Dengê pelên daran yên payîzê ku di bin lingên mirov de dikin qirçînî*
Bila bang te bikin
Bila dilê te ji dilê tenûra dîya te dûr bixin û bi yek avê vemirînin
Bila xwişka te ya biçûk êvarî benda şekirên ku tê nema werîne bimîne
Bila yara te nema te hembêz bike û tu cara tilîyên te bi hineyê sor nebe
Bila çiyayên te bê xezal bimînin û çemên te hemû biçikin
Bila konê te lê ava kiribû bi icacokan bifirre tevî zozanan
Bila sêdarkê te jî hebin wekî Şêx Saîdê kal û Qazî Muhammed
Bila ev dinya ne ya te jî be
Îşev şeva ewil e ku stêrk bêyî te diçûrisin
Îşev şeva ewil e ku bajar bêyî te dimire
Û
Kevokên bifirin nema li ezmanên ku tu lêdinere
*ji nameya Îhsan Fetehiyan e ku berî bê darvekirin nivîsîbû