Diyarname
Wekî AKP, CHP, MHP'ê BDP'ê jî li hin bajaran mebûsên xwe wekî şaredar nîşan dan. Bi giştî 24 mebûs wekî berendamên şaredariyan ketin hilbijartin. Li her sê partiyên din 17 mebûs bi ser neketin, lê hin jî bi ser ketin.
BDP'ê mebûsên xwe Gultan Kişanak (Amed), Ahmet Turk (Mêrdîn), Sirri Sakik (Agirî) û Sirri Sureyya Onder (Stenbolê) nîşan dan. Ji van Kişanak, Turk û Sakik bi ser ketin, lê Onder bi ser neket.