulla PEŞÊW
KILASÎK
1. Dîwan 1,2,3,4,5,6,7,8,9,10 Cegerxwîn
2. Hawar (Hemû Hejmar) Weşanxaneya Belkî
3. Hemû Berhem Feqiyê TEYRAN
4. Dubeytî Baba Tahirê ÛRYAN
5. Mem û Zîn Ahmedê XANÎ
6. Dîwan Melayê CIZÎRÎ
7. Hemû Berhem Qedrî CAN
8. Were Dotmam Celadet Elî BEDIRXAN
9. Hesretdefter- Sûretsûfê Fêrikê USIV
10. Şivanê Kurmanca Ereb ŞEMO
REXNE - CERRIBÎN – LÊKOLÎN - TEORÎ
1. Çirûskîzm Rênas JIYAN
2. Romana Kurdî û Nasname Haşim AHMEDZADE
3. Ji Şevê Re Rênas JIYAN
4. Bendname Remezan ALAN
5. Dîroka Kurd û Kurdistan Celadet Elî BEDIRXAN
6. Tarîxa Edebiyata Kurdî Prof. Qanatê KURDO
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye
***
Têbiniya Diyarnameyê: Agahiyên li ser 2012'yan her ku biçe emê biweşînin...
***
- 2012: Li Girtîgehan binpêkirina mafan
- 2012: Peyvên ku herî zêde li wan geriyane
- 2012: Li dinyayê kesên herî hêzdar
- 2012: 10 pirtûkên herî serketî yên New York Timesê
- 2012: Herî zêde van pere kar kir