logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Îdirî tarîx nişt
  2. Bernameya çandî ya Yenîsahneyê
  3. Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' eşkere bû
  4. Ji bo Amedsporê tu jî SMS'ek bişîne
  5. 2025: Peyvên herî zêde lê geriyane
news-details

Hin not li ser Serokomarê nû yê Fransayê Emmanuel Macron

Îro ji bo Serokomarê nû yê Fransayê hilbijartin li dar ket û di dawiyê de Emmanuel Macron bi ser ket. Ev Macron kî ye, ç

  • Dîrok: 07/05/2017
  • Beş: Dinya

Diyarname
Îro ji bo Serokomarê nû yê Fransayê hilbijartin li dar ket û di dawiyê de Emmanuel Macron bi ser ket. Ev Macron kî ye, çi kiriye, çawa hat heta vir?
Vane hin notên li ser wî:
- Di dora yekemîn a hilbijartinê de Macron sedî 23.7, Le Pen sedî 21,5 deng girtibûn û her du mabûn dora duyemîn. Hilbijartina dora duyemîn îro li dar ket û Macon bi sedî 65.1 bi ser ket. Rastgira nijadperest Le Pen di sedî 34.9 de ma.
- Bi navê wî yê dirêj "Emmanuel Jean-Michel Frédéric Macron" di 21'ê berfanbara 1977'an de li bajarê Amiens ku dikeve bakurê Fransayê hatiye dinê. Wî di Zanîngeha Nanterre ya Parîsê de beşa pîsîkolojî xwendiye.

Karê aborî û dûre MEŞ
- Emmanuel Macron di navbera 2004-2008'an de di karê fînansê de cih girtiye. Wekî siyaset jî di bin baskên Serokomarê berê yê Fransayê Hollande de cih girtiye. Lê dema wî dest bi avakirina tevgera nû kir Hollande bi gotina "Tu li gor rêgezan tevnegerî li vir tu karê te nîn e." Macron di hikumeta Hollande de şêwirmendiya aborî kir, dûre di sala 2014'an de bû Wezîrê Aboriyê.
- Macron di sala 2016'an de "Tevgera Meşê" ava kiriye. Niha li dor 100 hezar piştgirên qeydkirî di nav tevgera wî MEŞ'ê de hene.
- Konfederasyona Giştî ya Karkeran di meha pûşherê de protestoyek li dar xist, Macron dema ji karkerek re got, "Rêya herî baş a standina taximek kincan xebitîn e", karkeran jêre got, "Bicehime ji vir" û bi ser de hêk barandin.

Dixwaze ji bo ciwanan dema kar dirêj dike
- Niha li Fransayê dema xebatê hefteyê 35 saet e û ew dixwaze ji bo ciwanan vê biguherîne û zêdetir wan bide xebatê. Li ser vê ji bo "Le Nouvel Observateur" wisa gotibû: "Dema hûn ciwan in 35 saet têra tu tiştî nakin. Hûn dixwazin zêdetir bixebitin û hînê kar bibin." Ji bo kesên 50 salî jî dixwaze demên kar kêm bike.

Wî dişibînin kopyaya Tony Blair
- Ew xwe wekî çepgir dibîne lê çepgirên Fransayê dîtinên wî wekî "kopî-past Tony Blair" dibînin. Çepgir jî, gelek beşên din jî jê hez nakin lê ji bo ku nijadperest Le Pen bi ser nekeve li dor wî civiyan û dengdan.
- Ew ji bo têkoşîna li hemberî terorê dixwaze 10 hezar polîsên din bigire kar û peywirdar bike. Le Pen jî ev yek diparast.

Zewaca wî
Macron dema hê 16 salî bû ligel jinek (mamosteya fransizî) bi navê Brigitte Trogneux ku 40 salî bû têkilya evînî saz kir. Malbata Macron dijî vê têkiliyê derket, lê wan dest ji hev berneda. Zarokên Trogneux ji Macron mezintir bûn. Brigitte Trogneux piştî dozek dirêj û dijwar ji mêrê xwe veqetiya û salek paşê ligel Macron bi awayekî fermî zewicî. Wê çaxê macron 29, Troneux 54 salî bû. Tê gotin ku Trogneux di kariyera siyasî ya Macron de xwedî rolek mezin e û Macron her bi wê şêwiriye.

Serokên dewletan ew pîroz kir
-Serokwezîrê Fransayê Bernard Cazeneuve bi gotina "Gelê Fransayê Macron ji bo serokomarî hilbijart" serketina wî ragihand.
- Bi serketinê re Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokwezîra Britanyayê  Theresa May û Serokê Komîsyona Ewropayê Donald Tusk li Macron geriyan û ew pîroz kirin.
Serokdewletê DYA'yê Donald Trump jî ji ser twittera xwe peyama pîrozbahiyê weşand û got: "Ez Macron Emmanuel ku ji bo Serokomarî hat hilbijartin pîroz dikim û bê sebrim ku em ligel hev kar bikin."

Euro bi qîmet bû
- Piştî serketina Macron pereyê Yekîtiya Ewropayê Euro li hemberî Dolarê qîmet girt û di 7 mehên dawî de gihîşt asta bilind kir, parîte gihîşt 1.10.

'Ezê Komarê biparêzim'
Macron piştî serketinê li ber avahiya Muzeya Louvre ji bo piştgirên xwe axivî Fû got: "Ji bo rîskên we girtin, ji bo piştgiriya we ez sipasiya we dikim. Ezê baweriya we bi avê de nehêlim. Ji bo her kesê ji bo parastina Komarê îro deng dane min, ez bangî wan dikim: Ez dizanim çekek vekirî nedane min. Ezê Komarê biparêzim."
Macron ji bo piştgirên Le Pen jî wisa got: "Îro we hêrsa xwe anî ziman, hurmeta min ji bo vê heye. Û di pênc salên pêşiya me de ji bo hûn carek din dengan nedin rastgirên nijadperest ezê her tiştî bikim."
Piştî vê serketinê û piştî vê axaftinê niha tiştê li bendê ne di hilbijartina mebûsan a pûşpera pêşiya me de dê kîjan partî bi ser bikeve û dê kî zêdetir mebûsan bi dest bixe... Macron ji niha de li ser wê rojê diaxive. Ligel ku tevgera wî gelek nû ye jî ragihandiye ku dê li her herêmê berendaman nîşan bide.

 

Parve Bike

Youtube Me

Dilşêr Bêwar: Toza Çîl Spî

news

Îhsan Bîrgul: Pelên Şil

news

H. Kovan Baqî: Gotin nebin dil, roman nikare bijî

news

Hogir Berbir: Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê

news

Dilşêr Bêwar: Zozanê OnlyFansê

news

Sînorên nav kurdan, sînorê Belçîka-Hollandayê

news

H. Kovan Baqî: Pelê darê û nefesa bê

news

H. Kovan Baqî: Çavên nivîsê ranazên

news

Curaçao

news

Kazim Polat: Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

news

Kadir Stêra: Asyaya me

news

diyarname Nûçe: #diyarname #diyarname20salîye #diyarnamenews

news

Hogir Berbir: Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

news

Cihên dîrokî li benda temaşevan in

news

"Ziman, Çand û Zargotin"

news

Dilşêr Bêwar: Kuştina Weşanger

news

Mesûd Qeya: ev ne helbest e seba vê demsalê

news

'Agac Adam'

news

Hinarên kurdan, îstatîstîk û agahiyên girîng

news

Li ser konsera Koma Amed û Ciwan Haco 2 pirs

news
Dinya - Nivîsên Dawî
news
  • 05 11 2025

Balafir bi leza 340 kîlometreyî li avahiyan ket

news
  • 04 11 2025

Ew êdî Şovalye ye

news
  • 21 10 2025

Serokkomarê berê yê Fransayê Nicolas Sarkozy hat girtin

news
  • 10 10 2025

Ji bo xebata dij dîktarotî Xelata Nobelê ya Aştiyê dan Machado

news
  • 09 10 2025

Ji bo dîrektoriya UNESCO'yekî misrî pêşniyar kirin

news
  • 08 10 2025

Xelatgirotê Nobelî ay Kîmya hamey eşkerakerdişî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Toza Çîl Spî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

  • Cemil Oguz
news

Li bajarên kurdan encamên qeyrana tenêtiyê 

  • Hogir Berbir
news

Gotin nebin dil, roman nikare bijî

  • H. Kovan Baqî
news

Zozanê OnlyFansê

  • Dilşêr Bêwar
news

Li berhevdanîna peyvên hevpar ên farisî û kurdî

  • Kazim Polat
news

Çavên nivîsê ranazên

  • H. Kovan Baqî
news

Mirov çawa dibe nivîskar?

  • yeqîn h.
news

Asyaya me

  • Kadir Stêra
news

Kuştina Weşanger

  • Dilşêr Bêwar
news

Suryanî bi kurdî lavayî Xwedê dikin!

  • Hogir Berbir
news

ev ne helbest e seba vê demsalê

  • Mesûd Qeya
news

Kîjan rastî?

  • Dilşêr Bêwar
news

Pelê darê û nefesa bê

  • H. Kovan Baqî
news

Piştî xwîna min guherî xuyên min jî guherîn!

  • Kazim Polat
Ev jî hene
ad

Hekîm Sefkan: Ev 25 sal in ez li Têlî guhdarî dikim û digirîm

ad

Dewletê bi copan dibistanên kurdî careke din girtin

ad

Qedexeya ser muzîka kurdî bi stran û govendê hat şermezarkirin

ad

'Bexçeya Havînê' bi 59 mîlyon dolarî hat firotin

ad

'Kor Noktada' û yên din

ad

Mebûsên HDP'ê çûn Kobanî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Îdirî tarîx nişt

  • 04 12 2025
news

Bernameya çandî ya Yenîsahneyê

  • 03 12 2025
news

Bernameya 'Konferansa Navneteweyî' eşkere bû

  • 03 12 2025
news

Ji bo Amedsporê tu jî SMS'ek bişîne

  • 03 12 2025

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2025 Diyarname